Pêncşem, 5 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê: Hevdîtinên li ser qanûnan wê piştî cejnê destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogullari: Geşedanên li Rojhilata Navîn dihêle ku pêvajo bê lezkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li gel kir: Tavile komîteyên xwe yên rêveberiya herêmî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamekî PAK’ê di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê careke din bû hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Dorşîn: Kuştina jinan pirsgirêkeke siyasî û civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji rêxistinên jinên Elewî deklarasyona 8’ê Adarê: Bi hev re têkoşîn, bi hev re azadî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya fermandar Şîlan Kobanê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji saziyên jinan çalakiyên 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê mirina bi guman: Dayik û keça wê hatin spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Hezexê “Baxçeyê 8’ê Adarê” ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Swîsreyî li dijî şer kampanya dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rohilat Efrîn: Parastina civak û jinên Sûrî erka me ye
Jin

Rohilat Efrîn: Parastina civak û jinên Sûrî erka me ye

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn diyar kir ku mîrasa têkoşîna YPJ’ê berdewamiya mîrasa jinên cîhanê ye û destnîşan kir ku YPJ wê erka xwe ji bo civakê berdewam bike heta ku pargalek ne navendî û demokratîk pêk were.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ku bi Şoreşa jin tê naskirin, her jinekê di vê şoreşê de rastî û daxwaza azadiya xwe dît. Di vê şoreşê de li kêleka qêrîn û têkoşîna jinan lingeke sereke ya bi destxistina destkeftiyan, avakirina YPJ bû. Ji despêka avabûna YPJ û heta niha wek erkek sereke parastina jin û gel girt ser milê xwe, bi meşîna bi wê armancê re îro dengvedan û bandora YPJ li cîhanê tê dîtin. îro YPJ ne tenê hêzeke parastinê, YPJ hêvî û pêşeroja jina azad e.

 

Bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Fermendara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn li ser destpêka Şoreşa Rojava ji ANF’ê nirxandin kir û wiha got, ”Di dîroka 13’salan ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek geşedanan di Rojhilata Navîn û di Sûrî de rûdan, bi taybet di sala 2011’an de li Sûriyê gelek geşedan derketin û serhildanên gel çêbûn, van geşedanan bi dirûşmeya bihara Ereban di Sûrî de destpê kir. Di Sûrî de hate dîtin ku divê ji bingeh de guhertin û veguhertinek were avakirin. Ji bo wê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelê Kurd, Gelê Sûrî û hemû pêkhateyên ku di Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de jiyan dikirin li hemberî hişmendiya ku tenê siyaseta zext, înkar, mafê gelan binpê dike û dengê jinan tune dike, rabûn serhildanê. Ji bo wê em dikarin wiha pênase bikin ku 19’ê Tîrmehê ji bo tevahî civakê ji nû ve avakirin û guhertinek bû.”

‘ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ JI BO PÊKHATEYAN NEFES BÛ’

Fermandar Rohilat da xuyakirin ku pêngava Şoreşa 19’ê Tîrmehê teyisandinek xurt li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da avakirin û wiha pê de çû, ”Wek gavên despêkê Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî di nav gelê Kurd de destpê kir, lê teysandinek xurt li ser hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî da avakirin, li hember bê mafiya ku tê jiyankirin û ne demokrasiya ku tê meşandin gel û jinan bi zanist dest bi meşekê kirin. Her wiha pêwîstî hate dîtin ku divê ev civake bizanibe xwe li hember her êrîşeke ku ji derve were ser, xwe bi rêxistin bike û xwe biparêze, di heman demê armanca xwe ya şoreşê diyar bike. Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke nefesek bû ji bo hemû pêkhateyan.”

Rohilat di berdewamiya axaftina xwe de li ser despêka avakirina YPJ’ê axivî û got, ”Dema ku mirov li pêvajoyên dîrokî yên Kurdan û yên giştî cîhanê de vedigere, dibîne ku li hember her êrîşekê pêwîstîya parastina maf, hebûn, ziman û azadiya xwe derketiye pêş. Li Rojavayê Kurdistanê em vê pêvajoyê bi 19’ê Tîrmehê digirin dest. Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke Şoreşa pêşengtîya jinan hate bi nav kirin, ji ber di rastiyê de di şexsê Şehîdên me yên Qehreman de yên ku şopa xwe li dîrokê xistin û careke din 19’ê Tîrmehê kirin zemînekî guhertin û avakirinê bû.”

Di nav axaftina xwe de Rohilat Efrîn bal kişand ser têkoşîna ku YPJ’ê heta roja îro meşandiye û bilêv kir ku mîrasa YPJ berdewamiya mîrasa tevgerên jinên cîhanê ye. Rohilat Efrîn got, “Di dîrokê gelek nimûneyên jinên tekoşer û pêşeng hene, her tim li cihê ku teslîmiyet di asta herî roj de li wir hêza jinan ê ku ev qebûl nekiriye derketiye pêş. Jinan barê vê şoreşê girt ser milê xwe û hişt ku bibe modeleke parastinê ji jinên cîhanê re, ev ne çîrok in, ev destanên ku wan qehremanan jiyan kirin e.”

‘YPJ BÛYE MODELA PARASTINÊ JI BO JINÊN CÎHANÊ’

Fermendar Rohilat diyar kir ku YPJ bûye modela parastinê ji bo jinên cîhanê û wiha axaftina xwe berdewam kir, ”Jina ku karîbû li hember hêzeke wek DAÎŞ’ê şer bike û heta roja îro di asta herî jor de li hember êrîşên ku werin kirin jî dikare heman helwest nîşan bide, ne mumkîne ku ji jinên cîhanê re nebe modeleke parastinê. Ji jinên enternasyonal û heta bi jinên Ereb û taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê re bûye mînak. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re û bi pêşengtîya YPJ’ê em dikarin bêjin ku ew hêviyên windayî, mafên ku hatine binpêkirin û çanda ku jinê xwe li derdora wê digirt û hatibû binpêkirin, careke din bi pêşengtiya YPJ’ê ava bû, ev ji hemû jinan re bû îlham ku her kes bizanibe bi zanist berê xwe bide armanca xwe û ji bo çi şer dike.”

Rohilat Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku divê hemû jin li her derê modela YPJ ji xwe re esas bigre û got, ”Hêza bîrdozî ya xurt a ku derdikeve pêş dihêle ku hemû rengê jinan tevlî wê bibe. YPJ tevgereke civakî, rêxistinî û bîrdozî ye, hêz û îlhama xwe ji van her sê beşan digre û dibe artêşekî ku dikare hemû jinan biparêze. Pêşengtiya YPJ’ê ya rola bîrdozî girtiye ser milê xwe hişt ku hemû jinên cîhanê berê xwe bidinê û weke nimûne ji xwe re bigirin.”

’13 SAL MÎRASEKE DÎROKÎ YE’

Fermendar Rohilat bal kişand ser 13 salên şoreşê û weke mîraseke dîrokî nirxand û wiha got, ”13 sal weke mîraseke dîrokî li pey xwe dihêlin, tekoşîna ku di 2011’an de bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re eger bi zanist nehatiba destpê kirin, ne dihate bawerkirin ku wê ev şoreş bikeve xizmetên gelên cîhanê û ji her kesî re bibe mînak. Jinekê ku me qet bi navê welatê wê ne bihîstibû me di nav xwe de dît. Her kesê ku xwest xwedî li çanda xwe derkeve me di qada şoreşê de dîtin. Ji despêka şoreşê û heta niha ji ber ku şoreşa me li Kobanê destpê kir, em dibînin ku hêzeke wek DAÎŞ’ê Kobanê ji xwe re dikin hedef û xwest şoreşê li wir bişkîne, lê berxwedan û destkeftiyên ku di Kobanê de hatin bidestxistin îro dibe mala hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî.”

‘WÊ YPJ ERKA XWE YA PARASTINÊ BERDEWAM BIKE’

Rohilat Efrîn qala pêvajoya ku niha li Sûrî tê meşandin kir û got, ”Di Sûrî de heta niha pergalek ne hatî rûnişkandin, pirsa ku wê pêşeroja Sûrî bi çi awayî be di serê her kesî de çêdike. Ji bo ku yekbûna Sûrî derkeve pêş û dengê demokrasî derkeve pêş û ji bo hemû pêkhate di nav axa Sûrî de xwe bibînin, pêwîstî bi jiyanek bi ewle heye. YPJ biryara ku wê erka parastinê bigre ser milê xwe heta roja îro hat û heta ku civaka me û tevahî Sûrî di nava ewlehî de jîyan nekin wê ev erk dewam bike. Ji bo wê pêşeroja xwe bi ewlehiya jîyana civakê ve girêdayî ye.”

‘DIVÊ DESTÛR Û PARGALA LI SÛRÎ NE NAVENDÎ BE’

Rohilar Efrîn diyar kir ku divê di Sûrî de pergalek demokratîk ku hemû pêkhateyên di nav de cih bigrin hebe û ev anî ziman, ”Di Sûrî de pêwîstiya hemû gel û pêkhateyan bi pergalekî ne navendî û demokratîk heye, di Sûrî de gelek pêkhate bi gelek zimanan û rengan lê jîyan dike heye, her wiha civakê gelekî êşa yek rengî yê kişandine. Di welatekî de çima wê her kesek bi hebûn û îradeya xwe ya azad jiyan neke. Qanûnek bi vî awayî tune ku divê gelek li pey yek rengî bimeşe. Eger destûrek û pergalekî ku bikeve xizmeta hemû civakê hebe çima wê civak wê qebûl neke. Em tu carî dijbertiya Sûriyeke ne navendî nakin. Ji ber civak tenê dixwaze di pargelê de garantiya xwe hebe û ewle jiyan bike, ji ber di 13 salan gelek êş û bedelên civaka me çêbûn.”

Fermendara giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn dawiya axaftina xwe de wiha got, ”Di salvegera 19’ê Tîrmehê de em dibêjin ku tekoşîna jinan wê gelek guhetinan di Sûrî de bide çêkirin. Niha gelek geşedanên ku tên jiyankirin hene, pêwîste di van geşedanan de hinek reng derkevin pêş, tekoşîna ku di 13 salan de hate kirin divê bikeve xizmeta hemû Sûrî. Bi avakirina Sûriyeyeke demokrat û ne navendî, wê pêşeroja gelê Sûrî û jinan di nav xwe de îfade bike. Weke YPJ jî li hember vê erkên ku dikevin ser milê me, ji bo em bikaribin xizmeta pêşeroja civak û hemû Sûrî bikin di hemû cihan de em ê bikaribin rola xwe bilîzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlaya şehîd eşkere kir
Nûçeya Pişt re ‘Hesabên şaş li ser Kurdan nekin!’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îranê 2 jin ‘ji ber reqisînê’ hatin girtin

Li Îranê du jinên ku hate gotin li qada giştî ya li Meydana Tecrîşê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Bahçelî: Daxuyaniya 27’ê Sibatê ya rêberê damezrîner li gorî me esas e

Lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî di komcivîna meclîsa partiya xwe de axivî û ji bo banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Îranê girtiyekî Kurd bi darve kir

Dewleta Îranê girtiyê Kurd Kameran Şêxe (39) bi darve kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Şukran Demîr: Jin bi têkoşînê hewl didin jiyana xwe biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji rêxistinên jinên Elewî deklarasyona 8’ê Adarê: Bi hev re têkoşîn, bi hev re azadî!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ’ê nasnameya fermandar Şîlan Kobanê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji saziyên jinan çalakiyên 8’ê Adarê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?