Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Şerê DYE û Îsraîlê yê li ser Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim di 11’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma cenaze ya girêseyî ya li bajarê wî Kobanê wê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle were veşartin.
Di doza têkildarî êrîşên sala 2015’an ên li Bursayê ku li dijî avahiya HDP’ê û malên Kurdan pêk hatibûn de, dadgehê bi dehan sal cezayê girtîgehê li kesên rastî êrîşê hatibûn birî. Parêzeran jî bi gotina “Delîlên berbiçav nîn in, bi pêşpênasan ceza tê xwestin” bertek nîşanî biryarê dan.
Zanyarê siyasî Naif Bezwan ku rageşiya navbera DYA-Îranê û guhertinên gengaz ên li herêmê nirxand, destnîşan kir ku divê aktorên siyasî yên Kurd bi pêşxistina mekanîzmayên hevpar fersendên jeopolîtîk binirxînin.
Parêzer Esin Îzel Uysal a ji Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, diyar kir ku polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike û wêrekiyê dide tundiya mêr.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz li dijî projeya enerjiya jeotermal a ku 16 gundên Gimgimê digire nav xwe, bertek nîşan da û got, “Ger proje pêk were wê koçberî, wêrankirina jîngehê û xetera erdhejê dê zêde bibe.”

