-Geşedanên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re, wê bên şopandin.
-Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, di pêvajoya piştî hevdîtina bi Rêber Apo re daxuyaniyên Serokkomarê Tirk û AKP’ê ne ji bo çareseriyê, ji bo hîn bêhtir kûrkirina pirsgirêkan e.
-Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû got, ji bo çareseriyeke ku hemû civakê eleqeder bike, divê zimanê medyayê jî guncaw be.
-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên têkildarî vê, wê bên şopandin.
– Çavreş Kobanê yek ji wan kesên ku beşdarî berxwedana şervanên QSD-YPJ’ê ya piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bû got: “Hem weke fermandar û hem jî weke şervan em bi tevahî ji vê berxwedanê re amade ne.”
– Fermandarê QSD’ê Baz Qamişlo êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê nirxand û got: “Em bi ramanên Rêber Apo şer dikin. Em ê tu carî nehêlin dagirker bigihîjin armanca xwe.”
-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî, vê wê bên şopandin.
-Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.