Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
CHP di rapora xwe de ya ku pêşkêşî komîsyonê kir, di mijara azadî û dewleta hiqûqê de reformên berfireh pêşniyar dike, lê belê pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve tê.
Şehîd fermandar Berfîn Nûrhaq qala zarokatiya xwe ya bi sirgûnkirina malbata xwe ya beriya Komkujiya Mereşê û gavên xwe yên bi biryar ên piştî naskirina Tevgera Azadiyê kir û got, “Piştî ku PKK nas kir min got, ‘Kî vedigere bila vegere, ez venagerim ji rêya xwe’ min dest bi têkoşînê kir.”
Alîkara Sekreterên Giştî ya ji Karên Avakirina Siyasî û Aştiyê Berpirsyar Rosemary A. DiCarlo li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê axivî û têkildarî Peymana 10’ê Adarê got, “Em aliyan teşwîq dikin ku ji bo aliyên ewlekarî û siyasî yên peymanê gavên girîng biavêjin.”
Hevala kar a rojnamevan Nazim Daştan ê hate qetilkirin, Arjîn Dîlek Oncel got, “Me rahişt mîrate, pênûs û kamerayên wan.”
Me bi hev re gelek bar rakir. Ne tenê barê fîzîkî; me carna tirs, carna westandin, carna jî bêdengî rakir. Hebûna Nazim di kêliyên herî zehmet de jî hesta ’em bi tenê nîne’ dida mirovan. Nivîsa Huseyîn Sonkaya ya li ser Nazim Daştan.

