– Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
– Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.
– Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku 15’ê Tebaxê sala xwe ya 40’an, 1’ê Hezîranê jî sala xwe ya 20’an temam kiriye û got: “Di têkoşîna sala 21’an de her gerîlayek HPG û YJA Starê wê serketinên girîng bi dest bixe.”
– Gerîlaya YJA Starê ya ji Malbata Şenyaşar Sema Brûsk anî ziman ku ew ji têkoşîna ku Emîne Şenyaşar bi mehan e li dijî vê pergala bêedaletiyê dide, coş û hêzek mezin digre.
– Salih Muslim êrîşên dewleta Tirk weke hewldana sabotekirina hilbijartinan nirxand û got: “Dewleta Tirk li hemberî hilbijartinan pir bêtehemûl e. Lê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê teqez van hilbijartinan pêk bîne.”
– Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, bi berxwedan û îradeya xwe serketin teqez kir.