Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê bêne şopandin.
Gerîlayê HPG’ê Şerzan Cûdî û gerîlaya YJA Starê Dîcle Nûrûllah gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci bi bîr anîn ku di sala 1996’an de li Dersimê çalakiya fedaî kir û gotin, îro li gelek herêmên Kurdistanê li ser xeta berxwedanê ya Zîlan têkoşîn tê kirin.
Nûnerê DEM Partiyê yê li Konseya Ewropayê Fayik Yagizay anî ziman ku bilindbûna rastgiriya tund a li Fransayê ji ber siyaseta hikumeta Macron e û got, di hilbijartinên pêşwext de wê Eniya Gel pêngaveke xurt biavêje.
Li gorî Endeksa Mafên Global a sala 2024’an, Tirkiye ji aliyê mafên karkeran ve di nava 10 welatên herî nebaş de ye. Ji dema destpêkirina desthilatdariya AKP’ê û vir ve mafên karkeran hatin desteserkirin.