Bûyerên têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê û bandora wê ya li Rojhilata Navîn wê werin şopandin.
Mahfûz Guleryuz têkildarî gotina ‘Divê em nelezînin’ a Devlet Bahçelî ya li ser karên têkildarî pêvajoyê bi bîr xist ku sal û nîvek di ser pêvajoyê re derbas bûye û got, “Em qala demeke winda û derengketî dikin.”
Soydan Akay ku piştî dîlgirtina zêdeyî sih salan tevlî Newroza Amed û Cizîrê bû got, “Xeyala min ew bû ku Rêbertî rojekê bê vê derê. Beriya her kesî mafê Rêbertî bû ku li wê derê be. Wêneyê rasteqîn hingî temam dibe.”
Bi wesîleya salvegera 50’emîn a Dadgeha Navneteweyî ya Têkildarî Sûcên li dijî Jinê, Trîbûnal a Jinê li Belçîkayê tê lidarxistin. Trîbunala Jinê 2026 îro lil Brukselê destpê dike û wê heta roja Şemiyê li bajarê Anversê dewam bike.
Peymanên Îbrahîm ên Îsraîlê, plana Korîdora Davûd û şerê li hemberî Îranê li Rojhilata Navîn gelek krîz bi xwe re anîn. Misogerkirina ewlekariyê, hevrikiya rêyên bazirganiyê û binesaziya enerjiyê tenê hilweşînê ji gelên herêmê re tîne.
Alîkarê Serokwezîrê Îngilistanê û Wezîrê Edaletê David Lammy ji bo Newrozê peyamek da û got, ew serbilind e ku gelê Kurd ê li Brîtanyayê temsîl dike.

