Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça qedexeya 32 salan a li Elmanyayê ya li ser PKK’ê bi bîr xist û got, “Ev qedexeya ku bandoreke neyînî li mafên sivîl, çandî û demokratîk ên civaka Kurd dike divê jinûve bê nirxandin.”
Sosyolog û Ekofemînîst Prof. Laura Corradi got, “Jin hîn jî di hedefa her cûre tundiyê de ne” û destnîşan kir ku Tevgera Jinên Kurd rê li ber têkoşîna femînîst a li cîhanê dixe.
Prof. Mesût Yegen anî ziman ku piştî serdana Îmraliyê di daxuyaniyan de zimanê aktorên siyasî û dewletê guherî ye û işaret bi dûdiliya AKP’ê ya ji bo xwedîderketina li pêvajoyê û pozîsyona muxalefetê kir.
Elewiyan nerazîbûn nîşanî êrişên rêveberiya HTŞ’ê yên li ser Elewiyên li Sûriyeyê dan û gotin, Peymana 10’ê Adarê ji bo Elewiyan destketiyek e, divê HTŞ li gorî peymanê tevbigere.
Gerîlayan salvegera damerandina PKK’ê pîroz kirin û anî ziman ku PKK dîrokeke berxwedanê ye, ji bo azadiya hemû gelan têkoşiya ye.
Nivîskar Mehmet Karakûş ragihand ku hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re gaveke girîng û pêwîst bû û destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê êdî dewlet sererastkirinên qanûnî bike.

