Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Bûyerên têkildarî operasyona DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê wê werin şopandin.
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku bi pêngava “Niha dema jinê ye” ya KJK’ê re ji bo pêvajo ji “qonaxa negatîf derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf” bibe wê têgihiştin, rêxistinî, çalakî û komunbûna jinê ji xwe re bikin esas.
Rapora 2025’an a Komeleya Piştevaniya Jinê ya Esenyali daxwaza piştevaniya jinê ji sedî 42 û serlêdanên karkeriya zarokan bi rengekî cidî zêde bûne. Seroka komeleyê Adîle Dogan bang kir ku li dijî vê tabloyê têkoşîna 8’ê Adarê bê hevparîkirin.
Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça bi bîr xist ku Rêber Apo di daxuyaniya xwe ya li ser salvegera yekemîn a 27’ê Sibatê de bi taybetî mijara jinê destnîşan kir, ev yek di asta dîrokî de girîng e û got, “Veguherînek bêyî jinê mayinde nabe.”
Ji Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê Buşra Yenturk polîtîkayên “Sala Malbatê” rexne kir û anî ziman ku têkoşîna hevpar a li dijî tundî, xizanî û newekheviya li jinê wê mezin bibe û ew ê jiyaneke azad û wekhev ava bikin.
Gerîla Dorşîn ragihand ku kuştina jinan pirsgirêkeke civakî û siyasî ye û got, divê têkoşîna azadiyê ya jinan bi rengekî rêxistinî dewam bike.
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 21’ê Adarê ya li Frankfurtê banga tevlîbûnê li gel kir. Komeleyê bi bîr xist ku Newroz xwedî peyama aştî, xwişk-biratî û azadiyê ye.
Hunermendên jin ku bi Şoreşa Rojava re di pêvajoya veguherîna civakî de bi roleke girîng rabûn, anîn ziman ku jin her tim pêşeng û serhildêr in.

