Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Bûyerên têkildarî operasyona DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê wê werin şopandin.
Parêzer Eleonora Scala anî ziman ku Rêber Apo di pêvajoya bêçekbûn û jinûve entegrasyonê de bi rola diyarker rabû û got, ji bo muzakereya wekhev divê mercên ragirtina wî di ber çavan re bêne derbaskirin.
Alî Bayramoglû rapora meclîsê nirxand û got, “Rapora meclîsê û pêşketinên din pirsgirêkê naqedînin, lê belê veguherîneke girîng didin destpêkirin. Çek wê bê danî, qada siyasetê bê vekirin. Lê belê pêşveçûn bi îradeya dewletê ve girêdayî ye.”
Gerîla Goksû Gabar diyar kir ku li dijî tundiya serweriya mêr komîn parastina jiyanê dike û got, “Komîn ne bi qanûnan ne jî bi rêgeşan dikare bê avakirin. Komîn bi exlaqa civakê dikare were avakirin. Exlaqê civakê jî berhemeke jinan e.”
Seroka Komeleya Dema Jinê Şukran Demîr anî ziman ku li gel cihêkariya ku jin li her qadê lê rast tên, bi têkoşînê hewl didin jiyana xwe biparêzin.
Dîlan Dîrayet Taşdemîr ragihand ku li gel şerê li Rojhilata Navîn hêviya civaka demokratîk li Kurdistanê mezin bûye û destnîşan kir ku jin divê di vê pêvajoyê de bi rola pêşengiyê rabin.

