Rojnamevann Bêrîtan Sarya bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê di sala 14’emîn a Şoreşa Rojava de rewşa jinan ji ANF’ê re nirxand.
ŞOREŞA JINÊN KU DAÎŞ TÊK BIRIN
Rojnamevan Sarya bi bîr xist ku Şoreşa Rojava di heman demê de Şoreşa Jinê ye û anî ziman ku jin ji sala 2012’an û vir ve ji hêzên xweparastinê heta bi meclîsên gel, ji komunan heta bi Rêveberiya Xweser li her qadên jiyanê di asta kotaya ji sedî 50’î û hevserokatiyê de xwe bi rêxistin kirin. Sarya destnîşan kir ku di Berxwedana Kobanê de yên ku yekemcar DAÎŞ têk birin jin bûn û got, “Ev şoreş şoreşa wan jinan e ku DAÎŞ têk birin. Şoreşa Rojava di sala 14’an de bi kedeke mezin û berdêlên giran li ser piyan ma. Hem xwe timî bi pêş dixîne hem jî hebûna xwe bi biryardarî dewam dike. Ev şoreş gelekî hate pênasekirin, lê belê pênaseya wê ya herî xurt bi vî rengî ye; Şoreşa Jinê. Li cografyayeke weke Rojhilata Navîn ku zayendîperestî, neteweperestî, olperestî û kapîtalîzmê ew dorpêç kiriye, krîzeke giran a dewletê heye. Di nava vê tarîtiyê de rabûna şoreşa jinê, rehberdan û mezinbûna wê xwedî wateyeke welê ye ku mînakên wê di dîrokê de kêm hatiye dîtin.”
BERHEMA KEDA BI SALAN
Sarya diyar kir ku Şoreşa Rojava bi esasî berhema karê 20 salan ê Rêber Apo yê li Sûriyeyê, têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd bi taybetî jî Tevgera Azadiyê ya Jinê ye û got, “Rêber Apo di 12’ê Tîrmeha 1979’an de di ser Kobanê re derbasî Sûriyeyê bû. Li Şamê, piştre jî li Lubnanê ma. Di vê pêvajoyê de ne tenê Kurd her wiha ji Suryan, Ermen û gelê Ereb bi hezaran mirovî nêrînên wî nas kirin, bi bandor bûn û tevlî nava Tevgerê bû. Gelê Rojava bi taybetî jî jinan hêza pêşeng a jinê piştî salên 1980’î nas kirin. Beşeke girîng a milîtanên tevlî perwerdeya li Akademiya Mahsûm Korkmaz bûn jin bûn. Jinên ku perwerdeya xwe qedandin ji gund, bajarokan re dihatin şandin; gel perwerde dikirin û ji gel hîn dibûn. Dayikan keçên xwe dişandin nava gerîla, nava têkoşîna azadiyê. Analîzên Rêber Apo yên têkildarî jinan, di civînên jinan ên li Rojava de, di civînên gel de dihatin nîqaşkirin. Zexta olî û zayendîperestî ya rejîma Sûriyeyê di van civînan de bi şênberî dihate dîtin. Di nava van şert û mercan de di nava girseya Tevgerê de baweriya bi jinê zû mezin bû.”
HÛNANDINA ŞOREŞÊ
Rojnamevan Sarya anî ziman ku ji destpêka şoreşê ve jin li refên pêş e û bi bîr xist ku sala 2003’an dema PYD ava bû, sala 2005’an jî dema Yekîtiya Star ava bû; sala 2011’an dema şoreşê destpê kir jin ên ciwan li gel ku çekên wan tine bûn, bi ço sînor diparastin. Sarya li ser rêxistiniya jinan a li qadên leşkerî, siyasî û civakî ev agahî da: “Yekemîn saziya ku di mehên destpêkê yên şoreşê de ava bû ‘Mala Jinê’ bû. Piştre jin beşdarî nava hêzên xweparastinê bûn û di 4’ê Nîsana 2013’an de li cîhanê yekemcar Yekîneyên Parastina Jinê YPJ bi fermî ava bû. Êrişan jî destpê kirin; destpêkê rejîmê, piştre El Nûsra, OSO û herî dawî DAÎŞ… DAÎŞ yekemcar li Kobanê derba giran xwar û têk çû. Di Berxwedana Kobanê de rola jinan diyarker bû. Di rewşeke welê de ku derfet hema bibêje sifir bû, jinên Rojava berxwedaneke awarte nîşan dan. Jin û ciwanên enternasyonalîst ên ji çar aliyên cîhanê hatin beşdarî nava vê berxwedanê bûn. DAÎŞ ku rûyê herî hov ê sîstema bi serweriya mêr e, derba xwe ya destpêkê ya herî mezin ji jinên li Rojava xwar. Ev yek destpêka dawiya wê bû.
HÊZA HERÎ MEZIN A ŞOREŞÊ
Hêza herî mezin a Şoreşa Jinê ya Rojava ew ku jin li her qadên jiyanê bi rêxistin in. Li qada parastina fîzîkî YPJ heye ku li cîhanê yekane ye; li qada parastina îdeolojîk akademiyên jinê, li qada çandê têkoşîna parastina çanda jinê heye ku weke şaneya bingehîn a civaka demokratîk û xwezayî ye. Li qadên siyaset û aboriyê sîstema hevserokatiyê û kota ji sedî 50 heye ku jin bi xurtî tê temsîlkirin. Di nava Rêveberiya Xweser de ku sala 2014’an ava bû hevserokatî mecbûrî bû. Qanûnên jinan hatin derxisitn û yek ji xalên destpêkê yên Peymana Civakî bi rengê ‘Azadiya jinê pîvana bingehîn a vê rêveberiyê ye’ hate pênasekirin. Ev peyman salên 2016, 2020 û herî dawî di Kanûna 2023’an de hate nûkirin. Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku sala 2019’an ava bû, weke rêxistina sîwanî ya hemû rêxistiniyên jinan qanûnên jinê derdixîne, dîwanên edaletê ava dike û wekkheviya zayendî ya civakî kontrol dike.
DI NAVA ŞERT Û MERCÊN ŞER DE HATE KIRIN
Îro jin ji komunan heta bi meclîsên gel, ji bingehê heta bi rêveberiya herî jor bi kotaya ji sedî 50 û sîstema hevserokatiyê hene. Ji ber ku em li cografyayeke welê ne ku zayendîperestî hîn heye. 14 sal in bi pêşengiya jinê şoreşek hebe jî veguherîna civakî bi carekê nabe; pêwîstî bi perwerde, hewldan û têkoşînê heye. Ev hemû di nava şert û mercên şer de hatin kirin. Piştî êrişên DAÎŞ’ê dagirkeriya Tirkiyeyê destpê kir. Efrîn (2018), Serêkaniyê û Girê Spî (2019) hatin dagirkirin. Bi taybetî bajarê jinê Efrîn piştî dagirkeriyê veguherî navenda paqijiya etnîkî û qirkirina jinê.”
‘REJÎMA NIHA JÎ DIJMINÊ JINÊ YE’
Sarya ragihand ku li Sûriyeyê rejîma Beşar Esad ti carî sosyalîst an jî laîk nebû û xala ‘Serokdewlet wê Misilman be’ ya li destûra bingehîn û zewaca mêrekî bi çar jinan weke mînaka vê rastiyê nîşan da û got, “Bi zexta Şoreşa Rojava di salên dawî de hin sererastkirin çêbûn, lê belê guherîna esasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Li Iraqê di Sibata 2025’an de li Qanûna Statuya Şexsî hin guhertinên mezhebî hate kirin, pêşî li wê yekê hate vekirin ku zarokên keç di 9 salî de bêne zewicandin û bi vî rengî mafên jinan bi rengekî giran hate paşvexistin. Di 8’ê Kanûna 2024’an de HTŞ (Bi navê xwe yê berê El Nûsra) û piştevanên wê Şam bi dest xistin. Rejîma Esad paşverû û zayendîperest bû, lê yên kete şûna wê çeteyên paşverû, cîhadîstên selefî, çeteyên ku qirkirina jinê kirine polîtîka ne. Piştî ku bû desthilatdar, hewl hate dayin ku ev hêza dijminê jinê, dijminê gel û antî demokratîk li qada navneteweyî bê rewankirin.”
‘JIN HÊZA CIHÊ BAWERIYÊ NE’
Sarya destnîşan kir ku li cografyayeke ku tundiya mêr dewletê herî xurt e, YPJ yekane hêz e ku baweriyê dide jinan û got, “Yên ku rêxistina herî hov a mêran DAÎŞ têk birin, li cihên ku artêşên dewleta ji ber direviyan li ber xwe dan ew jin ên ciwan bûn ku hîn nû hînî bikaranîna çekê dibûn. Li Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazorê jin hem di şer de perwerde bûn hem jî bûn fermandar. Civakê hêza jinê dît, baweriya xwe zêde bû. Şoreşa jinên Ereb jî di vê pêvajoyê de pêk hat. Ji destpêka şoreşê ve jinên Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen bi hev re têkoşîn meşandin. Paradîgmaya jiyana azad a hevpar û yekîtiya demokratîk a gelan a Rêber Apo kete meriyetê.”
BI SEDAN JIN HATIN KUŞTIN
Sarya ragihand ku mejiyê mêr dewletê yê ku dixwaze Şoreşa Jinê tine bike îro ji aliyê HTŞ û bi piştgiriya Tirkiyeyê ve tê sorkirin, bi taybetî li herêmên Dêrazor, Minbic û Tebqayê êriş li dijî jinên Ereb têne kirin û got, “Ji 8’ê Kanûnê û vir ve komkujî nesekinîn. Jinên Elewî, jinên Durzî têne revandin, destavêtin li wan tê kirin, terikandina çanda xwe li wan tê ferzkirin. Heta Tîrmeha 2025’an li gorî daneyên fermî zêdeyî 710 jin hatin kuştin; hejmara rastî hîn zêdetir e. Bi sedan jin hîn jî winda ne. Rêveberiya HTŞ’ê destûra bingehîn li gorî esasên şerî amade kir. Ti maf ji jinan re nayê naskirin; gera bi serê xwe qedexe ye, di otobusan de jin neçar e li kursiyên herî paş rûnên, rûniştina li gel hev jî sûc tê dîtin. Ji bo nîşandanê wezîreke ‘femînîst’ a Xiristiyan tayîn kirin lê belê bi ti awayî jinên Sûriyeyî temsîl nake. Rojnamevan, akademîsyen, aktîvîstên jin têne girtin, gef li wan tê xwarin, têne kuştin. Li gel polîtîkayên paşverû yên bi rengekî zexel têne meşandin, jinên Sûriyeyî ‘başê nebaşan’ qebûl nakin. Rêxistiniyên weke Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ji Idlibê heta bi Şamê, ji Lazqiyeyê heta bi Helebê xwe bi rêxistin dikin. Jin parastina we ya herî mezin bi rêxistiniyê ava dikin.”

