Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê pê re bikin.
Rojnamevan Silêman Ehmed 403 roj in di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman xwarin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnews de wek edîtor dixebite.
Herî dawî roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Duhokê hevdîtinê pê re bikin.
Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Duhokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.