6’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ku di 28’ê Adarê de hate lidarxistin, bû zemîna yekîtî û hevgirtina hemû aliyên siyasî û civakî yên civaka Êzidî. Kongreya MXDŞ’ê nîşan da ku civaka Êzidî geşedanên li herêmê ji nêzîk ve dişopîne û di nav agirê şer ê Rojhilata Navîn de ji bo parastina hebûna xwe û bidestxistina mafên xwe yên çandî, civakî û siyasî hewl dide xwe bigihîne bername û nexşeyeke hevpar. Aliyên siyasî, kesayetên serbixwe û rojnamevanên Êzidî ku beşdarî kongre bûn balê kişandin girîngiya lidarxistina vê kongrê û ji bo mafê xwe rêvebirinê banga xurtkirina yekîtî û tifaqê kirin.
‘HEBÛNA ÊZIDIYAN BI YEKÎTIYA WAN MIMKÛN E’
Endama Hevpeymana Doza Êzidiyan û rojnamevan Samya Şengalî ku yek ji beşdarên kongre bû, anî ziman ku ew jî amadebûna li kongre gelek kêfxweş in û got: ‘’Em weke Hevpeymana Doza Êzidiyan di kongre de amade ne. Ji ber ku hebûna Êzidiyan bi yekîtîya wan mimkûn e. Di vê merheleyê de gelekî girîng e ku em bibin yek. Piştevanî û hevgirtina me ya civakî gelek girîng e. Piştî fermanê heya roja me ev 11 sal in keç û xortên me gelek xebat dimeşînin, ev ji bo her Êzidiyek cihê şanazî û serbilindiyê ye. 11 sal in hê jî deve birîna Êzidiyan vekirî ye, civaka Êzidî hê jî mafên xwe nebirine, edalet nehatiye.’’
‘GIRÎNG E KU PARASTINA ÊZIDIYAN, ÎDAREYA ÊZIDIYAN HEBE’
Samya Şengalî her wiha balê kişand ser girîngiya hebûna hêzên parastinê yên Êzidiyan û hêza rêveberiya cewherî û wiha axivî: ‘’Eger hêzeke Êzidiyan hebe ku parastina Êzidiyan bike, ev gelekî girîng e. Beriya niha me dît, yên hîmaya me dikirin dema ne Êzidî bin çi hate serê me. Girîng e ku Êzidî parastina xwe bikin, îdareya Êzidiyan hebe. Em êdî nikarin pişta xwe bi aliyên cuda germ bikin. Em dijayetiya hikumeta Iraqê nakin, lê pêwîst e Iraq zanibe Êzidî çi zehmetî dîtine. Heya niha hikumeta Iraqê mafên Êzidiyan nedanê. Çiqasî pêdiviya me bi sîlehê hebe ewçend jî bi siyaseteke xurt heye. Bi vî awayî em karibin daxwaza mafên civaka xwe bikin.’’
Endama Hevpeymana Doza Êzidiyan û rojnamevan Samya Şengalî herî dawî jî peyama xwe gîhand jinên Êzidî da ku zêdetir tevlî xebatên siyasî û civakî bibin, daxwaz mafên xwe bikin.
‘PÊDIVIYA CIVAKÊ BI RÊVEBERIYA XWESER HEBÛ’
Rojnamevan Ehmed Şengalî jî ku demeke dirêj e li Şengalê rojnamevanî dike her wiha aktîvîsteke siyasî ye beşdarî kongreya MXDŞ’ê bû. Ehmed Şengalî di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser hebûna Rêveberiya Xweser û got: ‘’Li Şengalê damezrandina Rêveberiya Xweser pêdiviyeke civakî bû. Pêdiviya civakê bi rêxistinekî hebû. Sazî û dezgehên bi ser Rêveberiya Xweser ve gelek xizmet kirin. Ji parastina civakê heya projeyên xizmetgûzariyê xebatên girîng hatin kirin.’’
‘MADEYA 125 RÊ LI BER RÊVEBERIYA XWECIHÎ VEDIKE’
Di kongre de yek ji mijarên nîqaşê jî entegrasyona demoakratîk a bi dewleta Iraqê re bû. Ehmed Şengalî bibîrxist ku madeya 125’emîn a destûra Iraqê rê li ber vedike ku her deverek taybetmendiya xwe ya olî û çandî hebe dikare xwe birêvebibe û wiha berdewam kir: ‘’Heya niha mînakên rêveberiya xweser li Iraqê nehatiye encamdan, tenê li herêma Kurdistanê hatiye encamdan. Weke îdareya Zaxo, Soran, Raperîn û Germiyan. Ev îdareyên serbixwe yên girêdayî herêma Kurdistanê ne.’’
‘HEWLDAN HENE KU TIFAQA ÊZIDIYAN XURTIR BIBE’
Rojnamevan Ehmed Şengalî rewşa şer û pevçûnê ya li herêmê jî destnîşan kir û got: ‘’Encamdana vê kongreye di vê rewşa aloz a Rojhilata Navîn de tiştekî gelek girîng e. Ev kongre girîng e ku ev rêxistin bi şêwazeke nû xwe birêxistin bike. Ji herêmê re nexşeyeke nû tê dayîn. An li gor vê rewşê tuyê xwe biguherînî an jî tuyê werî guhertin. Ji ber vê lidarxistina kongre muhîm e, dirûşmeya kongre ya ‘Yekîtî, Azadî û Çareserî’ jî girîng e. Dema hêzên leşkerî û siyasî yên Êzidiyan bi hev re biçin Bexdayê beguman ji çûna aliyekî bi tenê baştir e. Hêza te xurtir dibe, tu li ber çavê wan xuyatir dibî. Herkes mecbûr rêzê li helwesta te digire. Tifaqa Êzidiyan di vê qonaxê de ne xirab e, wê hewldan berdewam bin ku ev tifaq zêdetir bibe.’’

