Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û Bajarokê Sirrîn ji aliyê Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) ên dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn qetilkirin. Rojnamevan û parazvanên mafên mirovan ên ku ji bo protestokirina êrîşê kom bibûn, hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 7 rojnamevan û 2 kes bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” hatin girtin. Nûçegihanên jin ên girtî Gulîstan Dûrsûn, Nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip û Nûçegihana Rojnameya Sendîkaya Têkoşînê Serpîl Unal bi rêya parêzerên xwe peyam şandin.
‘BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê HER BINIVÎSÎNIN’
Gulîstan Dûrsûn got, “Bi van girtinan re hewl didin êrîşên li hemberî Rojava veşêrin. Lê belê ne Nazim ne jî Cîhan herdu hevrêyên me dev ji heqîqetê bernedan û rastiya li Rojava ji cîhanê re ragihandin. Em ê îro mîrateya ku wan li du xwe hiştiye, bidomînin. Em li ku dibin bila bibin, berdêl çi dibe bila bibe em ê her binivîsînin û wêneyan bikêşin.”
‘DEMA DENGÊ GELAN RADIGIHANDIN ŞEHÎD BÛN’
Nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip, jî destnîşan kir ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha got, “Ji ber me hevpîşeyên xwe yên nemir bibîr anî, em hatin girtin. Ev girtin ne bûyereke ku nedihat bendewarkirin. Nazim û Cîhan dema ku dengê gelê Rojava yê ku tê xwestin ji aliyê emperyalîstan ve bê fetisandin bidin bihîstandin, şehîd bûn. Bibîranîna wan û meşa li ser rêya wan ji bo me rûmet e. Nazim û Cîhan Rojava ne. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.”
‘WÊ NEKARIBIN ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKIN’
Serpîl Unal jî ev tişt anî ziman: “Hewce nake li her devera cîhanê şer hebe, herî zêde zext li ser rojnamevanan tê kirin, ew rastî êrîşan tên. Li vir jî ji ewil êrîşî rojnamevanên azad dikin. Weke rojnamevan em tevî binçavkirin, girtin, êşkence û kuştinan jî dixebitin. Lê divê ev yek jî baş were zanîn ku dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Dê nekarin pêşî li ber bihîstina rastiyan bigirin. Dê her tim kesên cihê me digirin hebin. Ez hezkirinên xwe ji kesên em bi tenê nehiştin re dişînim. Spas dikim.”