Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Abdullah Ocalan yekan e lîder e ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengekî stratejîk dît’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rûken Nexede: Hevala Feraşîn bi rengê jinê fermandarî dikir
Kurdistan

Rûken Nexede: Hevala Feraşîn bi rengê jinê fermandarî dikir

Endama Desteya Rêveber a KJAR'ê Rûken Nexede anî ziman ku Feraşîn Bêrîtan coş û kelecana xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo werdigirt û bi rengê jinê fermandarî dikir. Rûken Nexede bal kişand ser cihê taybet ê Feraşîn li nava gelê Rojhilatê Kurdistanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Endama Desteya Rêveber a KJAR’ê Rûken Nexede li ser têkoşîn û jiyana fermandar Gerdenî Deman bi nasnav Feraşîn Bêrîtan axivî ku 14’ê Kanûna 2023’an di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.

Çend ji xalên sereke yên nirxandina Rûken Nexede bi vî rengî ne: “Em bejna xwe li hember hemû şehîdên azadiyê, bi taybetî hemû şehîdên tevgera azadiyê yek bi yek ditewînin. Bi rastî jî şehîdê me, mirov çiqasî bi minet bi bîr bînin, çiqasî bixwaze behsa şehîdan bike, heqê gavên ku avêtine bide, em ê kêm bimîne. Ji ber wê jî tenê bi gotina em bejna xwe ditewînin weke rêzdariyekê em pênase dikin. Bejna xwe tewandin li ber ked, meş, fikr, hebûna wan tiştekî ewqasî giran e ku erkekî dixe ser milê me. Ji ber wê jî bibîranîna hevalan bi xwe bi serê xwe erkekî mezin dixe ser milê me. Ji bo ku em karibin bibin bersiv, vê erkê bi cih bînin herî kêm bi qasî yek dilopa avê li nava deryayeke mezin, hênaseyeke biçûkkirin e. Ji ber wê li hember malbata hevala Feraşîn hemû malbatên şehîdên me yên azadiyê bi taybetî hemû hevalên me yên Rojhilatê Kurdistanê ku di cih û mekanên cuda, di şerê cuda ji bo azadiya Kurdistanê bi taybetî ji bo azadiya civaka xwe, ji bo binxistina feraseta serdest şerekî dijwar kirin, meşandin û gihîştin meqamê şehadetê, em bi rêz wan malbatan bi rastî jî silav dikin û em hezkirinên xwe ji bo hemû malbatên şehîdên xwe dişînin. Di heman demê de careke din li hemberî dayika hevala Feraşîn, malbata wê bejna xwe li hemberî mezinahiya hevala Feraşîn ditewînin û silavên xwe ji malbata wê re dişînin.

Hevala Feraşîn piştî ku tevgera Apoyî nas kir, ji nava hemû tevgerên din ew hilbijart û tevlî bû. Beşdarî fikrê Rêber Apo dibe, fikrê Rêber Apo ji bo xwe weke pêşengtiyê dibîne. Yan jî rengê çanda civaka xwe ya resen li nava fikrê Rêber Apo de dibîne, ku Rêber Apo hemûyan temsîl dike. Ji ber wê beşdar dibe. Dema tê beşdar dibe bi vê cewhera xwe ya ku xera nebûye xwe bi rêxistinê re dike yek. Dema ew çêdibe, êdî pêşketinên gavên lez çêdibin. Ew ji bo her yek ji me derbasdar e. Heval beriya ku şehîd bikeve tayên xwe yên fikrî bi fikr û felsefeya Rêber Apo girê dide.

Hevala Feraşîn yek ji wan jinên ku ji çanda dayik, beşa bermahiyên jinên xwedawend, jinên serbilind, bi îrade, jinên ku berdewam hewl dane têbikoşin, li ber xwe bidin, civaka xwe biparêzin, welatparêziyê sar nekin, ruhê komunal ava bikin, bû. Hevala Feraşîn jî ji van berheman mezin bûbû. Ji bo wê dema beşdar dibe vê rastiya fikrê Rêber Apo dibîne. Bi taybetî jî nêzîkatiyên Rêber Apo li hemberî jinê, rêbazên Rêber Apo ji bo avakirina mirov; çi jin dibe çi mêr dibe, bi taybetî jî analîzên Rêber Apo yên li ser jin a kole, kesayeta mêr ê kole û serdest bala wê dikişîne. Dahûrandinên ku Rêber Apo bi pêş dixistin, li ser van dahûrandinan kesayet ava dikir. Hevala Feraşîn bi esasî xwe di vir de dibîne. Di vir de bi esasî gavên rast diavêje. Dema em dibêjin cewher, bi esasî ew e. Bi rastî jî rola Rêber Apo li bercestekirina civakên me, bi taybetî cihekî weke Makû xwe di nav de dîtin, bercestekirin, dîroka wê dayina naskirin, kesayetiya jin li vir derxistina holê, kesayeta civakê ya komunal derxistina holê yanî xwedî li zanebûna vê ferhenga ku ava bûye derketin, esas bi rastî jî rola yekem e ya Rêber Apo. Ji bo wê jî dema heval tên beşdar dibin, dema van rastiyan di şexsê Rêber Apo de dibînin, êdî amade ne werin dahûrankirin. 

Wateya hezkirinê ya ku ji civakê fêr bûbû, dema tê beşdarî nava tevgera Apoyî dibe, vê carê naskirina Rêber Apo û di heman demê de pênaseyên Rêber Apo yên jin, mêr, civakê, rêya hîn rasttir a hezkirinê nîşan da. Mesela, pêwendiya jinê bi jinê re, yanî jin çawa dikare ji jinê hez bike, jin dikare jinê mezin bike, jinê bi îrade bike, bi hev re çawa dikare xwe bi rêxistin bike, bigihêje asta ku xwe û civaka xwe bi rêxistin bike; bi têgihiştina van re hevala Feraşîn êdî gavên ber bi azadiyê ve diavêt.

Di pêşengiya civakê de hevala Feraşîn roleke mezin lîst. Ji ber vê yekê hevala Feraşîn di demeke kurt de li nava rêxistinê gavên mezin avêt. Êdî xwe ava dike. Hewl dide ku ji aliyê fikrî ve xwe bi pêş ve bibe, bi taybetî di salên dawî de li ser zanista jinê sekinî. Hewl da fermandariyê jî bi rengê jinê bike. Di heman demê de di fermandariya xwe de keseke adil bû. Hevala Feraşîn xwedî vê kesayetiyê bû.

Dema mirov qala hevala Feraşîn bike, mirov nikare tenê weke kesekê binirxîne. Dema ku mirov qala hevala Feraşîn bike mirov qala tevahiya civakê dike, qala nasnameya jinê dike, qala pêşengiya ji civakê re dike. Hem bi ruh, hem bi rêxistinbûyînê, hem bi têkoşînê, hem bi îradeyê, hem bi rêveberî û fermandariya xwe êdî giştî ye. Mirov dikare weke jiyan, têkoşîn û şehadeteke komunal pênase bike. Hevala Feraşîn ji komuna şehîdên me yên pêşeng ê jin e.

Wekî din, moral û coşa xwe ji gavên xwe yên azadiyê digirt. Her roj dema wate dida têkoşîna xwe, wate dida xebatên ku dikir, wate dida pêşketinên li nava civakê çêdibû, li nava jin û ciwanan çêdibû hîn bêhtir bi coş dibû ku ber bi pêş ve biçe. Ji karê xwe moral digirt. Navenda coşa hevala Feraşîn fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Li gorî vê jî rojane beşdarî kar û jiyanê dibû.

Birêxistinkirina civakê, fêrî parastina cewherîkirin, fêrî gavên azadiyê kirin, çawa xwe nas bike, çawa nasnameya xwe nas bike, çawa civaka xwe, welatparêziya xwe zanibe û li gorî wê têbikoşe, ev yek tê wateya fermandariyê, tê wateya rêvebirin, tê wateya pêşengtiyê. Li Rojhilatê Kurdistanê li gelek deverên ku hevala Feraşîn maye, gel hevala Feraşîn bi vî rengî dibîne. Wê hevala Feraşîn ji niha û pê ve jî bi vî rengî zanibe. Tişta ku kiriye, tiştên li pey xwe hiştiye, berhemên ku li pey xwe hiştiye, hevaltiya ku hiştiye, hezkirina ku hiştiye, fêhm û feraseta ku hiştiye heta li ser axa Kurdistanê, li binarê çiyayên Zagros û Torosan jiyanek hebe hevala Feraşîn jî wê bê bîranîn. Li Makû bi xwe jî niha gelek zarok hene bi navê hevala Feraşîn in, wê gelekî navê hevala Feraşîn rakin. Ne tenê li Makû, li gelek cihên din ên Kurdistanê wê bi vî rengî be, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber ku weke pêşenga sembola jiyana azad tê dîtin.

Ji bo hevala Feraşîn mirov çiqasî biaxive, kesayetiya wê vebêje wê kêm bimîne. Ji ber vê em hevala Feraşîn careke din bi bîr tînin, bejna xwe li ber mezinahiya hevala Feraşîn ditewînin. Careke din rêz û silav li malbata wê, li hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dişînin. Sersaxiyê ji hemûyan re dixwazin. Serê Rêber Apo sax be, serê tevahiya gelê me sax be. Hevala Feraşîn wê her tim di dil, ruh û fikrê me de be. Di jiyana me de wê jiyan bike. Em ê hevala Feraşîn di hemû gavên xwe yên têkoşînê de bidin jiyankirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Estarrona: Azadiya Abdullah Ocalan garantiya pêvajoyê ye
Nûçeya Pişt re Fonên ji bo cihêrengiya biyo bi milyaran dolarî kêm e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Trump hişyarî da ku wê şer giran bibe

Serokê nû yê DYE'yê Trump di ser dîlgirtiyên Îsraîlî re gef li Hamasê xwar û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin

3 kesên ku li Îzmîrê 7’ê Mijdar di encama operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Em bi ruhê 8’ê Adarê berxwedanê mezin bikin!

Bi hezaran kes beşdarî mitînga 8'ê Adarê ya li Êlihê bûn. Di mitîngê de hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Salvegera Serhildana 12’ê Adarê: Şehîd bûn meşaleya şoreşê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dronek li baregeha Qesrik a Koalîsyonê ya li Hesekê hat xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Peyamên sersaxiyê ji bo Salih Muslim

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Rûsyayê qutbûna înternetê rê li ber ’gotegotên derbeyê’ vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?