Rûsyayê piştrast kir ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji Sûriyeyê derketiye. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyanî da û ragihand ku Esad di encama muzakereyan de biryar da ku dest ji wezîfeya xwe berde û welêt biterikîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Esad ferman da ku desthilatdarî bi rengekî aştiyane were dewrkirin û welêt terikand.”
Nehat gotin ka Esad li kuderê ye û hat diyarkirin ku Rûsya beşdarî hevdîtinên têkildarî çûyîna Esad a ji welêt, nebûye.
DYE’YÊ PEYAMA MAYÎNA LI SÛRIYEYÊ DA
Berpirsyarê Rojhilata Navîn a Wezareta Parastinê ya DYE’yê Daniel Shapiro jî piştî geşedanên li Sûriyeyê ev daxuyanî da, “Em ê hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê, bidomînin.” Shapiro yê ku li paytexta Bahreyn Manamayê axivî, destnîşan kir ku 900 leşkerên wan ên li rojhilatê Sûriyeyê wê mayîna xwe ya li welêt, bidomînin.