Doktrîna şer a nû ya ya li ser jiyana mirovan biryarê dide, êdî ne xeyala zanistî ye, weke rastiyeke roja me li qadê tê sepandin. Pergalên hişê çêkirî yên Îsraîl li Xezeyê bi kar tîne, bi hezaran kesî weke ‘’hedef’’ nîşan dike û lîsteyên bombebarandinê pêk anîn. Heman pergalên çekên otonom li Ûkraynayê jî yên bikaranîn û Çînê jî di merasîma meşa leşkeran de hatin nîşandan.
Li gorî pisporan, talûketirîn aliyê van çekan ew e ku bêyî çavdêriya însanan dikarin biryara kuştinê bidin. Pergalên otonom ên gelekî ji ÎHA’yên ji dûr ve tên kontrolkirin cudatir in, li ser daneyên weke rêçên germahiyê û qalibên livînê dixebite û dema ku ew dane weke profîlên hatine naskirin bin, bi awayekî otomatîk guleyan berdide. Di vê pêvajoyê de ne nirxandineke exlaqî ne jî qîmeta jiyana însanan tên hesabkirin.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, nîşan dan ku hişê çêkirî di îmhaya girseyî de çawa hatiye bikaranîn. Artêşa Îsraîlê li gel pergalên algorîtmîk ên bi navê The Gospel û Where’s Daddyê kesên ku dihatin îdîakirin ku endamên Hamasê ne û binesaziya sivîl li lîsteya xwe ya hedefê zêde kirin. Hate ragihandin ku ev pergal, kêliyên li malê yên li gel malbata xwe yên kesên ku hedef girtine, tespît dike û dema êrîşê diyar dike.
Rayedarên îstîxbaratê yên Îsraîlî, qebûl dikin ku di van pergalan de nêzîkî sedî 10 rêjeya xetakirinê heye û îtiraf kirin ku ji bo kutina her ‘’milîtanên astkêm’’ 15 yan jî 20 sivîl, ji bo hedefên pilebilind jî zêdetirî 100 sivîlan weke rêjeyeke ku ‘’dikare were qebûlkirin’’, dinirxînin. Ev rewş, ji aliyê mafparêzan ve weke ‘’komkujiya li gel hişê çêkirî’’ tê pênasekirin.
REJÎMEKE TUNDIYÊ YA HESAB JÊ NAYÊ PIRSÎN
Aliyekî din ê krîtîk ê şerê algorîtmîk ew e ku berpirsiyarî ji holê tune dibe. Wê hesaba sivîlekî ku di encama hedefgirtina şaş de hatiye kuştin, ji kê were pirsîn? Wê ji kesê ku ew nivîsbarî amade kiriye, fermandar yan jî kesê ku biryara siyasî standiye, were pirsîn? Nediyariya hiqûqî, ji bo dewletên ku van pergalan bi kar tînin weke zirxeke parêzbendiya fiêlî ye.
Tevî ku çekên otonom ji sala 2013’yan ve ye di rojeva navneteweyî de ye jî lihevkirineke bendîkar nehatiye îmzekirin. Koma pisporan a di bin banê Neteweyên Yekbûyî de hatiye avakirin û ji sala 2017’an ve ye bi awayekî rêk û pêk dicive, ji ber astengkirina hêzên leşkerî yên welatên weke DYE, Îsraîl, Rûsya û Hindistanê nekarî pêşketineke şênber bi dest bixe.
Di Kanûna 2023’yan de biryara hejmar 78/241 a Desteya Giştî ya NY’ê qebûl kir û biryara hejmar 79/62 ya di sala 2024’an de hate qebûlkirin, cara ewil li hemberî çekên otonom îradeyeke gerdûnî hate nîşandan. Di vê pêvajoya ku 152 welatan piştgirî dayê de, di hevdîtinên li New Yorkê ên Gulana 2025’an de mijarên weke exlaq, mafênmirovan û rîskên ewlehiyê hatin nîqaşkirin. Sekreterê Giştî yê NY’ê, Komîteya Xaca Sor a Navneteweyî û gelek rêxistinên civakî bang kirin ku heya sala 2026’an lihevkirineke bendîkar were îmzekirin.
BANGA ‘’SEKINANDINA ROBOTÊN KUJER’’
Campaign to Stop Killer Robots a ji sala 2012’yan ve dixebite, zêdetirî 270 saziyên ji zêdetirî 70 welatan tîne ba hev. Kampanya dibêje ku bila pergalên ku bi awayekî rasterast însanan hedef digirin yan jî bêyî çavdêriya însanan dixebitin, bi temamî werin qedexekirin û hemû pergalên din jî bi qanûnên giran werin sînordarkirin.
Li gorî pisporan, ger ev çek belav bin û normalîze bibin wê piştre bi tu awayî neyên kontrolkirin. Dibe ku teknolojî bêveger be lê belê dikare bi îradeya siyasî were kontrolkirin.

