Gerîlayên YJA Starê bi boneya 8’ê Adarê bi dirûşmeya “Rêxistinbûna Jin Komînalîteya Me Ye” şahiyek lidar xistin. Di dirêjahiya şahiyê de me hest û nêrînên gerîlayan girtin. Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen girêdayî girîngiya vê rojê ji ajansa me re axivî. Fermandar Şafak Aryen di nav nirxandinên xwe de cih da wateya roja 8’ê Adarê.
Fermandar Şafak Aryen di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Bi daxwaza jiyanek azad roja têkoşînê li hemû jin û dayikan pîroz dikim. Her çendîn Rêber Apo pîrozbahiya 8’ê Adarê weke neheqî û kêmayînekî dinirxîne û tenê rojek ji bo jinan red dike, lê di encama keda bi salan a Rêber Apo de hemû dem bûye dema jinan û ev yek jî weke serdema lehengiya jinê da pênasekirin.”
Şafak Aryen di nava nirxandinên xwe de bal kişand ser şerê cîhanê û wiha da diyarkirin: “Carek din şerê cîhanê Kurdistan kiriye navenda xwe û ev vegeriyaye şerekî pir kûr. Her çend gelek hêz cihê xwe di vê şerî de bigirin jî, lê di esasê xwe de ev di nasnameya bîrdozî de weke eniyekî were destgirtin wê zêdetir wateya xwe bigire. Bêguman ev jî di cewhera xwe de şerekî li dijî paradîgmaya Rêber Apo ye.”
Şafak Aryen li gel vê şerê kûr ku li herêmê tê meşandin, têkoşîna jinan jî nirxand û wiha anî ziman: “Di Serdema Qehremantiya Jin de felsefe û pîvana jina azad weke encam bi xwe re afirand û ev jî bi neteweya demokratîk ku weke nasnameya jina azad hate destnîşankirin. Li beramberî vê yekê di şexsê jin de giştî pirsgirêka civakê dayîna çareserkirin esasê têkoşînê ye. Modela azad a ku em qalê dikin li Rojavayê Kurdistanê hatiye rûnişkandin; li beramberî vê pergal bi her awayî êrîşên xwe pêş dixe, ev êrîş jî li beramberî jiyana demokrat e. Di sala 1998’an de jî Rêber Apo bîrdoziya rizgariya jin weke diyarî ragihand. Di wê demê de jî Rêber Apo êrîşên li ser jin û qeyranên ku wê rû bidin anîbû ziman û xelasiya civakê bi ya jin re pênase kiribû.”
Di şexsê jin de bi giştî polîtîkayên ku li ser civakê têne meşandin pêdivî bi parastina cewherî heye. Şafak Aryen li ser vê yekê jî nêrînên xwe wiha parve kirin û got: “Hêzên hegemon bi tepisandina jinê dikarin civakê teslîm bigirin, bi tepisandina jinê ve dikarin temenê xwe dirêj bikin. Ev jî hem ji pêşeng û serdema jinê, hem jî ji gelê ku xwe li ser vê hişmendiyê bi rêxistin dike tolgirtin e; her wiha pergala xwe di nava şerê cîhanê de ferzkirin e. Ji bo ku ev vala bê derxistin jî bi jina ku xwe avakiriye ve pêkan dibe. Weke baskên parastinê, hebûn û nirxê xwe encax bi parastina cewherî ve dikare bi encam bibe. Jin pîvanên serkeftinê daye diyarkirin, lewra em ê carek din nebin qurbaniyê tu kesî.”
Fermandara YJA Starê Şafak Aryen bi pîrozkirina roja têkoşînê û soza jiyana azad ve dawî li nirxandinên xwe anî: “Felsefeya me ji êrîşkarên jinan tolgirtin e. Bi pergala neteweya demokratîk ve xwe avakirin ji bo me bingeha têkoşînkirinê ye. Soz û peymana ku me daye şehîdan em ê bi afirandina jina azad ve bînin cih; bi dilsoziya Rêber Apo ve hemû jinên ku bûne qurbanî tola wan rakin.”

