Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan ê ÎHD’î: Girtîgehên bi tîpa nû tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bîranînên şehîdan ên li Êlih û Semsûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêxistinên Jinên Kurdistanê peyama ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Şoreş pêvajoyeke zindî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin
Jin

Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig di pîrozbahiya 8’ê Adarê de axivî û got: "Rêber Apo hişmendiya 8’ê Adarê bi me da nasîn û wateya 8’ê Adarê ji bo me derxist pêşberî dîrokê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Îro çiyayên Kurdistanê şahidiya heybet, coş û morala gerîlayên YJA-Starê dike. Pîrozbahiya ku ji hêla gerîlayên YJA-Starê ve di roja 8’ê Adara 2026’an de hat lidarxistin, wekî diruşmeyeke azadiyê xweza û asîmanê Kurdistanê xemiland. Gerîlayên YJA-Starê bi amadekariyên mezin û bi coşeke bilind pîrozbahiya 8’ê Adarê li dar xistin.

Pîrozbahiya ku bi beşdariya Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig li çiyayên Kurdistanê pêk hat, di dîroka azadiya jinên Kurd de bû gaveke nû ya biryardariya azadiya jinên cîhanê. Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig beriya şahiya gerîla dest pê bike, bi hêzên YJA-Starê re civîneke berfireh li dar xist.

Fermandar Zozan Çewlig ji pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk heya êrişên li ser Rojava, êrişên li ser birdoziya rizgariya jinan, gelek mijarên girîng girtin dest. Nirxandinên ku bi pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dest pê kirin, li gel biryardariya bilindkirina têkoşîna azadiya jinan berdewam kirin. Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig wiha xîtabî artêşa Star kir:

“Em îro wekî şervanên azadiyê û gerîlayên jin ji bo 8’ê Adarê, bi hev re vê rojê pîroz bikin hatine gel hev. Hemû heval dizanin ku yê ku hişmendiya 8’ê Adarê bi me da nasîn û wateya 8’ê Adarê ji bo me derxist pêşberî dîrokê, Rêber Apo ye. Em berî her tiştî minetdarên Rêber Apo ne. Berî her tiştî em 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin. Em silavên xwe, hezkirinên xwe û girêdanbûyîna xwe ya bêdawî ji bo Rêber Apo dişînin. Bêguman roja 8’ê Adarê bi berxwedana jinan hatiye qezenckirin.

Em di şexsê fermandar û pêşenga xwe rêheval Sara (Sakîne Cansiz) , Besê Anûş , Hanim Yaverkaya, Binevş Agal, rêheval Bêrîtan, Azîme, rêheval Zîlan, Sema Yûce, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bêrîvan û Ronahiyan, fermandara me rêheval Delal, rêheval Armanc, Leyla, Rojîn, Gulçiya, Baharîn, rêheval Edesa, rêheval Berwar, fermandara me ya leheng Emîne Erciyes, rêheval Berfîn Nûrhaq de û dîsa rêhevalên me yên fedaî rêheval Rûken û Sara, rêheval Asya û Rojger, Fîkrî Baygeldî, Mordeman de û heman demê di dîroka herî nêz de di şexsê fedaiyên Şêx Meqsûd rêheval Denîz û Ziyad de, rêheval Faraşîn û Rojbîn de, em careke din tevahî şehîdên xwe yên qehreman û leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din li hember şehîdên têkoşîna azadiyê bi wesîleya 8’ê Adarê wekî şervanên azadiyê, ji bo ku têkoşîna fedaiyên Kurdistanê, fedaiyên doza azadiyê bi ser bixînin, soza xwe dubare dikin.

Em wekî şervanên azadiyê yên Tevgera Azadiya Jinan, bêguman di pêşengtî û Rêbertiya Rêber Apo de em ê li mîrateya 8’ê Adarê xwedî derkevin. Jixwe em xwe wekî mîrateya wan dibînin. Em xwe wekî berdewama berxwedana 8’ê Adarê dibînin. Em ne tenê bi navê jinên Kurd, bi navê tevahî jinan îro pêşberî dîrokê ne û em bi navê tevahî jinan ji pergala desthilatdar hesab dixwazin. Tevahî hêzên desthilatdar wekî kujerên klasîk, tevahî gelan dikin nava şer, bi îmha û înkarê re rû bi rû dihêlin.

Em îro di şerê cîhanê yê sêyemîn de ne. Di pêvajoyeke wisa de me salek li dû xwe hişt. Rêber Apo li hember siyaseta şer, di 27’ê Sibatê de bi navê ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ bangawaziyeke dîrokî kir. Ev bangawaziya dîrokî saleke xwe tije kir. Li hember tarîtî û şerê dagirkeriyê, ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî jinan, ji bo gelê herêmê ev pêngava Rêber Apo careke din bû hêviyeke mezin. Li hember vê tarîtiyê bû ronahiyek, bû hêviyek. Pêvajoya ku em niha tê de derbas dibin, em wekî hêzên parastinê ji nêz ve pêşketinan dişopînin. Di vê pêvajoya dîrokî de, pêşengtî û nirxê ku têkoşîna azadiya jinê derxistiye holê, em di vê îddîayê de ne ku em vê mîrateya ku hebûn û nasnameyek ava kiriye, em ê her tim zêdetir bi ruhê ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi têkoşîna xwe bibin serketinê. Em vê îddîayê nîşan didin.

Em dibêjin: ‘Bijî Têkoşîna Azadiya Jinan û Şoreşa Jinan,
Bijî Neteweya Demokratîk,
Şehîd Namirin,
Jin Jiyan Azadî,
Bijî Rêber Apo!’”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin
Nûçeya Pişt re 400 malbatan berê xwe dan Efrînê; Parêzgarê Hesekê: Em ê vegerê bişopînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Li hember qetilkirinan jinan em yekîtiya xwe xurt bikin’

Federasyona Gaziyên Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tundiya li ser jinan daxuyanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîlê li Şamê bombe li depoyeke çekan barand

Hat ragihandin ku Îsraîlê roja Yekşemê di saetên zû yên siharê de li herêma Şamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan

Bi hezaran xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?