Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Naqqarînê 270 cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helsînkiyê şahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şahîn: Gel dixwaze pêvajo bi aştîyê bi encam bibe
Kurdistan

Şahîn: Gel dixwaze pêvajo bi aştîyê bi encam bibe

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku gelê Kurd bi xurtî xwedî li pêvajoyê derdikeve û got: "Gel dixwaze pêvajo bi aştiyê bi encam bibe. Lê ji ber bêdengiya dewletê gel bi fikar e." 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de di çarçoveya “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” bêyî navber civînên gel tên lidarxistin. Di çarçoveya civînên “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Amedê serdana 8 hezar malan hat kirin û zêdetirî 200 civînên gel hatin lidarxistin. Di civînên gel de daxwaza hevpar a gelan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avêtina gavên şênber a dewletê di çareseriyê de bû.

 

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn der barê civînên gel ên li Amedê de ji ANF’ê re axivî. Şahîn anî ziman ku di rewşa heyî de li Rojhilata Navîn pêvajoyekî guhertîn û veguherînê ya cidî heye û got: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan yek ji kesên ku Rojhilata Navîn herî baş dixwîne ye. Têkildarî vê guherîn û veguherînê pêvajoyek da destpêkirin. Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd timî jidil nêz bûn. Xwest siyaseta demokratîk bike jiyanî. Ev daxwaz bi awayekî pir cidî bersivên xwe dît.

Wekî hûn dizanin, li vê derê sedemek têkoşîna 52 salî, têkoşîna çekdarî ku zêdeyî 40 sal in dewam dike heye. Ev sedem hebûna gelê Kurd eşkere dikir. Di rewşa heyî de hebûna gelê Kurd hat îspatkirin. Hate diyarkirin ku piştî vê saetê ji çekê zêdetir, divê biaxivin, siyaseta demokratîk jiyanî bikin û birêxistin bikin. Xebatên ku niha tên kirin jî bi vî awayî dewam dikin.”

JI BO PÊVAJOYÊ PIŞTGIRÎ JÎ HEYE, FIKAR JÎ

Şahîn ragihand ku di fêmkirin û nirxandina pêvajoyê de gel xwedîderketineke xurt nîşan dide û wiha pê de çû: “Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir, ev bang ji aliyê her kesî ve bi bendewariyeke hem bitevdîr hem jî bi hêvî hate pêşwazîkirin. Me jî bi destpêkirina pêvajoyê re dest bi serdanên malbatan kir. Di wê demê de serdana zêdeyî 8 hezar malan hatin kirin. Piştî ku bi deh hezaran kesan re hevdîtinên rû bi rû hatin kirin, divîyabû pêvajoyeke ji bo avakirina civaka demokratîk dest pê bike.

Di 9’ê Tîrmehê de ji aliyê Birêz Ocalan ve bangekî din jî hat kirin. Piştî 26 salan cara ewil bangekî bi dîmen hate kirin. Piştre di 11’ê Tîrmehê de merasîma şewitandina çekan hate lidarxistin. Ev jî nîşaneya jidilbûnê bû. Ev nîşaneya jidilbûnê ne tenê li ser Kurdan bandorek mezin  li ser gelên Tirkiye û cîhanê jî kir.

Me jî bi vê pêvajoyê re ji bo avakirina civaka demokratîk xebatekî da destpêkirin. Dema ku me vê xebatê kir, me bi gelê xwe re tevger kir. Li seranserê Tirkiyeyê planlamaya 2 hezar civînan hate kirin û me zêdeyî 2 hezar civîn pêk anî. Me li Amedê jî zêdeyî 200 civînan pêk anî.

Tişta ku di van civînan de derket pêşiya me ew bû ku polîtîkayên netew-dewlet ya sed salî bi yekbûna asîmîlasyonê re li ser civakê xerakirinên pir cidî afirandiye. Hate dîtin ku ev xerakirin çûye astekî bêveger. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gava xwe re avakirina xwişk-biratiya hezar salî ji nû ve û bê ka jiyana hevpar çawa bibe eşkere kir.”

‘HESRETEKÎ CIDÎ JI BO AŞTIYÊ HEYE’

Abbas daxwazên sereke yên gel ku di civînan de derketin pêş wiha vegot, “Yek ji daxwazên herî mezin ên ku di civînan de derketin ew bû ku divê gavên hevbeş bêne avêtin. Hate gotin ku li welatekî wekî li Tirkiyeyê ku dibe ku pêvajo bi awayekî cidî werin sabotekirin, divê li hemberî vê yekê baldarî hebe. Qala bêbaweriyekî dihate kirin.

Di bingeha vê bêbaweriyê de me dît ku em di nava pêvajoyeke de ne ku avaniya dewletê ku naxwaze dev ji fêrbûnên xwe yên sed salî berde, dibe di pêşwazîkirina daxwazên gel de kêm bimîne, heta daxwazên gel ji nedîtî ve were heye.

Lê gavên ku hêdî hêdî hatin avêtin û pêvajoya ku pê re derket nîşanî me da ku êdî pevçûn çênabin, xwîn nayên rijandin û çavkaniyên welat ji bo şer naçe. Ev xak ji xwîn û rondikan têr bû. Gel dixwaze pêvajoyê bi aştiyê re bi encam bibe.”

‘DIVÊ ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA SIYASETA DEMOKRATÎK WERIN RAKIRIN’

Abbas Şahîn bal kişand ser komîsyona ku wê têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li Meclîsê were avakirin û wiha got: “Xebatên komîsyonê me kelecan dike. Pêwîstbû guherîn û veguherînên qanûnî hebûn.

Ji bo guherînên qanûnî pêvajoya komîsyonê hate destpêkirin. Bi îhtîmaleke mezin komîsyon wê bi meha Tebaxê re dest bi xebatên xwe bike. Divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin. Bendewariyên cidî yên civakê hene. Ji beriya her tiştê divê ev xerabûna ku civak dijî, ji holê were rakirin. Ji bo pêkanîna aştiyekî bi rûmet divê gavên pêwîst demildest bêne avêtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê çalakiya ‘Ji bo aştiyê zîncîra mirovan’ hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re Hikûmeta Îsraîlê 430 hezar leşkerên cîhgir wê seferber bike!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevan Aslan û Candemîr hatin binçavkirin

Li Wanê di operasyona qirkirina siyasî de rojnamevan Arîf Aslan û Oktay Candemîr hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Heyva Sor a Kurd koçber tedawî kirin

Heyva Sor a Kurd çû serdana malbatên Koçber ên li Kobanê û ew tedawî kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo beşdariya li pêşbirka Şehîd Denîz Firat bang hate kirin

Ji bo beşdariya li pêşbirka çîrok, helbest û wêneyan a Şehîd Denîz Firat banga dawî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?