Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), panelek bi sernavê “Sûriye, Rojava û meseleya Kurd” li dar xist. Ji bo panela ku li Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) pêk hat, gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya DEMê Mithat Sancar, di panelê de wiha axivî: “Mirov dikare rêyekê bişopîne ku dûrahiya navbera daxwazên me û rastiyê veke. Pêvajoya li Tirkiyeyê bi têgihiştina kişandina meseleya Kurd a ji zemîna çek û tundiyê ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve dest pê kir. Banga Ocalan di vî alî de bû. Sernavekî vê bangê heye: Aştî û Civaka Demokratîk. Aştî, bidawîkirina şer e; civaka demokratîk jî, ji bo ku aştî ji bo tevahiya welat bibe mayinde, çêkirina sererastkirinên demokratîk e. Di hin derdoran de bendewariyên ji pêvajoyê pir bilind tên girtin. Hem bidawîbûna şer hem jî çareserkirina yekser a meseleya Kurd. Girêdana vê bi xwezaya pêvajoyê re zehmet e, lê eşkere ye ku divê armanc ev be.”
Di vê rêyê de tê meşîn lê meş hêdî ye. Piştî bangewaziyê, biryara danîna çekan û xwefesixkirina rêxistinê girîng bû. Lê ev nayê wê wateyê ku ev biryar bi entegrasyonê re pêk hatiye. Ji bo danîna çekan, ji bo neaktîvbûna wan, di gel vê yekê sererastkirineke hiqûqî û gaveke siyasî pêwîst e. Di vê mijarê de gaveke şênber hewce ye.
Paqijkirina meseleya Kurd ji tundiyê bi serê xwe nabe, nêzîkatiyeke yeklingî nabe; divê ev di heman demê de bi mercên ku siyaseta demokratîk bi awayê herî berfireh azad dike, bê meşandin. Heke tundî bi dawî bibe, dê siyaset bikeve şûna wê. Ne rast e ku mirov li bendê be ku tevî çekan, armancên xwe jî berdin. Ji ber wê, divê şert bên afirandin ku ev armanc di siyaseta demokratîk û di asta hiqûqî de bên pêkanîn. Niha em di vê qonaxê de ne. Me serdemeke şer a ku nêzî 42 salan e jiya û gelek reftarên me li gorî merc û rastiyên serdema şer teşe girtin. Çi alîgir an endamê rêxistinê be, çi opozîsyon an jî neyarê wê be, tu kesî nedikarî bêyî ku rêxistinê li ber çavan bigire siyasetê bike. Wekî referanseke ku hem girseya xwe hem jî neyarên xwe bi awayekî cidî bandor dikir, li wir disekinî. Heke ji niha û pê ve qonaxa avakirina çareseriyê û mayindekirina aştiyê be, berpirsiyariya her kesî bi awayekî zelaltir û girantir derdikeve holê. Ji bo rûniştandina bingehên çareseriyê û mayindekirina aştiyê, berpirsiyarî ji asta berwarî derbasî asta tîk dibe. Yanê li hemû beşên civakê belav dibe.
Derbarê sedemên van biryarên Ocalan û PKK’ê de daxuyanî hatin dayîn. Biryareke wiha heye û ev biryar me datîne ser xaleke dîrokî. Ne tenê rêxistinê, wekî tevahî civaka Tirk, hemû civaka Tirkiyeyê. Niha dema ku mirov bi ezber û edetan tevbigere, heke cihê ku em gihîştine hesta ku em di çareseriyê de bi pêş ve diçin nede avakirin, ev dibe sedema hestên din ên wekî hêrs û diltengiyê. Lê belê, niha dema tevgerîna bi hişmendî û berpirsiyariyeke kolektîf a pir bi hêz e.

