Îro şandeyek ji DEM partî û parlementerên wê û TJA`ê ji bo amadebûna oxirkirina cenazeyê Endamê Desteya Rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Salih Muslim de, gihiştin bajarê Kobanê û li navenda Rêveberiya Xweser ya bajarê Kobanê hatin pêşwazîkirin.
Hevberdevka inisiyatifa Yekîtiya Demokratik Gulcan Kaçmaz Sayyiğit daxuyanî da û got ku ew dê li ser riya Salih Muslim bin û heta dawiyê jî xwedî li mîrateya wî derbikevin.
Gulcan anî ziman ku ew dê xeta şehîd Salih Muslim bişopînin û got: “ Bavê Welat kesê dilnizm, dildarê ax û ziman û çanda xwe, şehîd bû. Em jî weke şande em li ser axa pîroz in î ji bo em di merasîma şehîd de amade bin.”

