Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28’ê Kanûna 2024’an de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kiribûn. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin pêk dihat, piştî hevdîtina li Îmraliyê bi partiyên siyasî yên li Meclisê, siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kirin.
Hat zanîn ku şandeya Îmraliyê ji bo cara duyemîn bi Rêber Apo re hevdîtinê bike dê îro biçe Girava Îmraliyê.