Di çarçoveya bicihanîna peymana 30’ê Çile ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, îro hejmarek sînordar a hêzên ewlekariyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyeyê di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê de derbasî bajarê Qamişloyê bûn.
Li gorî peymanê, endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên hikumetê û yên herêmê wê li ser entegrasyonê kar bimeşînin.
Duh jî hejmareke hêzên ewlekariya hundirîn ên hikumeta demkî derbasî Hesekê bibûn.

