Şandeya hunermend û rewşenbîrên Kurd ji bo piştgiriya berxwedana gel berê xwe dabû Rojava. Şande ji hunermend Diyar Dêrsim, Şemdîn, Gulbahar Rahîm (Jala), Luqman Salim Fattah, werzîşvan Denîz Nakî, rojnamevan Danyal Cemalî, hunermend Rênas Lezgîn Saadî û nivîskar Kakşar Oremar pêk tê.
Şandeyê duh serdana Pakwerangeha Şehîd Delîl Saroxan kiribû û îro jî serdana Kongra Star kir. Şande ji hêla berdevka Kongra Star Rîhan Loqo û endamên wê Star Gulistan Gulo, Ronahî Hesen û Rûken Ehmed ve hate pêşwazîkirin.
Rîhan Loqo bixêrhatina şandeya hunermed û rewşenbîran kir.
Hunermed Diyar Dêrsim jî got: “Her ku em diçin cihekî em kelecaneke nû dibin. Wateya wê kelecanê heye. Nirxên vê şoreşê hene, ez bi xwe jî wek hunermend her daxwaza min ew e hunermendê gelê xwe bim. Şoreşa me şoreşa jinan e û bi fikra Rêbertî ye. Hêviyeke pir mezin heye û em jî ji fikra ku Rêbertî daye jinan, fêr dibin.”
Her wiha Hozan Şemdîn jî diyar kir ku ev hemû destkeftî ji fikrên Rêber Apo ne.
Hunermend Luqman Salim Fattah jî diyar kir ku jin di her qadê de cihê xwe digirin û got: “Ev yek serkeftin e ji bo me. Şoreşa Rojava dê bi têkoşîna jinan bi ser bikeve.”
Gulbahar Rahîm jî destnîşan kir ku hêza jinan dihêle civak li derdora hev kom bibe û got, “Ev cihê şanaziyê ye. Şoreşa Rojava, bi şoreşa jinan tê naskirin û ev yek jî bûye nimûneyek ji bo cîhanê.”

