Şandeyek ji dehan endamên Rêxistina Alîkariyê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (WFD) pêk tê, serdana Kobanê kir
Şandeyê bi nûnerên saziyên av, tenduristî, ceyran, perwerde, înternet û aborî re hevdîtin kirin. Nûnerên saziyan bandorên dorpêça li ser bajarê û rewşa koçberan bi şandeyê re parve kir. Ji wan xwest ku rewşê ji nêzî ve bişopînin û bibin bersiv.
Pişte nîqaşkirin rewşa Kobanê ya di dorpêça giran de şandeyê sardana dibistan, baxçeyên zarokan, firne û mizgeft ku koçber lê dimînin, kir û rewşa wan şopand.

