Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mersînê têkildarî hilbijêrên beriya hilbijartina 31’ê Adarê li navçeya Akdenîzê hatine veguhestin li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Mersînê Reşat Aşan got ku ew li dijî kesên îradeya gel xesp dikin li qadan e û dê tevî hemû hîleyan jî Şaredariya Akdenîzê bi dest bixin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan jî da zanîn ku Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î Mûstafa Gultak û Midûrê Emniyetê yê Navçeyê Ebûbekir Fîl jî di demên berê de li navçeyeke din xuya dikirin lê bi nêzbûna hilbijartinê re qeydên wan li navçeya Akdenîzê hatine veguhestin. Bozan, wiha domand: “Gultak, li navçeya Yenîşehîrê dijiya. Ew jî di nav de qeydên 28 endamên malbatê li taxa Dîkîlîtaş a Akdenîzê veguhestiye.”
Bozan, diyar kir ku Gultak piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê qeyda xwe veguhestiye navçeya Akdenîzê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bawerim êdî bawere ku dê têk biçe lewma pêdivî bi veguhestina dengê xwe û malbata xwe dîtiye. Anku ewqas bêçare ne. Dê DEM Partî dawî li kirêgiriya AKP’ê ya li Akdenîzê bîne. Ebûbekir Fîl jî yek ji ‘hilbijêrên xeyalet’ e. Li Mezîtliyê rûdinişt lê qeyda xwe veguhestiye Taxa Sîteler a navçeyê. Wî jî tevî xwe qeydên 11 endamên malbata xwe veguestiye. Piştî vê tespîtê hevalên me sê rojan li pey hev çûn wê navnîşanê. Lê tu kes li ser wê navnîşanê xuya nedikir.”
Bozan, got ku ew sozê didin xelkê Akdenîzê ku dê heqê wan nedin xwarinê û axaftina xwe wiha qedand û li dijî veguhestina hilbijêran a bi awayekî derusûlî ev tişt rêz kir:
“* Li ser îtîrazên me yên li dijî qeydên hilbijêran divê tehqîqet jinûve bên kirin.
* Divê derheqê memûrên bi awayeke derusûlî qeydên hilbijêran çêkirin de lêpirsîn bê destpêkirin û peywira wan bê bidawîkirin.
* Divê Wezareta Karên Hundir derheqê Midûrê Emniyetê yê Akdenîzê de lêpirsînê bide destpêkirin û ji peywirê bê dûrxistin.
* Hewceye Şaredarê Akdenîzê di serî ji xelkê navçeyê, ji 85 milyon welatiyan lêborînê bixwaze.”