Sebahat Tuncel a ku ji salên xwe yên ciwantiyê ve di gelek qadên têkoşîna azadiya Kurd de cih girtiye, di warê gelê Kurd û siyaseta Kurd de xwedî cihekî girîng e.
Sebahat Tuncel a ku têkoşîna azadiya Kurd di salên 90’î de di baskên ciwanan ên HADEP’ê de da destpêkirin; di tevgera jinê de, di Meclîsê de wekî parlamenter, di girtîgehan de û îro jî di nav TJA’yê (Tevgera Jinên Azad) de xebatên xwe didomîne, der barê rûbirûbûna xwe de wiha dibêje: “Salên 90’î ji bo min bû pêvajoyeke veguherînê. Di heman demê de pêvajoyeke lêpirsînê bû jî. Rewşa biyanîbûna li nasnameya xwe ya etnîkî, bi awayekî xwezayî di min de rê li ber lêpirsînekê vekir.” Sebahat Tuncel dema behsa jiyana xwe dike, diyar dike ku bi naskirina têkoşîna azadiya Kurdistanê re hişmendiya netewî nas kiriye û nasnameya wê ya sosyalîst bi nasnameya wê ya Kurd re bûye yek.
Me bi Sebahat Tuncel re li ser dîroka têkoşînê wê, tiştên ku jiyane û ezmûnên wê yên di pêvajoya têkoşîna azadiya Kurdistanê de girtine, axivî.
‘YÊ KU HEBÛNA WÎ/Ê TUNE BE, AZADIYA WÎ/Ê JÎ NABE’
Gotinên Rêbertî yên “Me welatparêziya gelê ku navê wî jî nehatibû hildan kir û realîteya Kurd hatiye qebûlkirin” ji bo we çi îfade dike?
Bi rastî ev xaleke pir girîng e; bi ya min ev yek ji xalên herî girîng ên banga 27’ê Sibatê ye. Di nirxandinên der barê PKK’ê ya ku xwe fesh dike de, em dikarin rewşê bi du xalan bînin ziman. Ya yekem, tespîta ku polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê bûne sedema serhildana hemû Kurdan. Kurd bixweber serî hildan; ji ber ku hebûna wan û ew bi xwe tune hatin hesibandin, serî li pêvajoyeke wiha dane.
Ya duyemîn jî nirxandina li ser çareseriya pirsgrêka Kurd e. Tê gotin ku ji perspektîfa mafê diyarkirina qedera neteweyan û bi bandora sosyalîzma real, bi şêwayê avakirina netew-dewletê hatiye şirovekirin. Wek çareserî jî deklerasyona ku wekî ‘Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê’ tê binavkirin, wekî bernameyekê tê pênasekirin. Yek ji faktorên herî girîng ên wê bernameyê naskirina nasnameya Kurd e. Ev mijareke pir girîng e. Jixwe eger sedema derketina şer û pevçûnan înkara hebûna Kurdan be, çareseriya wê jî bidawîkirina vê siyaseta înkarê ye.
Di manifestoyê de mijara ku we behs kir bi kûrahî tê destgirtin. Pir girîng û bi qîmet e ku gelê Kurd ê ku ji gelbûnê hatibû derxistin, ji hebûneke civakî û siyasî hatibû dûrxistin, ji nû ve wekî hebûneke civakî xwe nas bike, ji nava xweliyên xwe ji nû ve ji dayik bibe û di mijara dabînkirina azadiya xwe de derbasî qonaxeke nû bibe. Lewre yê ku hebûna wî/ê tune be, azadiya wî/ê jî nabe.
Bi dîtina min yek ji tespîtên herî bingehîn ev e. Tiştê ku siyaseta sed salî ya dewleta Tirk diyar dike jî ev e: Tunehesibandina hebûna Kurdan. Heke bala xwe bidin, hê jî nabeje ‘hebûna Kurd’, wekî ‘bi koka xwe Kurd’ pênase dike; ji ber ku naskirina hebûna Kurdan, tê wateya naskirina maf û azadiyên wan jî. Rakirina vê siyaseta înkarê, di warê çareseriya demokratîk û aştiyane de, di warê derketina pirsgirêka Kurd ji serdema şer û pevçûnan de girîng e. Lê ji aliyekî ve ji bo gelê Kurd bixwe jî xaleke pir girîng e.
Gelê Kurd, rastiyeke civakî ye ku wek hebûn xwe îspat kiriye. Bedelên wê giran bûn, lê êdî tevahiya cîhanê hebûna gelê Kurd bi awayekî siyasî qebûl dike. Jixwe di warê çandî de hebû. Bi gotina ‘tune’ gel nayê tunekirin. Lê belê li vê erdnîgariyê, li Mezopotamyayê hewldana tunekirina gelekî qedîm ê bi hezaran salan; tunehesibandina ziman, nasname û çanda wî, sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye. Ez difikirim ku pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk, di heman demê de tê wateya bidawîkirina vê sûcê mirovahiyê û destpêkirina serdemeke nû.
‘SALÊN 90’Î BÛN PÊVAJOYEKA VEGUHERÎNÊ’
We navê Tevgera Azadiya Kurd cara yekem çawa bihîst, we çawa dest bi têkoşînê kir?
Ez di malbateke sosyalîst de ji dayik bûm. Di nav avahiyeke malbatî ya Kurd, Elewî û sosyalîst de mezin bûm; lê belê hişmendiyeke xurt a Kurdewariyê tune bû. Nasnameya sosyalîst a malbata min li pêş bû. Meta min di salên 90’î de beşdarî têkoşînê bû. Wê demê nû çûbû zanîngehê. Di wê heyamê de em di heman malê de diman; ew di pola dawî ya lîseyê de bû, ez û birayê min jî di dibistana navîn de bûn. Piştî ku zanîngeh qezenc kir, dema di betlaneyên havînê de dihat malê, behsa PKK’ê, rastiya Kurd û nasnameya Kurd dikir.
Paşê beşdarî têkoşînê bû û di demeke pir kurt de şehîd ket. Vê yekê hem li ser min û hem jî li ser tevahiya malbatê bandorek kir. Di malbatê de ji aliyê çandî ve Kurdewariyek dihat jiyîn, lê ji aliyê siyasî ve ne Elewîtî ne jî Kurdewarî rastiyeke bi temamî dihat jiyîn nebû.
‘DEMA DAPÎRA MIN BI KURDÎ DIAXIVÎ, MIN JI DAYIKA XWE RE DIGOT EW BI ZIMANEKÎ BIYANÎ DIAXIVE’
Ji ber ku bavê min gelek salan li Almanyayê ma, em li cem kalikê min, li gundê dayika min ê li Guran a Sêwasê man. Di wê demê de her tim bi Tirkî dihat axaftin. Dema bavê min dihat û em diçûn gundê xwe, min di danûstandina bi dapîra xwe re zehmetî dikişand. Dayika min digot ‘Here ji dapîra xwe tiştekî bixwaze’; min jî digot ‘Ew bi biyanî diaxive’. Lê paşê ez pê hesiyam ku di nav têkoşînê de ya ku ji rastiya xwe biyanî bûye ez im. Dapîra min bi biyanî neaxivîbû, ez biyanî bûbûm.
Bi salên 90’î re ev ferqkirin, lêpirsîn û pêvajoyeke hinekî din xwendinê bi xwe re anî. Jixwe ji ber ku hişmendiya sosyalîst hebû min gelek pirtûk dixwendin. Ji dibistana seretayî ve ez di cihekî de bûm ku min pergal dipirsî. Lê di wê demê de min dest bi lêpirsîna hişmendiya Kurdewariyê jî kir. Pêvajoyeke lêpirsînê ya wekî ‘Çi dibe, çima gelê Kurd van pirsgirêkan dijî’ ji bo min destpê kir.
Piştî ku zanîngeh qediya, min li Stenbol Esenlerê di HADEP’ê de di komîsyona taxê de dest bi xebatan kir. Di wê demê de veguherînên ku ji bo min pêk hatin balkêş bûn. Ez hê di salên xwe yên 20’î de bûm û min dixwest di xebatên ciwanan de cih bigirim; lê di xebatên jinan de jî pêdivî hebû. Di wê pêvajoyê de min dest bi xwendina nirxandinên jinan ên Serokatiyê kiribû û hişmendiya min a jinê kûr bûbû kir.
Dema tu têkilî datînî, tu bi vê rastiyê re rû bi rû dimînî ku tu ji nasnameya xwe ya zayendî jî biyanî bûyî. Di nav têkoşînê de her ku tu têkilî datînî, her ku tu dest lê didî veguherîn jî dest pê dike; tu lêpirsînê jî didî destpêkirin. Ev di heman demê de lêgerînek e. Di encamê de xwedîbûna perspektîf û hişmendiyeke sosyalîst, jiyana herî baş û lêpirsînê bi xwe re tîne. Lê belê zehmetiyên ku tu pê re rû bi rû dimînî, te ber bi hevdîtina bi rastiya te bixwe ve dikişîne.
‘DIVÊ MIROV SALÊN 90’Î JI NÛ VE BINIRXÎNE’
Wekî nifşê salên 90’î ku yek ji nifşên herî kêm naskirî yên tevgera Kurd e, çi qewimî?
Pêwîst e mirov wî nifşî ji nû ve binirxîne. Carinan ez difikirim, nifşê me di rastiyê de nifşekî wisa bû ku asîmîlasyon bi kûrahî jiyabû. Piştî pêvajoyeke ku polîtîkayên zext, zor û zilmê yên dewletê û faşîzma 12’ê Îlonê lê hatibû jiyîn, serdemek bû ku tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê lawaz bûbû û tevgera Kurd di salên 90’î de şîn dibû. Hemû di nav hev de bûn.
Ji aliyekî ve atmosfereke siyasî û psîkolojîk a ku polîtîkayên zext û zora dewletê afirandibû hebû; ji aliyê din ve jî tiştekî ku ji civaka Elewî hatinê afirandibû hebû. Maraş hatibû jiyîn, Çorum hatibû jiyîn. Ji aliyê baweriyê ve jî têgihiştina metirsî û tehdîdê heye. Ji aliyê etnîkî ve jî têgihiştina metirsî û tehdîdê heye. Pêvajoyeke bi vî rengî bû. Di dema ku ji bo tevgera sosyalîst pêvajoyeke aloz, lawaz û hê nehatibû ser hişê xwe bû, ji bo tevgera Kurd pêvajoyeke ku têkoşîn herî zêde lê berfireh bûbû, beşdarbûna gerîla ya zêde hebû û têkoşîn pir bilind bûbû. Bêguman bandora vê li ser siyaseta legal jî hebû.
Bi taybetî ji bo azadiya jinê, divê salên 90’î cuda bên girtin. Beşdarbûna xurt a jinê ya di têkoşîna azadiyê de, ya ku ji jiyana civakî hatibû dûrxistin, di malê de hatibû girtin û di nav têkiliyên feodal de hatibû hepskirin; beşdarbûna wê ya gerîla, beşdarbûna wê ya berxwedana zindanan û pêşengtiya wê ya berxwedana li ber girtîgehan ji taybetmendiyên diyarker ên wê demê bûn.
Li dijî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên ku li ser Kurdan dihatin ferzkirin, berxwedan û têkoşînek hebû. Heyecan û coşeke ku wê têkoşînê afirandibû hebû. Di rastiyê de daxwazeke netewî ya xurt a ku bilind dibû hebû. Bi vê re, divê mirov behsa pêvajoyeke ku hişmendiya jinê hêdî hêdî lê derdiket deyne holê. Piraniya wê jî bi riya ciwanan pêş ket. Wê demê dînamîzm û beşdariya ciwanan pir xurt bû.
Di civaka Kurdistanê de armanca gihîştina azadiya gelê Kurd, heyecaneke din û rastiyeke civakî ya din afirandibû. Pêşketineke ku gel bi girseyî tê de cih digirt bû. Ji wê aliyê ve ez difikirim ku tiştekî girîng e. Em behsa pêvajoyeke ku tê de hişmendiya netewî di asta herî bilind de bû, dikin.
‘JIN HETANÎ SALÊN 90’Î DI TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ DE HEVAL BÛN LÊ DI MAL DE JIN BÛN’
Mezinbûna tevgera jinê di salên 90’î de bandoreke çawa li tevgera Kurd kir?
Di salên 90’î de dema têkoşîn bilind dibû, beşdarbûna jinan jî pir zêde bûbû. Di vê xalê de rola Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan pir diyarker bû. Destgirtina hişmendiya azadiya jinê ligel pirsgirêkên azadiya gelê Kurd; nirxandina pirsgirêkên azadiya jinan wekî parçeyekî ji hev neqetiyayî yê vê têkoşînê û bi şîara ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’ wezifedayîna jinan di cihên navendî de, bû yek ji dînamîkên bingehîn ên vê pêvajoyê.
Ew serdem, li qada gerîla li rastî artêşbûna jinê dihat; li qada legal û demokratîk jî, bi beşdarbûna zarokên wan a ji bo têkoşînê re, li derveyî rola kevneşopî roleke din ji jinan re hat dayîn. Modeleke jinê ya ku xwedî îdîaya azadiyê ye û ji bo azadî û rizgariya gelekî têdikoşe, rewşeke din afirand. Jin bi awayekî pir giran beşdarî têkoşînê bûn.
Tiştê ku di wê demê de esas mirov dixist tevgerê, ji hişmendiya zayendî zêdetir, têkoşîna azadiya gelê Kurd bû. Lê belê jinan her ku di nav vê têkoşînê de bi mêran re xebitîn, pirsgirêkên ku ji ber jinbûna xwe dijiyan dîtin. Jinên ku di partiyê de, di saziyan de bi mêran re heval bûn, dema vedigeriyan malê neçar diman ku bikevin rolên jinên kevneşopî. Vê yekê jî piştî demekê rê li ber pevçûnan vekir. Azadiya jinê ne tenê di partiyê de, ne tenê di qada giştî an jî li cihê xebatê de wekî ‘hevaltî’ hat pênasekirin; di heman demê de di mal de jî wekî jiyaneke bi rêgêz û pîvaneke welatparêziyê hat pênasekirin.
Pêwîst bû ku jinên welatparêz xwedî xeta azadiyê bin; li dijî cudakariya li ser jinê û li dijî her cûre gotin û tevgerên xerîbker û biçûkxistinê helwestê nîşan bidin. Ev têgihiştin jî bi rêxistinbûna jinê re pêş ket. Mînak, heta HADEP’ê xebat bêtir bi şêwayê komîsyonan bûn û beşdariya jinan ne pir zêde bû. Bi HADEP’ê re pêvajoya ‘bûyîna bask’ destpê kir. Ez vê yekê hem ji bo xurtbûna hişmendiya jinê û hem jî ji bo veguherîna pîvana welatparêziyê ya civakî, wekî pêvajoyeke pir girîng pênase dikim.
Jixwe piştî wê me pergala kotayê çêkir. Di destpêkê de kotaya jinê ya ji sedî 25 hat danîn; rêxistinbûna xweser û serbixwe wekî esas hat girtin. Di serdema DEHAP’ê de ev rêje derket ji sedî 35’an. Bi DTP’ê re pergala temsîliyeta wekhev a ji sedî 40 û pergala hevserokatiyê hat qebûlkirin. Bi HDP’ê re jî hem hevserokatî, hem temsîliyeta wekhev û hem jî pergala fermuarê hatin jiyandin. Di pêşketina vê de bandoreke mezin a perspektîfa azadiya jinê ya birêz Ocalan heye. Ev perspektîf, di guherîn û veguherîna mêran de roleke girîng lîst û di heman demê de kir ku keda têkoşîna jinê xuya bibe.
Jinan ev fikir pejirandin û ji bo pêşketina xeta azadiya jinê û rêxistinbûna jinan hewldaneke pir mezin dan. Di pêvajoya HADEP’ê de komîsyonên me yên jinan û yên ciwanan hebûn; dayik jî hebûn. Ew ne tenê ‘dayik’ bûn, di heman demê de bi rastî jî kirdeyên vê têkoşînê bûn. Beşdarbûneke jinan a pir zêde hebû. Ew jin li wir bi hişmend bûn, perspektîfa azadiya jinê girtin û ev wekî pîvanek li ser zarokên xwe, malbatên xwe, cîranên xwe û hemû kesên ku pê re di têkiliyê de bûn, ferz kirin.
‘DAYIKÊN KURD NE TENÊ DAYIK BÛN, DI HEMAN DEMÊ DE HEVAL BÛN’
Têkoşîna dayikên Kurd jî têkoşîneke wisa ye ku di cîhanê de mînaka wê tune ye. Têkoşîna dayikên Kurd çawa dest pê kir?
Beşdariya dayik û jinan zêde bû. Ciwanan jî wekî min got, qadên din ên têkoşînê hildibijartin. Kesên li vir diman piranî jin bûn. Malbatên girtiyan, malbatên gerîlayan an jî beşek ji girseya me ya polîtîk -ji bo rojava dibêjim- beşeke civakî bû ku ji ber şer û pevçûnên li Kurdistanê neçar mabûn koçî rojavayê Tirkiyeyê bikin. Polîtîkaya înkar, îmha û asîmîlasyonê ya dewletê xwedî gelek aliyan bû. Di vî welatî de çar hezar gund hatin şewitandin. Cerdewantî li ser mirovan hat ferzkirin; piraniya Kurdan ev ferzkirin red kirin û koça bi darê zorê dan ber çavên xwe. Yek ji sedemên bingehîn ên ku îro li metropolan evqas Kurdistanî dijîn jî ev e.
Çar hezar gund hatin valakirin; hemû kesên di van gundan de dijiyan neçar man ku di şevekê de kelûpelên xwe bar bikin û koçî metropolên rojava bikin. Ji ber vê yekê, ji ber ku bi îtirazeke polîtîk hatin vir, polîtîze bûn. Ji ber ku ji çanda teslîmiyet a ku li ser nasname û çanda wan dihat ferzkirin re gotin ‘na’ û îtiraz kirin, hatin.
Ev mirov li vir bi pirsgirêka birçîbûn û stargehê re rû bi rû man. Pirsgirêka ziman jiyan; hemûyan bi Kurdî diaxivîn û li Rojava pirsgirêka ziman pirsgirêkeke giran e. Bi polîtîkayên biyanîbûn û cudakariyê re rû bi rû man. Tevî wan hemû pirsgirêkên giran jî bêrûmetî qebûl nekirin. Zulma ku li ser wan hat ferzkirin qebûl nekirin û hatin rojavayê Tirkiyeyê.
‘MÊR DEMA TENÊ XWE RÊXISTIN DIKE, JIN DERDORA XWE JÎ RÊXISTIN DIKE’
Ev bi xwe rewşeke polîtîzebûnê bû. Bi rastî kesên ku li dora partiyê kom dibûn û gelek endamên partiyê yên ku wekî welatparêz dihatin pênasekirin, ji vê beşê pêk dihatin. Li vir jinan roleke sereke lîst. Aliyekî jinan ê civakî heye. Mînak, dema mêrek tê partiyê tenê xwe rêxistin dike; lê dema jinek tê partiyê, tevahiya malbata xwe rêxistin dike.
Wê demê di pêvajoyên grevên birçîbûnê de, gelek jin bi zarokên xwe re dihatin. Zarokên gelek ji wan li ser wan kursiyan mezin bûn. Jinan hem li dijî polîtîkayên zextê li ber xwe didan, hem jî di nav malê de li dijî baviksalarî têdikoşiyan. Gelek jinan ji bo ku di mal de pirsgirêk dernekeve, sibehê zû karên xwe yên malê dikirin û paşê dihatin di partiyê de dixebitîn. Ev rewşeke wisa ye ku nayê vegotin.
Lê belê di asteke bêtir rêxistinkirî û polîtîk de, beşdarbûna jinan a di nav bingeha me de di vê pêvajoyê de roleke diyarker lîst. Carinan ev rewş wekî “Ew li pey zarokên xwe hatin vir” tê pênasekirin. Na, ne wisa ye; ew di heman demê de kirdeyên polîtîk ên vê têkoşînê bûn.
Destpêkê salên 2000’î bû. Dayikên Aşitiyê bi awayekî fermî ava bûn. Wê demê bultenek jî derdixistin; ez jî yek ji berpirsên karên nivîsîna wê bultenê bûm. Di wê demê de em hatin darizandin. Pêdivî bi tiştekî hebû ku jin bêtir rêxistinkirî bixebitin. Dayik her ku diçû bêtir rêxistin dibûn û siyaset bi hêztir pêş dixistin.
Lê belê di sala 1999’an de, pêvajoya anîna Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan a bi komployeke navnetewî ji bo Tirkiyeyê, bandoreke pir giran li ser civakê kir. Tevî vê yekê jî jinan di wê demê de roleke pir çalak lîst. Jinan dîsa di wê demê de bi rastî roleke pir aktîf girtin ser milên xwe. Ji aliyekî ve grevên birçîbûnê, ji aliyê din ve dagirkirina avahiyên partiya desthilatdar. Di refên herî pêş ên berxwedan û têkoşîna li dijî komploya navnetewî de dîsa jin hebûn.
Di serdemeke din de, di salên 2000’î de dema ku nîqaşên perwerdeya bi zimanê dayikê dihatin kirin, dayikan bi daxwaza ‘Bila Kurdî ji bo zarokên me bibe dersa bijarte’ îmze dan. Me bi dizî daxwazname kom kirin. Li Esenlerê jî 25 dayikan daxwazname dabûn; di şevekê de hemû hatin binçavkirin û çar rojan di binçavan de man. Mêran jî zarokên xwe girtin û hatin partiyê, digotin ‘Em ê van zarokan çi bikin?’
‘DAYIK BÛN KIRDEYÊN BINGEHÎN ÊN HER ÇALAKÎ Û HER PÊVAJOYÊ’
Dayik, bûn yek ji kirdeyên herî bingehîn ên her çalakî û her pêvajoyê. Ji ber vê yekê, pênasekirina bi dayiktiya di wateya klasîk de ne rast e. Carinan di siyaseta femînîst de tê gotin ‘em dixwazin dayiktiyê derbas bikin, em ne dayik in, em jin in’; ev ji aliyê polîtîk ve rast e, ji ber ku jin ne tenê dayik in û dayiktî wan bi temamî îfade nake. Lê belê têgihiştina me ya dayiktiyê cuda ye. Tiştê ku Dayikên Aşitiyê pêşengtiya wê dikin tam ev e.
Yek ji xalên bingehîn ên di sazbûna Dayikên Aşitiyê de ev e: Erê, ew dayik in lê di heman demê de heval in. Dayikên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de di refên herî pêş de cih digirin, binçavkirin, girtin û êşkenceyê didin ber çavên xwe ne. Heke di bîra we de be, di pêvajoya Berxwedanên Xweseriyê yên 2015-2016’an de, yên ku diçûn termên li nava kolanan hatibûn hiştin hildidan, dîsa ev dayik bûn. Tevî tacîz û tundiya dewletê jî wan term li wir nehiştin. Rewşa wan a wekî kirdeyên polîtîk heye.
Salên 90’î, pêvajoyek bû ku ev yek hinekî din sazûmanî bû. Qada xebatê ya Dayikên Aşitiyê sînordar e; bêtir malbatên girtiyan û yên ku em wekî ‘malbatên nirxan’ bi nav dikin, ango malbatên ku zarokên wan di têkoşînê de ne û rojeva wan a bingehîn daxwaza aşitiyê ye. Ji bo vê gelek çalakî kirin. Çûn ber Genelkurmayê, li Stenbolê her hefte roja şemiyê rûniştin û daxwaza aşitiyê kirin. Çûn herêmên şer û pevçûnan û daxwaz kirin ku pevçûn çênebin. Ji bo ku ‘careke din zarokên me ne mirin’ di her serdemê de wekî kirdeyên pir aktîf wezife girtin.
Lê belê bi eslê xwe ji xeynî vê jî, em dikarin behsa bi hezaran jinên Kurd bikin ku hem dayik in û hem jî bi awayekî aktîf di nav têkoşînê de kirde ne.
‘PÊDIVIYA ŞOREŞGERIYÊ EW E KU MIROV BÊHÊVÎTIYÊ BIGUHERÎNE HÊVIYÊ’
Di jiyana xwe ya têkoşînê de hûn qet ketin nav bêhêvîtiyê?
Ez qet neketim nav bêhêvîtiyê. Pêdiviya şoreşgeriyê ew e ku mirov bêhêvîtiyê biguherîne hêviyê; ji ber ku ev têkoşîn bi xwe jixwe hêviyê diçîne. Mirov ji bo tiştekî ku hêviya wî jê heye têdikoşe: ji bo azadiya gel, azadiya jinan, azadiya xwezayê. Tiştê ku te li ser piyan dihêle û te dînamîk dihêle jî ev rewşa hêviyê ye.
Ji ber vê yekê, mirovê bêhêvî nikare têbikoşe. Li cihê ku bêhêvîtî hebe, liv û tevger û têkoşîn tune ye. Ji bo me yên wekî rêxistinên şoreşger û yên di nav têkoşîna şoreşgerî de cih digirin, hêvî bingeh e.
Gelo demên dijwar nebûn? Bûn. Di nav têkoşînê de tiştên ku mirov pê hêrs dibe, qebûl nake û dibêje ‘evqas jî nabe’ jî çêdibin. Ji ber ku me pêvajoyên pir giran jiyan. Lê belê her carê hêviya serkeftinê mirov dide meşandin û li ser piyan dihêle.
Mînak, tiştên ku di demekê de wekî utopîk dihatin dîtin, îro pêk tên. Wekî mînak, di serdemên destpêka têkoşînê de, dema Birêz Ocalan got ‘Kurdistan mêtînger e’, kesî nedidît ku ev têkoşîn dê bigihîje vê astê. Lê îro hebûna Kurdan li tevahiya cîhanê tê naskirin; di mijara dabînkirina azadiya Kurdan de pêvajoyeke pir girîng dimeşe.
Bêguman têkoşîn bi dawî nebûye, dê berdewam bike. Lê ev pêvajoya pêncî salî, dîrokekê di nav xwe de dihewîne ku em dikarin bi hezaran şoreşan tê de bi cih bikin. Xeta azadiya jinê yek ji wan e, azadiya ekolojîk yek ji wan e, hişmendiya sosyalîst yek ji wan e. Yanî ev rewşek e ku bi awayê destgirtina te ya şoreşê ve girêdayî ye. Şoreş ne tenê rûxandina tiştekî û avakirina ya nû ye; di heman demê de di nav vê pêvajoyê de îfadekirina pêşketina guherînên şoreşgerî, bikok û radîkal e.
Ji bo vê yekê, bêhêvîtî di pirtûka şoreşgeran de nanivîse. Ez jî tu carî bêhêvî nebûm. Em dixwazin di cîhaneke çawa de bijîn, em dikarin wê cîhanê tenê bi destê xwe biafirînin. Jiyana ku yên din ji bo me xêz kirine, ne jiyana me ye.

