Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Axîn (Helîme Kaya), Dilovan Avzem (Mehmet Înan Mîntaş), Zozan Rûken (Çîgdem Kurt) û Avzem Cûdî (Azîme Kabul) ku di 29’ê Cotmeha 2024’an de li Heftanînê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bibûn, hatin bîranîn.
Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê malbata Şehîd Axîn birayê wê Selman Şiwêdî axivî û destpêkê xêrhatina xelkê amade kir û got: “Em li ser şehîdan çi bêjin jî kêm dimîne, ruhek hebûn ew jî fedayî gelê xwe kirin. Em dubare xêrhatina we dikin.”
Her wiha birazaya Şehîd Axîn, Şîlan Şiwêdî jî axivî û destpêkê xêrhatina gel kir û got: “Em di kesayeta Fermandara nemir Şehîd Axîn Cûdî de hemû şehîdan bi minetdarî bibîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Îro ji bo me rojekî pir bi êşe, ev roj di dilê me de birînek pir kûr daye çêkirin. Bi taybet dema em qala heval Axîn bikin, em çiqas pesnê wê bidin jî wê kêm bimîne. Ji ber ku heval Axîn xwedî kedek pir mezine. Hevala Axîn di nava malbatek welatparêz de ji dayîk dibe û pêvajoyên herî zor û zehmet ên koçberiyê jiyan dike. Ev pêvajo bandorek pir zêde li ser şehîd Axîn dike, lewma di temenê xwe yê herî biçûk de tevlî kar û xebatên rêxistinê dibe. Di sala 1998’an de dema şahadeta birayê wê Fermandar Cûdî tê ragihandin, ev yek bandorekî pir mezin li ser Şehîd Axîn dike û dibêje, divê ez çeka birayê xwe rakim. Dema Rêbertî di sala 1999’an bi komployekî bêbextane tê girtin, hem şahadeta birayê wê heval Cûdî û hem jî girtina Rêbertî bandorekî pir mezin li ser heval Axîn dike, ji bo tolê ji dijmin hilde tevlî partiyê dibe. Ji bo ku li dijî komplo û kiryarên dagirkeriyê bibe bersiv, her tim di nava hewldanên xwe pêşxistinê de bû. Heval Axîn ti carî zehmetî li pêşiya xwe nekir asteng, wê her tim xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo mezin dikir û xwe pêş dixist.”
Şîlan piştî axaftina xwe, helbesta ku li ser Şehîd Axîn nivîsandibû xwend. Herî dawî jî sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Axîn, Şehîd Dilovan, Şehîd Zozan, Şehîd Avzem hatibû amadekirin, hat nîşandan.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		