Ji fermandarên HPG’ê Yaşar Çiya qala Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê Cemşîd Elî Esker (Sûltan Mahmût) kir ku 14’ê Nîsana 2018’an li herêma Gilîdaxê ya Serhedê di êrişên dewleta Tirk de şehîd bû. Nirxandina Yaşar Çiya bi vî rengî ye:
“Min hevalê Cemşîd (Elî Esker) di sala 2004’an de nas kir. Di pêvajoya 1’ê Hezîranê de li Eyaleta Erzîromê me hevdu dît. Hevalê Cemşîd hevalekî ji Rojavayê Kurdistanê ye, ji bajarê Babê. Dayika wî bi eslê xwe Ereb e, bavê wî û derdora wî Kurd in. Lê belê li ser çanda Kurdîtiyê û welatparêziya Kurdîtiyê mezin dibe. Pêvajoya komploya navneteweyî bandoreke mezin li ser malbatê û hevalê Cemşîd dike. Bi taybetî dîlgirtina Rêber Apo. Li gel ku temenê wî pir ciwan bû, hem bavê wî dike ku tevlî bibe, hem jî ew bi xwe jî di nava lêgerînê de bû ku tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bibe. Li ser wî esasî tevlî partiyê dibe di sala 1999’an de.
Demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerde dibe. Hem perwerdeya şervanên nû, hem jî wekî din perwerdeyên gerîla dibîne. Piştî demekê êrişên dijmin li ser Rêber Apo, tevgera me zêde bû. Dema êriş zêde bûn Rêber Apo bangek wisa kir: Yê ku bi min ve girêdayî ye, li pey şopa me dimeşin, divê berê xwe bide Botanê. Wê demê tasfiyekaran jî gelekî bandorên neyînî li ser tevgerê dikirin. Di pêvajoyeke welê de hevalê Cemşîd pir pêşniyarê li partiyê dike ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.
Hevalê Cemşîd li gel kurapê xwe hevalê Soro tevlî dibe. Heman temenî de ne herdu heval. Herdu heval bi hev re pêşniyara Bakur dikin, hevalê Soro pêşniyara wî ji bo Gabarê tê qebûlkirin. Pêşniyara hevalê Cemşîd jî ji bo Eyaleta Erzîromê tê qebûlkirin. Di sala 2003’an de hevalê Cemşîd li ser vê bingehê tevî komek ji bo amadekariya Pêngava 1’ê Hezîranê bikin derbasî Eyaleta Erzîromê dibe. Weke tê zanîn wan salan êrişên dijmin ên tasfiyekirinê, her wiha girankirina tecrîda li ser Rêber Apo, dixwestin tevgerê tasfiye bikin. Dema ev bû, Serok Apo got, ez berpirsyariyê ranakim, êdî berpirsyarî aîdî tevgerê ye. Tevger jî kete nava amadekariya 1’ê Hezîranê. Amadekariyên 1’ê Hezîranê sala 2002’an destpê kir, heta sala 2004’an dewam kir. Wê demê em bi xwe jî li eyaleta Amedê bû. Plansaziya me li Eyaleta Erzîromê çêbû, em çûn Erzîromê. Me wê demê hevalê Cemşîd nas kir. Wê demê hevalê Cemşîd hevalekî pir ciwan bû. Lê belê pir bi coş, moral û enerjî bû. Tevlîbûna xwe ya li pratîk, jiyanê, hevrêtiyê, li ku derê bûya hevalê Cemşîd hêzeke xurt dida avakirin. Ji xwe di amadekariyên 1’ê Hezîranê de rol lîstibû. Dema ku Pêngava 1’ê Hezîranê sala 2004’an destpê kir, li eyaleta Erzîromê bi rengekî çalak pêşengî ji pêngavê re kir. Bi taybetî di sala 2004 heta 2010 bi rengekî çalak, tevger pêşengî ji pêngavê re kir. Hema hema li eyaleta Erzîromê cihekû ku piyê hevalê Cemşîd lê neketiye û herêmeke ku tê de kar nekiriye nîne. Ewqasî hevalekî aktîf bû, dihate hezkirin, pratîkvan bû, jîr bû. Di feraseta hevrêtiyê, xeta Rêber Apo û gerîlatiyê de bi rastî hevalekî mînak bû. Hem ji pêşketinê re vekirî bû hem jî pêşengî ji wî karî re dikir. Ji ber wê çendî çalakiyên di wê demê de bi bandor hatin kirin, hevrê Cemşîd pêşengî jê re dikir. Bi taybetî di pêvajoya Pêngava 1’ê Hezîranê de, her ku çû pêvajo dijwartir bû, êrişên dijmin jî giran bûn. Bi taybetî di salên 2007 û 2008’an hem li ser Rêber Apo tecrîd hate girankirin, êrişên jehrkirinê li hemberî Rêber Apo hate kirin. Êriş li ser şexsê Rêber Apo li ser tevgerê, li ser gel hebû. Ji ber wê jî wê jî tevgerê, gerîlayên li Bakur dixwest ku tevgera pir xurt, çalakiyên pir bi bandor bêne kirin.
Eyaleta Erzîromê bi zor û zehmetiyên xwe tê naskirin. Di nava van şert û mercên zehmet de, di nava derfetên herî kêm de hevalê Cemşîd çalakiyên pir dijwar kirin. Mînak, wê demê sala 2008 hevalê Cemşîd fermandarê herêma bajarê Yedîsû bû. Çalakiyek li hemberî dijmin kir, tevî çar hevalan bi rêbaza fedaî girekî dijmin ê tabûra bajarê Yedîsû hebû, tevî çar hevalan ew gir di nava çend deqeyan de girtin. Hema hema hemû dijminê tê de paqij kirin, cebilxane, çek desteser kirin. Çalakiyeke pir bi bandor bû. Dijmin di cihê xwe de hejand. Dijmin bi rojan nekarî ji bin bandora wê derkeve. Yanî di çalakiyên bi vî rengî de hevalê Cemşîd çavê wî jê neditirsiya, dikir. Ji ber wê jî hevalê Cemşîd li gel ku hevalekî ciwan bû zû bû fermandar. Li gel ku weke gelek hevalan tecrûbeyên wî yên salan nebû jî bi wê jêhatîbûn û jîrbûna xwe, bi xwestek û ruhê milîtaniya Apoyî ya fedaî, bi wergirtina taktîk û rêbazên leşkerî ve mînak bû, lewma zû bi pêş ket. Ji ber wê jî hevalê Cemşîd heta fermandariya eyaletê hat.
Di dawiya sala 2009’an de rêxistinê bang kir ku hevalê Cemşîd careke din bê Herêmên Parastinê yên Medyayê. Rêveberiya me ya qadê jî pêşniyar kir. Ji ber ku hevalekî ji pêşketinê re vekirî bû. Li ser wê bingehê hat Herêmên Parastinê yên Medyayê. Perwerdeyên bîrdozî, leşkerî careke din dît. Demekê li gel rêxistinê heval ma, di wî alî de kûrbûn çêkir.
Piştî sala 2010’an Rêber Apo pêngava şerê gel ê şoreşgerî xiste rojeva me. Hemû amadekariyên me, kûrbûnên me li ser esasê pêngava şerê gel ê şoreşgerî bû. Û di sala 2011’an de pêngava şerê gel ê şoreşgerî li hemberî êrişên dijmin hat destpêkirin. Dijmin êriş kir, pêvajoyek beriya wê weke agirbestê hebû lê belê dijmin ew qebûl nekir, êriş kir û tecrîda li ser Serokatî careke din giran kir. Piştî ku êrişeke bi vî rengî çêbû, tevgerê jî şerê gel ê şoreşgerî da destpêkirin. Li ser vî esasî sala 2011, 2012 pêngava şerê gel ê şoreşgerî pir xurt û dijwar li qadên bakur bi pêş ket. Cihekî ku pir bandor lê bi pêş ket, qada navîn bû. Yanî herêma me Amed, Garzan Erzîrom. Hevalê Cemşîd jî wan salan, di sala 2012’an de hate eyaleta Erzîromê. Bi komek, du koman weke teqwiyeyê gihîşt eyaleta Erzîromê. Hatina heval bi taybetî li eyaleta Erzîromê, li qada Çewlikê ji aliyê bi pêşxistina pêngavê ve çalakiyên pir bi bandor bi pêş ketin. Beriya wê, zivistanê bi taybetî li Amed, Erzîrom, Garzan, Botanê me windahiyên pir mezin dabûn, di operasyonên dijmin ên zivistanê de. Zivistan pir dijwar derbas bû. Hema hema eyaleta Erzîromê zêdetir tasfiye bû, rêveberiya wan, rêveberiyên eyaletê şehîd ket. Hevalê Mahîr Başkale û yên din. Hevalê Cemşîd çawa bi koma xwe gihîşt, weke takviyeyeke pir xurt bû. Hem ji aliyê perspektîfên rêxistinê yên wê demê hem jî ji aliyê leşkerî ve. Bi vî rengî pêşengî ji pêngavê re kir. Heta zivistanê qet nesekinî, bi taybetî çalakiyên pir bi bandor ên ku îradeya dijmin dişikîne hatin kirin. Bi taybetî weke çalakiyên Çewlikê, li xeta Çewlik, Garzanê bi giştî çalakiyên pir bi bandor hatin kirin. Ji xwe di dawiya wê pêngavê de dijmin neçar ma ku gav şûnde biavêje. Weke ku tê zanîn; çûyîna ber piyê Serokatî, pêvajoya 2013 heta 2015’an bi vî rengî hat destpêkirin. Bi kurtasî hevalê Cemşîd kadro, fermandarê eyaleta Erzîromê bû. Li eyaleta Erzîromê di nava şerê dijwar de pijiya, bû fermandarekî Apoyî yê pêşeng.
Di pêvajoya 2013-2014’an de jî diyaloga dewleta Tirk bi Rêber Apo re hebû, lêgera aştî û çareseriyê hebû. Di wê pêvajoyê de jî careke din li eyaleta Erzîromê ji aliyê amadekirina gel ve, tevlîbûnê û mezinkirina partiyê ve hevalê Cemşîd bi roleke pir sereke rabû. Ji ber ku di fermandariya eyaletê de bû. Di wî alî de, plansaziya ku rêxistina giştî dabû pêşiya fermandariya eyaletê, ji bo bicihanîna wê plansaziyê bi rastî li qadê mînak bû. Mînak, wê demê hema bibêje her salê 250-300 şervan li herêma Erzîromê, ji xeta Varto heta Çewlik, Kanîreşê heta Mûşê tevlîbûn dida çêkirin. Amadekariya şer dihate kirin. Yanî pêngav bi pêş dixist. Hemle ji aliyê birêxistinkirina gel ve bi pêş dixist. Dema ku pêvajo xera bû; ew amadekariyên bajarê Varto ji bo şerê gel ê şoreşgerî ku 2015’an hate destpêkirin, ji aliyê amadekirina gel ve, birêxistinkirina gel ve ji bo amadekirina şerê gelê şoreşgerî roleke hevalê Cemşîd a mezin hebû.
Weke ku tê zanîn, ew pêvajoya bi taybetî 2014’an li ser Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî li ser bajarê Kobanê êriş hebû. Êriş pir dijwar bû û her diçû xurt dibû. Bi taybetî êriş weke konseptekê bû, dewleta Tirk di nav de bû. Hêzên din jî di nav de bûn. Dixwestin wan destketiyên gelê Kurd, şoreşê ji destê gelê Kurd derxîne. Ji ber vê jî Kobanê kirin hedef. Di bin navê DAÎŞ’ê de dihate kirin, lê bi esasî ev hêzên dagirker bûn ên didan meşandin. Çawa şer hate destpêkirin, li qada navîn jî hevalan plan kir, rêxistinê plan kir ku teqwiye biçe Kobanê. Li ser wî esasî pêşniyariya hevalan çêdibû. Bi giştî li qada navîn nêzî 60-70 hevalên di asta fermandariyê de, ji fermandarê eyaletê heta rêvebirinê hevalên xwedî tecrûbeyê şerê gel, şerê gerîla hevalên bi vî rengî hatin şandin. Careke din şervanên nû weke gerîla, herî kêm 400-500 heval ji bo Kobanê hatin şandin. Hevalên ku di wê pêvajoyê de herî zêde pêşniyar kir ku biçe Kobanê hevalê Cemşîd bû. Bi rastî ji hêlekê ew hişyarî jî dikir. Digot, dijmin dixwaze gerîlayên me yên Bakur giştî bikişîne Rojava û me tasfiye bike. Ji ber wê jî divê hûn hişyar bin, nekevin xefikê. Belê teqwiye pêwîst e lê belê lazim e ku ev bi hevsengiyekê bê kirin. Li ser wî esasî teqwiye dihate kirin. Hevalê Cemşîd jî ji ber ku hevalekî pir pêşeng bû, weke pêşengê eyaletê Erzîromê, di meşandina eyaleta Erzîromê de rola hevalê Cemşîd diyarker bû. Pir me nedixwest em bikin, lê belê heval pir pêşniyar kir. Me dît rewşa Kobanê jî bi rastî cidî ye. Ji ber ku heval bi xwe ji wê herêmê bû, ziman zanî bû me ew rîsk girt ber çavên xwe, me zanîbû ku dûr an nêzîk em ê bi dewleta Tirk re bikevin nava şerekî. Ji ber ku me amadekariya şer jî dikir. Me ew rîsk girt, pêşniyara hevalê Cemşîd hate qebûlkirin. Ji bo şerê Kobanê hate şandin.
Ji xwe encama şerê Kobanê tê zanîn. Kobanê bêguman bi taybetî qada Botanê weke hevalê Gelhat, bi pêşengiya wî bi sedan heval çûn. Her wiha ji qada navîn hevalên çûn, weke hevalê Çeko Amed, Cemşîd. Bi sedan hevalên bi vî rengî çûn, dibe ku em navê hemûyan nikarin bînin ziman. Lê belê bi pêşengtiya wan fermandarên me yên nemir, li Kobanê fedaîtiyeke dîrokî hate kirin. Rêxistinê bi nav kir, weke Stalîngrada duyemîn. Roleke wisa lîst. Rola hevalê Cemşîd di şerê Kobanê de serketina şerê Kobanê de dîrokî ye. Weke rola hevalê Gelhat, Masîro. Ji xwe li gel hevalê Masîro ye. Ew baskek e, hevalê Masîro baskek e. Bi taybetî şerê gerîla, mînak em bibêjin; yek heval şerê eniyê dide meşandin, dudi taktîkê biçe pişta dijmin dorpêç bike û ji pişt lê bide. Bi taktîkên gerîla di kemînan de li dijmin bide, bi êrişê lê bide, dijmin têxe nava xefletê û lê bide. Taktîkên bi vî rengî meşand. Yên pêşengiya vê dikin yek hevalê Masîro ye, yek jî hevalê Cemşîd e. Heta ku Kobanê rizgar dibe li wê derê şer dikin. Piştre şerê Kobanê jî di pêngavên Minbic, Tebqa, Reqayê de hevalê Cemşîd tevlî dibe, fermandariya wê dike. Heta ev der hemû rizgar dibin. Piştî rizgariya giştî Rojava çêdibe, hevalê Cemşîd berê xwe dide Bakur. Dixwaze bê bakur. Ji ber ku hat, me dît ev tişt ji me re behs dikirin, heval gelekî dixwazin hevalê Cemşîd li wir bimîne. Hem ziman zane, li ser civaka wê derê bandora wî heye, nas dike. Yek jî xurt e, di rêbaza fermandarî, pêşengtî û pêngaviyê de xurt e. Ji ber wê jî heval naxwazin bişînin. Lê belê hevalê Cemşîd ji hevalan re wê dibêje; Erê Rojava rizgar bû, êdî Rojava dikare xwe li ser piyan bigire, biparêze. Cihê divê bê rizgarkirin Bakur e, divê em berê xwe bidin Bakur. Wê gotinê dibêje û berê xwe dide Bakur. Pêşniyariya xwe ji Biryargeha me ya navendî re dike. Biryargeha me ya navendî jî li ser wî esasî pêşniyara hevalê Cemşîd qebûl dike. Hevalê Cemşîd li ser wî esasî tê biryargeha navendî.
Demekê li wê derê lêhûrbûnê dike. Ji xwe wê demê pêwîstî hebû, fermandarê eyaleta Erzîromê hevrê Îsa Serhed bû. Hevalê Îsa şehîd ket, valahî tê de hebû. Ji bo wê jî rêxistinê plansaziya hevalê Cemşîd careke din weke fermandarê eyaleta Erzîromê çêkir û şand. Xwest bi komekê di ser eyaleta Serhedê xwe bigihîne eyaleta Erzîromê. Li ser vî esasî sala 2017’an hevalê Cemşîd tevî komek sivik û pêşeng, hatin eyaleta Serhedê. Wê demê hevrê Atakan Mahîr, heval Çîçek Kûrtalan wê biçûna Erzîromê. Bi hev re hatin, komek qelebalix bû. Çend kom bûn, sê, çar kom bûn. Peyder pey ku em wan derbasî wan qadan bikin. Ji ber ku sala 2017’an bi rastî demsal dereng bû. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê xwegihandina heta herêma Serhedê bi serê xwe meşek dirêj, wextek dirêj dixwaze. Ji ber wê heta hatin gihîştin payîza dereng bû. Şert û merc jî hinekî dest nedidan. Ji bo wê jî biryar hatin girtin ku ew heval wê salê li Serhedê bimînin. Ew koma ku me qalê kir, heval Atakan, heval Çîçek, heval Cemşîd jî li Serhedê man. Lê belê hevalê Cemşîd heta payîza derengî tevî koma xwe li çiyayê Agirî ma. Bi rastî wê demê demeke pir xurt hemle dihat meşandin, şer dihat kirin. Mînak pêngavên li eyaleta Serhedê hatin meşandin bi navê pêngava serketinê hevalê Cemşîd bi koma xwe, yek çalakî, yek pêngavê qut nebû. Ji ber ku em demeke dirêj bi hev re man, me hev nas dikir, ji bo wê jî li hemberî me jî pir rehet bû. Weke rêveberiya me tevlî kar û plansaziya me dibû. Ji ber wê jî tevlî hemû çalakiyan dibû. Heval jî tevlî pêngavan dikir. Digot, dibe ku heval pir li Başûr mane, lê zêde tevlî pêngavan nebûne. Cihekî weke Erzîrom jî zor û zehmetiyên wê hene, ji aliyekî ve avantaj e, ji bo heval têkevin nava çalakiyên pêngavê, tecrûbe bigirin. Ji ber wê jî heval her tim di nava çalakî, pêngavan de bûn. Ji xwe li ser wî esasî di nava koma wan de 10 hevalên pir hêja heval Kemal Şiwîşkî, Yilmaz Amed, hevalê Yilmaz Amed di çalakiya girê qereqola Serêkaniyê hevalan ew tepe bi temamî îmha kirin, çûn ser dijmin. Di wê çalakiyê de bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Hevalê Kemal Şiwîşkî jî di çalakiyê de şehîd ket. Bi kurtasî timî pêngav dikir. Tevlî pêngavan dibû. Heval tevî koma xwe.
Di bihara 2018’an de hatin çiyayê Agirî ku ji wir derbasî herêma Erzîromê bibe. Em li hêviyê bûn ku şert û merc hinekî baş bibe, ji ber ku bihara zû, di dema Newrozê de hatin gel me. Di wê pêvajoyê de gelek operasyonên dijmin, êrişên dijmin çêdibûn. Heval jî di nava çalakiyan de bûn. Herî dawî hevalan çalakiyeke pir bi bandor kir li wê xeta Bazîdê. Li ser rêya Bazîdê çalakiyeke bi bandor kirin, dijmin derbên mezin xwar. Ji ber wê jî dijmin operasyon dikir. Mînak operasyoneke pir berfireh hate kirin. Hejmareke me kêm jî hebû, hevalê Cemşîd tevî koma xwe beşdarî wê operasyonê bû. Operasyoneke nêzî 10 hezar zêdetir leşkerên dijmin tevlî bû li ser çiyayê Agirî. Wê operasyonê bi rastî jî dijmin texmîn dikir heval li wê herêmê ne. Ji bo wê jî bi rêbaza dorpêçkirinê, bi teknîkê bi hemû derfetên xwe operasyon meşand ku derbeke mezin li wan gerîlayan bide. Lê belê heval amadekar bûn. Yek jî di serî de hevalê Cemşîd, koma wî bi rastî operasyonê çawa destpê kir, bi roleke pir çalak rabûn. Di wê operasyonê de dijmin 4 rojan karîbû li ber xwe bide. Belkî bi sedan çalakî, êriş li ser dijmin hatin kirin. Bi sedan leşkerên dijmin hatin kuştin. Di wê operasyonê de hevalekî bi tenê jî şehîd neket. Di şikandina wê operasyonê de, di serî de hem plansaziya hevalê Cemşîd bi komê re kir, heval xist nava tevgerê, çalakî da kirin, bê navber şev û roj çalakî kir heta ku dijmin tê de şikest. Rola hevalê Cemşîd bêguman diyarker bû.
Piştî wê operasyonê giranî da ser keşfan, yekîneyên çavdêriyê, yekîneyên veşartî. Hevalê Cemşîd bi komekê li nuqteyekê bû. Wê demê yekîneyeke çavdêriyê ya dijmin nuqteya hevalan keşif dike. Dijmin bi teknîkê êrişî nuqteyê kir. Bi balafirên şer bombardûmaneke giran li ser nuqteyê hate kirin. Di 14’ê Nîsana 2018’an de li çiyayê Agirî li qada Halacê hevalê Cemşîd tevî hevalê Berxwedan Agirî û heval Soro 3 heval gihîştin şehadetê.
Bi rastî şehadeta heval bêguman ji bo partî û gelê me giran bû. Bi taybetî di pêvajoyeke ewçend krîtîk de ku şer di asta herî jor de dihate meşandin. Hem ji aliyê dijmin ve êriş hebû, hem ji hêla gerîla û tevgerê ve timî pêngav hebû. Şehadeta weke hevalê Cemşîd bêguman giran bû. Mixabin dagirtina şûna hevalê Cemşîd bi hêsanî nebû. Bi kurtasî hevalê Cemşîd sekneke wî ya giştî di şer de bi vî rengî bû.
Li gel ku hevalekî ciwan bû, lê belê hevalekî xwe bi pêş dixist. Mînak di xwendina paradîgmaya Rêber Apo de, bi taybetî di taktîk û tarzê leşkerî de xwe bi pêş dixist. Rastiyeke wî ku te pişta xwe bidayê dilê te rehet bû, tu pê serbilind bû, tu zanîbû hevalê Cemşîd li ku be, li kîjan wezîfeyê be wê tekez bi ser bixîne. Sekneke wî ya bi vî rengî hebû. Fermandarekî Apoyî yê mutleq serketinê bû. Ji bilî serketinê tiştekî din ji xwe re nas nedikir, nepêkan bû. Nayê bîra me cihekî hevalê Cemşîd plan kiribe, çalakiyeke ketibê tê de serneketibe. Di heman demê de hevalên ku hevalê Cemşîd nas dikin zanin, ji aliyê hevrêtî, dilnizmiya xwe ve, feraseta xwe ya jiyanê ve hevalekî welê bû k hevalan bîr û bawerî lê dianîn. Hevalan hemûyan jê hez dikirin. Di xeta azadiyê ya Rêber Apo de xwe gav bi gav çêdikir. Xwe bilind dikir. Bi taybetî di pratîka xwe ya serketî de. Ji ber ku di wê pêvajoyê de ew dihat xwestin. Gerîlatî, şer dihat xwestin, dihat xwestin ku derb li dijmin bê xistin. Di van de hevalê Cemşîd pêşeng bû. Dema şer, çalakî dihate gotin ne mumkun bû eger hevalê Cemşîd li wê herêmê bûya ne mumkun bû hevalê Cemşîd ne di nav de bûya. Ne tenê weke kesayatî tevlî dibû, mînak; ji aliyê ilmê şer ve, meşandina huner û taktîka şer ve sekneke wî hebû, fikrekî wî hebû. Têgihiştî bû, zanîbû lawaziya dijmin çi ye, hêza me çi ye, lazim e em bi çi taktîkê bi ser bikevin. Ji wî alî ve hem bêhnfireh hem jî dişopand û zanîbû û karîbû kengî kîjan demê bikeve nava liv û tevgerê. Ji wî alî ve hevalê Cemşîd xwedî sekneke wisa bû. Weke me got, bi taybetî belkî hevalên di şerê Kobanê û pêngavên Rojava de yên nas dikin zanin. Rola esas weke fermandarê Apoyî yê van serdeman mohra xwe li dîroka şerê me û xeta me ya azadiyê xistiye, yek jê hevalê Cemşîd bû. Li cihê herî zor û zehmet ê weke eyaleta Erzîromê, Serhedê bi rola xwe radibû.
Bêguman şehadeta heval, bi taybetî di pêvajoyeke bi vî rengî de giran bû. Lê belê bi sekna xwe, bi kirinê xwe, bi hevrêtiya xwe heval Cemşîd hevalên ku pê re mane zanin ku divê mirov weke hevalê Cemşîd bijîn. Eger tu Apoyiyek be divê tu weke wî bijî. Weke wî şer bike, hevrêtiyê bike. Dibe ku ji te re nedigot, lê belê bi sekna xwe, meşa xwe, pratîka xwe ew bi te dida gotin. Li ser vî esasî hevrê Cemşîd em careke din bi rêzdarî bi bîr tînin. Fermandarekî Apoyî yê doza şerê azadiya gelê Kurdistanê bê mirin e. Em di şexsê hevrê Cemşîd de hemû şehîdên me yên şoreşê bi bîr tînin, ew soza ku me dabû Rêber Apo û şehîdan a serketinê, em bi vê wesîleyê dubare dikin.”

