Pêncşem, 5 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê: Hevdîtinên li ser qanûnan wê piştî cejnê destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogullari: Geşedanên li Rojhilata Navîn dihêle ku pêvajo bê lezkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li gel kir: Tavile komîteyên xwe yên rêveberiya herêmî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamekî PAK’ê di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê careke din bû hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Dorşîn: Kuştina jinan pirsgirêkeke siyasî û civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji rêxistinên jinên Elewî deklarasyona 8’ê Adarê: Bi hev re têkoşîn, bi hev re azadî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya fermandar Şîlan Kobanê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji saziyên jinan çalakiyên 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê mirina bi guman: Dayik û keça wê hatin spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Hezexê “Baxçeyê 8’ê Adarê” ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Swîsreyî li dijî şer kampanya dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Şehîd Tavîn Têkoşîn: Heta nefesa xwe ya dawî bi sekneke Apoyî şer kir
Rojane

Şehîd Tavîn Têkoşîn: Heta nefesa xwe ya dawî bi sekneke Apoyî şer kir

Yek ji gerîlayên pêşeng ên YJA Starê Tavîn Têkoşîn heta şehadeta xwe bi fedakariyeke mezin li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê bi sekneke Apoyî şer kir û rê da ber têkoşînê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hesreta welêt veguhere agirekî ku her roj bedena mirov dişewitîne. Lê belê hêviya vegera li welêt weke hêviyeke ku her roj ji binê axê şîn dibe dil û ruhê mirovan xwedî dike. Ji ber vê yekê li welatên cuda derfet ji mirovan bê pêşkêşkirin jî bi qasî jiyana li welêt bi wate û bedew nîne.

Tavîn Têkoşîn jî pişta xwe daspêre wê jiyanê û di temenekî ciwan de li ber sîstema kapîtalîst radibe ku jinê weke metayê bi kar tîne û tevlî nava Tevgera Azadiyê dibe.

Tavîn Têkoşîn (Sîbel Çelîk) li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Tavîn ku ji Çewlîgê ye, li Elmanyayê ji dayik dibe û mezin dibe. Malbata wê her çend di nava çanda kapîtalîst û sîstema asîmîlasyonê de bû, çanda Kurdîtiyê û welatparêziya xwe parast. Vê yekê bandoreke xurt li Tavîn kir.

Hîn di ciwanttiya xwe de fikrên Rêber Apo nas kir û dest bi lêgerîna li jiyaneke azad kir. Li ser vê bingehê bi rengekî çalak beşdarî nava karên ciwanan bû. Nêzî salekê di nava karên rêxistiniya ciwanan û gel de cih girt.

Hesreta wê ya welêt her roj hîn mezin bû. Lewma bi armanca vegera li welêt têkoşiya. Her ku rastiya welêt û êrîşên dijmin ên li ser tevgera azadiyê dît, hêrsa wê mezin bû. Weke jineke ciwan ji bo karibe barê şoreşê hilgire, biryar da ku tevlî nava têkoşînê bibe û berê xwe da çiyê.

Weke jineke ciwan û gerîlayeke YJA Starê tevlîbûna li nava tevgera azadiyê bibe ji bo Tavîn bû rûmet û kêfxweşiyeke mezin. Bi taybetî ji bo bersivê bide bedenên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine, ti astengî nas nekir û beşdarî nava vê têkoşînê bû.

Piştî ku gihîşt çiyê tevlî nava perwerdeya bingehîn bû. Di çarçoveya perspektîf û perwerdeya Rêber Apo de zû hînî jiyana gerîla bû. Di nava tevgera azadiyê de têkiliyên hevrêtiyê û jiyana komunal kir ku ji qalibên şexsî rizgar bibe ku sîstemê lê ferz dikir. Lewma di nava şert û mercên herî giran de hewldanên xwe zêde kir û têkoşîna xwe dewam kir. Bi vê ked û hewldanê bû şervaneke zane û bi biryar.

WEZÎFE Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI SERKETÎ BI CIH ANÎ

Bi tecrûbeyên ji jiyana gerîla wergirtî û bi agahî û biryardariya ji rêbaza jiyana komunal bi dest xistî, derbasî qada leşkerî bû. Ji bo bide pey armancên xwe di perwerdeyê de serketineke mezin bi dest xist. Bi vê îrade û biryardariyê bandor li hevrêyên xwe jî kir.

Gerîla Tavîn Têkoşîn piştî ku perwerdeya xwe ya leşkerî bi serketî qedand, ji bo karibe li dijî êrîşên DAÎŞ’ê li refên herî pêş têbikoşe berê xwe da xeta Kerkûk û Mexmûrê. Li vê derê weke şervaneke azadiyê ya YJA Starê ya pêşeng, ji bo gel ji hovîtiya DAÎŞ’ê biparêze fedakariyeke mezin kir.

Tevlî gelek çalakiyên serketî bû û encam bi dest xist. Bi baweriya xwe ya ji serketinê hevrêyên xwe motîve kir û berê wan da şer. Ne hêza dijmin ne jî êrîşên DAÎŞ’ê berxwedana van şervanan şikand. Dijmin ti carî nekarî bigihêje armanca xwe.

Tavîn Têkoşîn piştî ku wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî careke din berê xwe da çiyayên azad û derbasî herêma Heftanînê bû. Bi tecrûbeya ji şerê li dijî DAÎŞ’ê wergirtî bi roleke çalak rabû û pêşengî jihevrêyên xwe re kir. Li vê derê jî bi îrade û biryardariyeke cuda li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşiya û beşdarî gelek çalakiyan bû.

Êdî weke pêşengeke ciwan û şervaneke Apoyî di nava şert û mercên herî giran de bi berpirsyariya têkoşînê rabû û bi cidiyet nêzî wezîfeyên xwe bû. Piştre derbasî nava Komîteya Navendî ya PKK’ê bû û li vê derê jî kar kir. Karên rêxistinî, îdeolojîk û leşkerî yên li vê derê gelekî bandor lê kir.

Bi baweriya ji xwe û têkoşînê rola xwe ya pêşengiyê di pratîkê de hîn bi xurtî nîşan da. Bi vê sekna xwe û karên xwe ji hevalên xwe re bû çavkaniyeke mezin a hêz û moralê. Ji ber vê yekê jî wezîfe û berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî hemû bi serketî bi cih anî.

Êdî kesî nema dikarîbû xwe li tecrîda giran û êrîşên faşîst ên dewleta Tirk rabigire. Her gerîlayên azadiyê û şervanên Rêber Apo ji bo şikandina tecrîdê û van êrîşan pêşniyar kirin ku derbasî eniyên şer bibin.

Tavîn Têkoşîn jî ji bo bibe parçeyek ji vî şerî derbasî qada Egîdan û Mizgînan bû. Li xaka Botanê bexwedan, têkoşîna rûmetê û şerê ku mîrateya bi sedan şehîdan e, meşand.

Weke hevrêyên din wê jî dixwest vegere Bakur. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne, kete nava hewldan û fedakariyeke mezin û ber bi qada Botanê ve meşiya. Di her gavê de ji bo pêkanîna armancên hevrêyên xwe meşiya. Bi dilsoziya xwe ya bi xeta azadiyê ya jinê re weke milîtaneke Apoyî ruhê demê ji xwe re kir armanc û ji dil tevlî her karî bû.

ÎRO BI SEDAN TAVÎN LI SER ŞOPA HEQÎQETÊ NE

Bi rêbazeke bi tecrûbe li hemberî dijmin çalakî lidar xist. Heta kêliya dawî ya şehadeta xwe bi biryardarî û wêrekiyeke mezin şer kir.

Di 21, 22 û 23’ê Çileya 2023’an de dewleta Tirk a dagirker li hemberî çeperên gerîla êrîşên berfireh kir. Bi pêşengiya gerîla Tavîn Têkoşîn û Leyla Sorxwîn sê rojan têkoşîneke mezin hate meşandin. Herdu şervanên azadiyê li hemberî teknîk û êrîşa dijmin berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Di encama vî şerî de herdu gerîlayan heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

Şehîd Tavîn weke şervaneke azadiyê û ciwaneke pêşeng ji doz û têkoşîna xwe bawer kir; da ser şopa bi hezaran şehîdan. Ji roja ku tevlî bû heta bi şehadetê dilsozê armancên xwe bû. Bû sembola bexwedana gerîla ya li Kurdistanê û sekna jinên Kurd.

Îro li ser şopa vê heqîqetê bi hezaran jin û ciwan vê rastiyê hembêz dikin û tevlî nava refên tevgera azadiyê dibin. Em dibînin ku Tavînek diçe, li pey wê bi sedan Tavîn didin ser şopa vê heqîqetê, weke agirê azadiyê bi biryardariya ronîkirina her derê dimeşe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kanay: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn tê talankirin
Nûçeya Pişt re Li gelek bajaran civînên gel: Dewlet jî divê gav bavêje
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Sê şervanên me li deverên cuda şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di têkoşîna li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

KNK'ê diyar kir ku axaftina bi zimanê serdestan li nava malbatê û nebûna zimanê perwerdeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Weqfa Aştiyê: Aştiyeke mayînde tenê bi danûstandin û diyalogê re pêkan e

Weqfa Aştiyê, diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 5’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?