Wezîrê karên derve yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Asaad El Şeybanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê pêşwaziya Guterres û şandeya pê re kir.
Hat ragihandin ku Guterres bi serokê hikumeta demkî Ehmed El Şara û wezîrê karên derve û çend rayedarên hikumeta demkî û nûnerên civaka sivîl re bicive da ku li ser pêşketinên di qonaxa veguhêz de û rêbazên piştgiriya hewldanên ji nû ve avakirina saziyên dewletê nîqaş bike.
Tê payîn ku serdana Guterres wê çend rojan bidome, her çend NY’yê hîn rojeva xwe ya tevahî aşkera nekiriye.
Serdna dawîn a sekreterê giştî yê NY’ê bo Sûriyeyê berî Guterres, ji aliyê Ban Ki-Moon ve di sala 2009’an de bû.

