Şervanên QSD`ê Çiya Girkê Legê (Hesen Îbrahîm) di 18`ê Çileyê de li herma El Kesra ya Dêrazorê, Heqî Azad (Taleat Aydin) ku di 18`ê Çileyê de li Tebqayê û Birûsk Heftanîn (Delîl Alkatmîş) ku di 26`ê Çileyê de li Çilaxa şehîd bûbûn.
Şervanên YPJ`ê Dastan Qeregul (Xatûn Omer) di 16`ê Çileyê de li ser rêya El Ebyadê, Agirîn Zap (Helz Hesen) di 17’ê Çileyê de li El Sewrayê şehîd bûbûn.
Her wiha endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Haşim Dêrik (Remezan Mihemed) di 26`ê Çileyê de li gundê Sefa yê Çilaxa û Îsam Mihemed di 6`ê Çileyê de di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûbûn.
Merasîmê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Hisên Remezan axivî û diyar kir ku îro bi saya şehîdan gel bi aramî dijî.
Remezan got hêza Kurdan îro di yekitiya wan de ye ku bi saya wê ew ê destkeftiyên şehîdan bi dest bixin û biparêzin.
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zinarîn Qamişlo jî sersaxî ji malbatên hemû şehîdên Rojava re xwest. Zinarînê diyar kir ku şehîd rêberên berxwedanê ne û ew ê rêya wan bişopînin heta ku armancên wan ên azadî û parastina rûmeta gel bi dest bixin.
Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

