Bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn-Şehbayê, bi hezaran şêniyên kantonê bi dirûşma “Rêber Apo îradeya me ye em sliav dikin” li dijî pergala îşkence û qirkirinê meşiyan.
Meş ji Çerxerêya El Ehdas dest pê kir. Girseyê pankartên “Azadiya Rêber Apo misogeriya rizgarkirina Efrîn, Kurdistanê û herêmên dagirkirî ye” hildan.
Li Parka 4`ê Nîsanê meş rawestiya veguherî mîtîngê. Bi navê Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn û Şehbayê Cibraîl Mistefa axivî û got: “Piştî 44 mehan, Rêber Abdullah Ocalan bi biraziyê xwe re civiya. Rêber Abdullah Ocalan çi biryarê bide em bi wî re ne.”
Mistefa wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan got pergala îşkence û qirkirinê hîna berdewam e. Ew dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike. Dewleta Tirk niha ji hemû aliyan ve lawaz ketiye. Ji ber wê dixwaze hundirê Tirkiyeyê bi cezayên dîsiplînê û dûrxistina hevşaredarên hilbijartî, mijûl bike.”
Endama Însiyatîfa Gel Xedîce Elo jî got: “Bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê li vir in. Ev îsbat dike ku gel bi Rêberê xwe re ye. Jinên kurd jî, bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan gihaştin vê astê. Em bi Rêberê xwe re ne.”