1’ê Sibatê ku weke roja xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin, li her çar aliyê Kurdistanê û Ewropayê cihên ku Kurd lê jiyan dikin bi awayek girseyî tê pîrozkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ev roj bi meşekî girseyî û bi coşek mezin hate pîrozkirin.
Meş ji ber bavahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dom kir. Di meşê de bê navber girêdan bûna xwe ya bi xelkê Rojava re anîn ziman û her wiha alên ku wêneyê Rêber Apo li ser, alên KJK, KCK û wêneyên şehîdên Rojava hatin hildan.
Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY, li wê derê daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn, di şexsê şehîdên Rojava de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat giritin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Wargehê Edban Yilman axivî.
Edban Yilmaz di destpêkê de roja 1’ê Sibatê ku weke roja xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin, li tevahî gelê Rojava û hemû gelê Kurd ê li Kurdistan û cîhanê pîroz kir û got, gelê Kurd li her çar aliyan xwedî li vê şoreşê derket.
Edban Yilmaz wiha peyîvî. “Em dibînin îro hêzên tarî yên ku dixwazin DAÎŞ ji nû ve zindî bikin û li ser erdnîgariya Rojava bidin cihkirin, bi hemû awayî êriş dikin. Bê gûman êrişên wan heta astekê sekinîne, her çiqas agirbestek hatibe ragihandin û peymanek di navbera wan de hatibe mohrkirin jî lê dîsa jî ti bawerî bi van hêzan nayê, ji bo wê jî divê gelê me ji her demê zêdetir xwedî li Rojava derkeve. Rojava bi sekin û berxwedêriya xwe, yekîtiya gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê da nûkirin û ruhê yekîtiyê hîn da xurtkirin. Pêwîste demildest ew hêzên garantor erk bigirin ser milên xwe û dorpêça li ser Kobanê bê rakirin. Weke Xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî em roja 1’ê Sibatê roja xwedîderketina li Rojava ji dil û can silav dikin.”
Piştî axaftinê, meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Berxwedana QSD’ bi dawî bû.

