Bi hezaran kes ji şêniyên bajarê Qamişloyê ya kantona Cizîrê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Cîhanî ya Rojava de û ji bo piştgiriya berxwedanê, meşek girseyî lidar xistin. Bi tevlîbûna nûnerên sazî, partiyên siyasî, şandeya KNK’ê û şandeya hunermendên Kurd meş lidar ket.
Meşê ji Çerxerêya Sonî destpê kir û gel bi girseyî heta çarxereya Şehîd Rûbar Qamişlo meşiya.
Di meşê de beşdaran nêrîn û helwesta xwe ANF’ê re parve kirin. Di despêkê de ciwaneke ji Qamişloyê ya bi navê Viyan Mihemed axivî û diyar kir ku wê heta dawiyê li pişt şervanên xwe bin û got, “Ev axa me ye; cihê bav û kalê me ye. Em axa xwe nadin kesî. Bi can û bi xwîn em bi şervanên xwe re ne. Kesî Kurdan nîne, ji Kurdan û pê ve. Divê Kurd hemû bibin xweişk û bira.”
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Şîlan Omer jî helwesta xwe anî ziman û got, “Em hemû şervanên di çeperên şer de silav dikin. Em weke gelê Kurd li Bajarê Qamişloyê daketine qadan. Em weke muzîkjen jî cihê xwe di piştgirî û berxwedana Rojava de digirin.”
Şukriye Osman jî axivî û got, “Em îro hêzek in daketine qadan, ji bo em piştgiriya hêz û yekîtiya gelê xwe bikin. Îro Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bûne yek dil. Em li pişta hêz û şervanên xwe ne û ji cîhanê re dibêjin ku em weke Kurd tu carî serê xwe ji kesî re natewînin. Em ê tim li ber xwe bidin. Dirûşma me ya yekemîn jî ‘Berxwedan jiyan e’.”

