Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ku roja Yekşemê da, ji destpêkirina şer û vir ve ku 11 meh tijî kir, di encama êrîşên Îsraîlê de yên li ser xaka Fîlîstînê 40 hezar û 738 kes hatin kuştin.
Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 47 kes hatin kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê ji 7’ê Cotmehê û vir ve 94 hezar û 154 kes li Şerîda Xezeyê birîndar bûn.