Parlamenterê DEM Partî yê Amedê rapora dawî ya SAMER’ê ya bi sernavê “Analîza Lêkolînên Raya Giştî yên li Herêmên Anatoliya Rojhilat û Başûrrojhilat Hatine Kirin” nirxand û diyar kir ku lêkolîn eşkere kir ku gelê herêmê piştgiriyeke bi hişyar û şert dide pêvajoyê.
Eren destnîşan kir ku her çiqas krîza aborî û bêkarî di rojevê de derketine pêş jî, daxwazên misogeriya hiqûqî ya ji bo pirsgirêka Kurd, verastkirina înfazê û “mafê hêviyê” xurt dibin. Eren bilêv kir ku baweriya gel a ji bo pêvajoyê, li gorî hevsengiya di navbera gotin û pratikê de şêwe digre.
VÊ PÊVAJOYÊ BI TENÊ YAN JÎ BI DU GAVAN RE RAVEKIRIN NE PÊKAN E
Serhat Eren lêkolîna SAMER’ê ya li 16 bajarên ku piranî Kurd lê dijîn hat kirin, nirxand û got ku piştgiriya civakî ya ji bo pêvajoya çareseriyê zêde bûye. Eren diyar kir ku lêkolînê eşkere kir ku piraniya Kurdan piştgiriyê didin pêvajoyê û wiha got, “Divê mirov balê bikşîne ser çend tespîtên di lêkolîna SAMER’ê de. Di vê lêkolînê de hate tespîtkirin ku piraniya Kurdan piştgiriyê didin pêvajoyê. Di heman demê de em dibînin ku gavên ku di tevahiya pêvajoyê de hatine avêtin, hatine erêkirin û ji bo bicihanîna berpirsyariyan ev rewş jî bi erênî tê pêşwazîkirin.
Lê dîtin ku di çareseriya pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk de, danîna çekan û fesix bi tena serê xwe têre nake. Di vê pêvajoyê ku zêdetirî saleke berdewam dike de, civak diyar dike ku hikûmet û Meclîs berpirsyariyên ku dikeve ser milên wan bi cih naynin. Ji ber ku gavên hiqûqî yên şênber nehatine avêtin, ev yek zirarê dide baweriya ji bo pêvajoyê. Ji bo avakirina baweriya civakî, gavên ku divê bêne avêtin hene.
Di encamê de bi banga Birêz Ocalan çek hatin danîn û fesix çêbû. Ji bo ku pirsgirêka Kurd derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bê kirin, gavên pêwîst hatin avêtin. Ji vê şûnde berpirsyarî dikeve ser milê hikûmetê ku di qada siyaseta demokratîk de başbûnan bike. Bêguman ne pêkan e ku vê pêvajoyê bi tenê yan jî bi du gavan rave bikin.
Serhat Eren diyar kir ku di raporê de têkildarî pêvajoyê kêmasiyên cidî yên binyadî derketin pêş û destnîşan kir ku ji ber ku gavên hiqûqî nayên avêtin, ev yek zirarê dide baweriya civakî.
Eren bi berdewamî wiha got, “Yek ji sernavên ku di xebata anketê ya li 16 bajaran hat kirin de derket pêş ew bû ku neqebûlkirina mafê hêviyê û rêgeza hêviyê bi serê xwe wekî pirsgirêkek tê dîtin.
Bi heman awayî, yek ji pirsgirêkên sereke yên ku derdikevin pêş ew e ku ji bo kesên di nav mekanîzmeyê de cih digirin ji Îmraliyê bigire heta endamên komisyonê garantiyên hiqûqî nehatine naskirin. Rastiya ku di serî de “Zagona Têkoşîna Dijî Terorê” û Zagona Ceza de guhertinên pêwîst nehatine kirin, di xebatên hatine meşandin de bawerî û hêviya li hemberî pêvajoyê lewaz kiriye.
Di qonaxa yekem a çareseriya demokratîk a pirsgerêka Kurd de, piştî avakirina komisyonekê di bin banê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de, xebat ji bo civakîbûna pêvajoyê hatin meşandin. Gelek rêxistinên civakî, karsaz û saziyên hiqûqî hatin guhdarîkirin; ev qonax ji bo civakîbûna pêvajoyê giranbiha bû. Lê belê ev qonax bi dawî bû. Di qonaxa duyem de dihat hêvîkirin ku gavên zagonî yên ku dê rewşa bêşerî garantî bikin, bên avêtin. Dirêjbûna vê pêvajoyê û hîn jî neavêtina gavên berbiçav, gumanên di nav civakê de zêde kirin û bêbaweriya li hemberî pêvajoyê kûr kir.
Di encamê de, pêvajo ku wekî “aştiya negatîf” tê pênasekirin, divê veguhere “aştiya pozîtîf” ku tê de kesên çek berdane bikaribin beşdarî jiyana civakî û siyasî bibin. Ji bo vê jî avêtina gavên zagonî şert e. Tespîtên hatine kirin nîşan didin ku heta niha ev gav nehatine avêtin.
HILBERANDINA RAZÎBÛNA CIVAKÎ ŞERT E
Eren bal kişand ser ezmûnên navneteweyî yên derbarê bidawîkirina pêvajoyên şer û diyar kir ku ji bo aştî bibe mayinde, razîbûna civakî şert e: “Di pêvajoyên çareseriyê yên bi vî rengî de, ji bo bidawîkirina şer hinek gavên ku divê bên avêtin hene. Ev rewş ne tenê taybetî Tirkiyeyê ye; di cîhanê de gelek mînakên vê hene. Ezmûnên cîhanê ji me re dibêjin: Di çareserkirina pirsgerêkeke civakî de berî her tiştî divê razîbûna civakî bê hilberandin. Divê xebatên ku çareserî û aştiyê civakî dikin ji aliyê her du aliyan ve bên meşandin. Kurdan di vê mijarê de gelek xebat kirin û berdewam dikin.
Lê belê dema em li hikûmetê dinêrin, em dibînin ku berî gavên zagonî û rêziknameyan, ziman û helwesteke ku razîbûna civakî xurt bike nehatiye nîşandan. Ji çapemenî û televîzyonên hikûmetê bigire heta polîtîkayên siyasetmedaran û zimanê ku bikar tînin, mirov dikare vê yekê bişopîne. Em dibînin ku hîn jî ziman neguheriye û têgeha aştiyê bi terorê re tê têkildarkirin û tê krîmînalîzekirin.”
MUZAKERETA DEMOKRATÎK DIVÊ DI ŞERTÊN WEKHEV DE BÊ MEŞANDIN
Parlementerê DEM Partî yê Amedê Serhat Eren destnîşan kir ku ji bo xurtkirina hêviya civakê ya li ser pêvajoyê divê gavên lezgîn û berbiçav bên avêtin û got ku muzakereya demokratîk divê di şert û mercên wekhev de bê meşandin: “Dema ku gavên lezgîn ên ku dê bihêle civak bi hêvî û bi erênî li vê pêvajoyê binihêre tên pirsîn, berî her tiştî divê mirov behsa pêvajoyeke muzakereyê ya berdewam bike. Muzakereya demokratîk daxwaz dike ku alî ji aliyê dem û cih ve xwedî mercên wekhev bin. Îro dewlet bi hemû saziyên xwe xwedî derfetên hevdîtin û nîqaşê ye, lê aliyê din ê muzakereyê Birêz Ocalan xwedî tu ji van mercan nîn e. Ji ber vê yekê berî her tiştî divê wekheviya muzakereyê bê dabînkirin; rêya vê jî bi naskirina ‘mafê hêviyê’ yê hiqûqî ji bo Birêz Ocalan derbas dibe.
Naskirina mafê hêviyê ne tenê siyasî ye, li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê neçariyeke hiqûqî ye. Di heman demê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkeke ku sedsalekê derbas kiriye, aktorê sereke Birêz Ocalan bikaribe vê pêvajoyê di şert û mercên azad de bimeşîne, pêdiviyeke siyasî ye. Gava yekem a berbiçav a ku divê bê avêtin, garantîkirina mafê hêviyê di bin parastina zagonî de ye.
Ya duyemîn, rastiya rêxistinekê heye ku xwe fesih kiriye û ragihandiye ku çek berdaye. Zêdetirî salekê ye ku ev helwest di pratîkê de jî hatiye nîşandan. Di rewşeke wiha de dema ku divê dewlet gavên xurtkirina zemîna siyaseta demokratîk bêyî derengî biavêje, hikûmet vê fersendê bi kar nayîne. Divê rêziknameyên zagonî werin çêkirin da ku kesên çek berdane, yên di girtîgehan de ne û bi deh hezaran mirovên ku ji ber sedemên polîtîk li derveyî welat in, beşdarî jiyana civakî û siyasî bibin.
Ev gav dê bêşeriyê garantî bikin û pêvajoya aştiya negatîf veguherînin aştiya pozîtîf. Lê helbet ev nayê wê wateyê ku pirsgirêka Kurd bi tevahî çareser bûye. Garantiya destûrî ya nasname û zimanan, xurtkirina demokrasiya herêmî û hewcedariya bi peymaneke nû ya civakî jî li holê ye.”
ÇARESERIYA MIXALEFETÊ JÎ KÊM E
Serhat Eren di nirxandina xwe ya li ser helwesta mixalefetê de got ku daxuyaniyên piştgiriyê di xala hilberandina çareseriyê de kêm dimînin: “Ji aliyekî ve daxuyaniyên piştgiriyê ji bo pêvajoyê tên dayîn, ji aliyê din ve di zimanê çapemenî, akademîsyen, hiqûqnas û siyasetmedarên mixalefetê de em hema hema heman zimanê desthilatê dibînin. Li ser ekranên televîzyonan jî ev helwest bi zelalî tê dîtin. Pejirandina hebûna pirsgirêkê û negirtina tu berpirsiyariyê di çareserkirina wê de, nayê qebûlkirin. Di mijara civakîbûn û hilberandina razîbûna civakî de berpirsiyariya mixalefetê jî heye. Divê navê meseleyeke sed salî bê danîn û ji helwesta ku bi tevahî li derveyî pêvajoya çareseriyê dimîne, bê derketin.
Li aliyê din, rapirsên ku di sala borî de di çar serdemên cuda de hatine kirin nîşan didin ku yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên civakê krîza aborî ye. Ev rewş ne serbixwe ye ji şer û atmosfera pevçûnê ya ku ji ber israra di bêçareseriya pirsgirêka Kurd de derketiye holê. Veguhestina çavkaniyên welat a ji bo şer di nava çil salan de bûye sedema kûrkirina krîza aborî. Di rewşa çareserkirina pirsgirêka Kurd de, dê gengaz be ku çavkanî ne ji bo şer, lê ji bo xweşiya gel werin veqetandin; ev jî dê bibe sedem ku pirsgirêka aborî bikeve paşplanê.”

