Şerê li Şerîda Xezeyê di roja 157’emîn de berdewam dike û tu encam ji hewldanên agirbestê yên beriya Remezanê derneket.
Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 7’ê Cotmehê heya niha 31 hezar û 112 Filistînî di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku di 24 saetên dawiyê de 67 kesan jiyana xwe ji dest dane û di 157 rojan de 72 hezar û 760 kes jî birîndar bûne.
Serokê Hamasê Îsmaîl Haniye roja Yekşemê ragihand ku Hamas ji bo agirbestê bi awayekî erênî li hevdîtinan dinêre.
Heniye ev yek jî anî ziman: ‘’Ez bi awayekî zelal tînim ziman ku berpirsiyariya lihevkirinê aîdî Îsraîlê ye. Her çawa dibe bila bibe em bi awayekî erênî li berdewamkirina hevdîtinên agirbestê dinêrin.’’
Tevî ku hêviyên agirbestê berdewam dikin, li Filistînê gel bi awayekî bêhêvî li benda xwarin û alîkariyan e. Hewl tên dayîn ku alîkarî jî bi awayên cuda werin şandin. Ji hin herêmên Filistînê re alîkarî ji hewayê tên şandin û balafirên Emerîka, Fransa, Belçîka û Misirê jî tevlî operasyona dawî ya alîkariyê bûn.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) jî şandina alîkariyan yên bi rêya hewayî û behrî bi qasî şandina alîkariya bi rêya bejayî tesîrê nake û şûna wê nagire.