Rapora ku ji şeş beşan pêk tê, hem paşxaneya dîrokî û hem jî çareseriyên siyasî, qanûnî û civakî pêşniyar dike.
PAŞXANEYA DÎROKÎ Û SIYASÎ
Di raporê de hat destnîşankirin ku avaniya dewleta Tirkiyeyê ya yekparêz û navendî, bi dûrkirina nasnameyên cuda, pirsgirêka Kurd kûr kiriye. Herwiha tê gotin ku pirsgirêk gihîştiye asteke herêmî ku ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de rojeva tevahiya Rojhilata Navîn eleqedar dike.
DOMDARIYA PÊVAJOYA ŞER NE PÊKAN E
Di raporê de hat diyarkirin ku wêrankirina ji ber pêvajoya şer hatiye afirandin, êdî bêberdewam e û pirsgirêk ne tenê “meseleyeke ewlehiyê” ye, di heman demê de meseleyeke demokratîkbûnê ya siyasî, çandî, aborî û civakî ye.
AŞTIYA POZÎTÎF Û VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK
Di raporê de hat tekezkirin ku aştî ne tenê bêdengiya çekan e; bi dad, piralîbûn, beşdariya demokratîk û yekbûna civakî dikare bê bidestxistin.
PARADÎGMAYEKE NÛ
Ji bo çareseriyê, divê ziman, siyaset û saziyên li ser bingeha “lihevhatin, nasîn û piralîbûnê” ji nû ve bên avakirin. Û serdana komîsyona parlamenê ji bo Îmraliyê, mîna xurtbûna vîna çareseriyê tê pênasekirin.
ROLA RÊBER APO YA DI PÊVAJOYÊ DE
Di raporê de hat gotin ku pêwîst e Rêber Apo, wekî yek ji aktorên sereke yên pêvajoya aştiyê, di şert û mercên azadtir de beşdarî pêvajoyê bibe. Her wiha hat pêşniyarkirin ku hevdîtinên rasterast ên Rêber Apo bi saziyên fermî, akademîsyen, STK û rojnamevanan re bên zagonîkirin.
DEMOKRATÎKBÛN Û REFORMÊN HIQÛQÎ
Ji bo çareseriya mayînde pakêtek hiqûqî û reformên berfireh hat pêşniyarkirin û wiha pê de çû:
• Zagona Entegrasyona Demokratîk
• Di TMK, TCK, CMK û Zagona Înfazê de reformên berfirehkirina azadiyan.
• Dawîlêanîna sepana qeyûman û berdana girtiyên nexweş.
• Pêkanîna biryarên AYM, DMME’yê û rakirina mexdûriyetên KHK’yan.
• Misogerkirina mafê perwerdehî û xizmetê ya bi zimanê zikmakî.
• Avakirina Komîsyona Têkoşîna li Dijî Cudakariyê li Meclisê û derxistina Zagoneke Civaka Sivîl a nû.”
PEYMANA CIVAKÎ Û JIYANA BI HEV RE
Di raporê de hat tekezkirin ku aştiya mayînde tenê bi lihevkirineke civakî ya nû ku hemû nasname li ser bingeha welatîbûna wekhev cih digirin, pêkan e û hat gotin ku aştî wê ji hev baweriyê xurt bike, cudakariyê kêm bike û jiyana hevpar saz bike.
AŞTÎ WÊ ARAMIYÊ BÎNE
Di raporê de aştî wê li TIrkiyeyê:
• Xerckirinên ewlehiyê kêm bike
• Wê pêşketina herêmî xurtir bike
• Wê çandinî, turîzm û hilberînê zindî bike
• Wê hêviya ciwanan a ji bo pêşerojê zêde bike.
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser dike, dê bibe modeleke demokratîk li Rojhilata Navîn û wê di îstîqrara herêmî de hêzê qezenc bike.
Rapor bi vê bangê bi dawî bû: “Banga me li hemû aktorên civakî û siyasî ew e ku xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin. Ev pêvajo, mifteya avakirina sedsala duyemîn a Tirkiyeyê li ser bingeha azadî, demokrasî û welatîbûna wekhev, di bin sîwana Komara Demokratîk de ye.”

