Di rûniştina îro ya Meclîsa Federal de dengê pêewletiyê hebû. Di dengê pêewletiyê de ku Parlamentoyê hat kirin, 207 parlamenteran piştgiriya Schoz kirin û 394 parlamenter jî li dijî wî derketin. Di dengdanê de 116 parlamenter jî bêalî man.
Serokwezîr Scholz ji bo dengê pêewletiyê divê 367 deng wergirtiba.
KRÎZ ÇAWA DESTPÊ KIR
Olaf Scholz di 6’ê Mijdarê de di civîna bi nûnerên hevkarên hikûmetê yên li Elmanyayê Partiya Sosyal Demokratk (SPD, Partiya Keskan û Demokrata Hur (FDP), Wezîrê Darayî Christian Lindner ku di heman demê de Serokê Giştî ya FDP’ê ye, ji erk hat wergirtin.
Piştî civînê FDP’ê wezîrên xwe yên di hikûmetê de vekişand û hikûmeta ku ji ber rengên xwe weke “koalîsyona lembeyên trafîkê” dihat binavkirin, belav bû.
Scholz di daxuyaniya xwe ya 11’ê Kanûnê de ji bo rê li ber hilbijartina pêşwext veke diyar kir ku di 16’ê Kanûnê de wê li gorî xala 68’an a Destûra Bingehîn daxwaza dengê pêewletiyê ji meclîsê bike û gotibû: “Eger endamên meclîsê rêya ku ez pêşniyar dikim bişopînin, ezê pêşniyarê ji Serokomar Steinmeier bikim ku roja duşemê piştî nîvro meclîs bê betal kirin.
Piştî ku li welêt hikûmet belav bû, SPD, Keskan û komên meclîsê yên partiyên Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) yên mûxalefetê, ji bo dîroka hilbijartinê di 23’ê Sibata 2025’an de li hev kiribûn.