Hin kêlî û dem, çarenûsa mirovan diyar dikin. Di wê kêliyê de divê mirov tercîhekê di nava man û nemanê de bikin. Biryara 14’ê Tîrmehê çawa ku di dîroka gelê Kurd de kêliya diyarkirina çarenûsê bû, şerê Gerîlayên Azadiyê yên di vê demê de tê kirin jî xwedî heman wateyê ye. Çawa ku pêşengên Tevgera Azadiyê bi ruhê 14’ê Tîrmehê di nava şert û mercên herî giran de wezîfeya xwe bi cih anîn û PKK parastin, jin a esîl a Zagrosan Armanc Devrîm (Hacer Tekîn) jî bi heman biryardariyê da ser şopa wan.
Rêber Apo dibêje, ‘Ji azadiyê hêjatir tiştek nîne’. Lewma jiyaneke bi exlaq û azad di bingeha hebûna civakê de ye. Lê belê asta ku feraseta serweriya mêr û sîstem gihîştiye, nirx, hemû pîrozmendiyên civakê tine dike. Bêguman di bingeha dîroka xiyanetê de xiyaneta li hebûna jinê heye. Lewma divê destpêkê dawî li vê xiyanetê bê anîn. Weke ku çalakgerên 14’ê Tîrmehê jî gotin, ‘Di nava vê partiyê de em serketinê dibînin’. Hevala Armanc Devrîm jî li ser bingeha vê baweriyê ji bo serxistina armancên xwe têkoşiya. Hevrê Armanc miroveke welê bû ku xwedî lêgerînên kûr bû, lewma da pey pirsên ‘wateya jiyanê, jinek divê çawa bijî’ û li bersiva van pirsan geriya. Ji ber vê jî jineke berxwedêr bû, jiyana ku lê dihate ferzkirin ti carî qebûl nekir, ji ber ku ya dihate ferzkirin înkarkriina jiyanê bû.
Lê belê Armanc hez ji jiyanê, xwezayê û mirovan dikir. Ji ber vê jî di felsefeya Rêber Apo de bedewî, edalet û azadiya jinê didît, mîna ku xwe gihandiye eşqa jiyanê dixwest vê bedewiyê bi her kesî re parve bike û dixwest bibêje, ‘Bersiva hemû pirsên li ser jiyanê û azadiyê di vir de ye’. Lewma bi tercîheke bi wate dest bi meşa şoreşgerî kir. Hatina çiyê ji bo xwe weke jidayikbûneke nû didît, lewma dixwest navekî welê li xwe bike û hêjayî wî navî be. Ji ber vê jî navê xwe kir Armanc Devrîm. Ev her du gotinên bi wate hêrs û serketina wê nîşan dida. Ji bo Şoreşê divê armanc şênber be, ji bo azadiyê dema armanc diyar be serketin jî wê pêk were. Ev dem demeke bi wî rengî ye, ku mirov ji bo karibe li xaka xwe di nava çanda xwe de bi rengê xwe yê xwezayî bijî, divê îradeyeke mezin nîşan bide û têbikoşe.
LI HER CIHÊ KU TÊKOŞIYA, NEHIŞT KU DIJMIN BI HÊSANÎ TEVBIGERE
Lewma bêyî têkoşînê mirov nikare nirxên civakî biparêze. Yê ku vê yekê îro bi şênberî dibîne û dijî gerîla ye. Ji ber vê jî bi rêya têkoşînê hemû astengiyên sîstemê ji ber xwe radike. Hevrê Armanc bi îradeyeke mezin a şoreşgerî bi biryar bû ku jiyana li ser bingeha îmha û înkarê ya ku sîstemê ferz dikir, parçe bike. Bi çalakiya xwe dixwest berxwedana xwe mezin bike. Lewma hevala Armanc zanîbû ku dema li vê xakê koka xiyanetê bê rakirin, wê ji mirovahiyê re careke din bibe hêvî. Hevala Armanc dema ku dît di nava civakê de cih ji jin a azad re nîne, bêtirs dest bi têkoşînê kir. Bi wêrekiya şervaneke aşiqê xaka xwe ji bo serketinê sond xwar. Rêber Apo bi rêwîtiya xwe bi ronahiyeke bêdawî rêya heqîqetê nîşan dabû.
Dema ku dît jin tê kolekirin, li bazarên koleyan têne firotin agirekî mezin kete nava dilê wê. Êdî nedibû ku li hemberî van bûyer û kiryaran bêdeng bimîne. Ji bo hevala Armanc rêya heqîqetê mîna rojê eşkere bû, fikrên Rêber Apo cîhaneke bi wateyê dagirtî nîşanî wê dabûn. Armanc bi giraniya navê xwe berê xwe da armanca xwe û şer kir. Digot ‘Dixwazim bibim hevrêyeke rast a Rêbertî’. Ji ber vê jî çûyîna Bakurê Kurdistanê weke gaveke din nêzî Rêbertî û armancên xwe didît. Hevala Armanc digot, ‘Ji bilî jiyana li nava PKK’ê ti şêweyê jiyaneke din qebûl nakim. Jiyana gerîla bersiva ji wan mirovan re ye ku di nava lêgerînê de ne. Eger mirovek bide pey heqîqetê jiyana xwe divê jiyana gerîla be. Bersiva li lêgerîna li heqîqetê di nava jiyana gerîla de ye’. Bi vê têgihiştinê li her qada ku têkoşiya nehişt ku dijminê dagirker li ser xaka Kurdistanê bi hêsanî tevbigere.
Gerîla Armanc zanîbû ku çiqasî li ber xwe bide û şer bike wê azadiya gelê xwe jî ewle bike. Ji ber vê jî timî digot, ‘Çi dibe bila bibe, di nava şert û mercên herî giran de jî divê em bi erk û wezîfeya xwe ya dîrokî rabin’. Bi vê bawerî û biryardariyê li qada Bakur şerekî dîrokî dimeşand. Hevala Armanc bi vê baweriyê xelekeke bi rûmet û lehengiyê li dîroka berxwedanê ya PKK’ê zêde kir. Hevrê Armanc bi armanca serketineke mayinde li Bakurê Kurdistanê têkoşiya û zor û zehmetî hemû ji pêşiya xwe rakir. Hevala Armanc ji bo jiyaneke azad heta nefesa xwe ya dawî şer kir û li ser şopa fermandarê mezin Egîd gav bi gav meşiya. Jin a berxwedêr û wêrek Armanc Devrîm bi ruhê fermandar Egîd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şerekî bê eman meşand û di 12’ê Tebaxa 2024’an de di meha Egîdan de şehîd bû.