Dilgeş Zîlan Gûzereş (Ferhat Akdenîz) li gundê Gûzereş ê navçeya Geverê ya Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wî sala 1991’ê ji ber zextên dijmin neçar ma ji gund koçî navenda Colemêrgê bike.
Malbata Akdenîz li gel zext û zilma dewletê ji sekna xwe ya bi rûmet tawîz neda û xwedî li nirxên xwe derket. Vê helwesta malbatê bandoreke mezin li Ferhat Akdenîz kir. Mîna her zarokekî Kurd ew jî bi nakokiyan mezin bû; li aliyekî rastiyên malbatê û nirxên wê, li aliyê din jî rastiya dijmin. Piştî ku keça xalê wî şehîd bû, her wiha berxwedana gerîla û êrîşên hovane yên dewletê yên li hemberî gelê Kurd, kir ku Ferhat Akdenîz sala 2010’an biryarê bide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Dilgeş Zîlan Gûzereş piiştî ku tevlî nava Tevgera Azadiyê bû ber bi jiyaneke nû ve gav avêt.
Dilgeş Zîlan li Xakurkê dest bi gerîlatiyê kir û li vê derê tevlî nava perwerdeyê bû. Têkoşîn û jiyana gerîla bandoreke mezin li wî kir. Bi gotina wî, gerîla warê lehengan bû û bi tevlîbûna li nava vê têkoşînê wate da jiyanê. Gerîlatî ji bo wî ne tenê rêbazeke jiyanê bû, di heman demê de parastina rûmeta mirovahiyê û heqîqetê bû. Ji ber vê yekê gerîlatî ji bo wî bû meseleyeke rûmetê û berpirsyariyê. Li Başûr, Rojava û gelek qadên Bakurê Kurdistanê gerîlatî kir, bû şervanekî pêşeng.
Gerîla Dilgeş Zîlan 26’ê Tebaxa 2023’an li navçeya Farqîn a Amedê di êrîşa dijmin de li gel hevrêyên xwe Berxwedan Farqîn (Hanîfî Saygi) û Merwan Wan (Mûhterem Koç) şehîd bû.
GELÊ KU BI PKK’Ê XWE NAS KIR
Dilgeş Zîlan weke gerîlayekî bi kesayetiya xwe û têgihiştina ziravniyên jiyanê dihate naskirin. Biryardariya xwe caran bi gotinê, carna bi têkoşînê û şer nîşan dida.
Di vê nivîsê de dixwazim beşek ji rojnivîska wî parve bikim û balê bikişînim ser gotin û fikrên wî. Di rojnivîska xwe de qala gigrîngiya jiyana gerîla û bandora vê yekê li ser jiyana wî ya şexsî dike. Di beşeke din de jî qala êrîşên dewleta Tirk ên li Garê û berxwedana hevrêyên xwe dike.
Şehîd Dilgeş Zîlan bi vî rengî qala têkoşînê kiribû: “Eger mirov bixwaze jiyana gerîla pênase bike, jiyaneke welê ye ku wêrekî û fedakariyê şênber dike. Dema ku cara destpêkê min gerîla nas kir, min xwest vê jiyanê bi xurtî fêhm bikim. Qadên gerîla warê şerê rûmetê yê mirovên leheng bû. Weke Kurdekî di wê baweriyê de me ku her kesên ji xwe re dibêjin ‘Ez Kurd im’ divê di nava vê têkoşînê de bin. Ji ber ku eger lêgerînek ji bo azadiyê hebe bêguman rêya ber bi vê yekê jî refên gerîla ye. Tevlîbûna min a li nava refên gerîla ji rastiya me ya dîrokî û civakî cuda nîne. Li aliyekî rastiya dijmin, li aliyê din jî têkoşîna jiyana bi rûmet a gelê me… Bi biryareke rast û têkoşîneke ji dil ev herdu mijar dikare bên çareserkirin.
Bi xwe, dema ku min gav avêt nava jiyana gerîla min zehmetî nekişand. Ji ber ku weke gelê Kurd me bi vê jiyanê xwe ns kir û fêhm kir ku em bi rastî kî ne. PKK ruhekî welê ye ku mirovan diguherîne û vediguherîne. Bêguman em jî di encama vê heqîqetê de pêl bi pêl mezin bûn. Bi qasî ku hêza me têrê dike, me ber bi armancên xwe ve dest bi meşê kir. Di nava jiyana gerîla de yek ji hevrêyên ku bandoreke mezin li min kir Rizgar Amanos e. Ev gotinên wî hîn di bîra min de ne: ‘Mirovek dema ji dayik dibe, weke mirovekî bi şeref ji dayik dibe. Kes nikare vê şerefê jê bistîne yan jî bide wî. Ya girîng ew e ku mirov heta dawiya emrê xwe şer bike ji bo vê şerefê ji dest nede’. Van gotinên heval Rizgar Amanos gelekî bandor li min kir. Bi saya van gotinan li her qada têkoşînê û di her biryarê de bi têgihiştî û xurt tevgeriyam. Gotin di cih de be, van gotinan nîşanî min da ku fermandarek divê çawa şer bike û roleke çawa bide şervanên xwe.
HETA KU PKK HEBE WÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ JÎ DEWAM BIKE
Bêguman gelek mînakan û tecrûbeyên li nava gerîla perspektîfeke nû dan min. Min dît ku bi tena serê xwe dikarim weke artêşekê bi rola xwe rabim, dikarim xeta Egîdan, Zîlanan, partiyê tesmîl bikim. Em ê tola salan, dîrokê, şehîdan teqez hilînin. Têkoşîna gerîla niha ji her demê bêhtir pêwîst bûye. Ya em ê bi ser bikevin, ya em ê bi ser bikevin. Ji bo me rêyeke din nîne. Vê biryardarî û baweriyê em gihandin vê astê. Bi vê danhevî û daxwazê gerîla wê bi ser bikeve. Di dîroka tevgera me ya azadiyê de bi berxwedan û têkoşînê her tim leheng rabûn.
Ev leheng xwedî ruhekî Apoyî ne; ti carî teslîm nebûne, xiyanet qebûl nekirine û timî pêşengî ji me re kirine. Ev rastî jî tenê bi têkoşînê û tecrûbekirina jiyanê dikare bê fêhmkirin. Em bi vê ferasetê mezin bûn. Heta ku dijmin hebe ji bo me wê jiyaneke aram nebe. Heta ku em hebin wê têkoşîna me ya li dijî faşîzmê dewam bike. Têkoşîna lehengan careke din nîşanî me da ku heta ruhê PKK’ê hebe, berxwedana me ya azadiyê jî wê dewam bike.”