Li Hesekê şervanên QSD, YPJ û YPG’ê li dijî êrîşeke muhtemel a çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê di nava amadekariyê de ne.
Tevî şert û mercên hewaya zehmet û berfa zêde jî xebatên parastinê bênavber tên domandin. Li navenda bajêr, bajarok û gundan gel bi şervanên QSD, YPG-YPJ’ê re nobetên tax û kolanan digire. Hêzên QSD û YPJ’ê jî li xetên eniyê yên derveyî bajêr û li rêyên sereke xebatên dewriyeyê bênavber dimeşîne.
Beşeke mezin ê xeta eniya ji Hesekê heya Reqayê ji çeteyan hatiye paqijkirin. Şervanên azadiyê li eniyên ku nêzî 20 km ji navenda Hesekê dûr in, xebatên xurtkirina çeperên xwe didomînin.
Ji eniyê şervanek YPG’ê ji ANF’ê re axivî û ev tişt got, “Gelê me yê hêja û şervanên me yên YPG-YPJ’ê niha li eniyan e. Çeperên xwe xurt dikin. 24’ê Çileyê saet 03.00’an.”
Şervanek YPJ’ê jî got, “Me berê jî got, ez li vir jî dubare dikim: Di serî de Hesekê em ji bo hemû Kurdistanê şerê hebûn-nebûnê didin. Yan jiyanek bi rûmet yan jî mirinek bi rûmet. Di platformên xwe de bi rêbazên şerê taybet dibêjin em ê bi rehetî bikevin bajaran. Em ê destûr nedin vê yekê. Heya ku şervanek Kurd yan jî kesek dawî dimîne, em ê nehêlin ew bikevin bajarên Kurdan.”
Şervanekî din ê YPG’ê jî wiha axivî: “Rûmet rûmeta me ye, Hesekê ya me ye. Bila kerem bikin meydanê.”
Şervanek din jî ev tişt bilêv kir: “Weke zarokên agir em ê heya dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. Ew yek guleyê bavêjin, em ê bersiv bidin. Berxwedan jiyan e heval, ev der cihê me ye. Xak, xaka me ye.”
Hêzên QSD û YPJ’ê li dijî gefên ku demên dawî zêde bûne, hem li hundirê bajêr hem jî li eniyên bejahiyê pozîsyona xwe ya berxwedanê diparêze.

