Li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, dewleta Tirk û DAÎŞ’ê şervanên QSD û YPJ-YPG’ê berxwedaneke bêhempa raber dikin. Çeteyên ku pêwîst nabînin rûyên xwe yên tarî veşêrin, bi dîmenên ku li ser torên dîjîtal parve dikin sûcên xwe yên şer nîşanî hemû cîhanê didin.
Di dîmenên ku ji aliyê çeteyan ve hatin weşandin de, keziya porê şervaneke jin hatiye jêkirin. Li her devera cîhanê jinan nerazîbûn nîşanî van dîmenan dan û dîmenên ku têde porên xwe kirine kezî, weşandin.
Şervanên YPJ’ê yên ku li Girtîgeha Eqtan a li Reqayê li ber xwe didin, weke bersiva jinên ku dîmenên hûnandina keziyên porên xwe weşandine, porên xwe kirin kezî.
Di dîmen de tê dîtin ku şervanên jin jî porên xwe kirine kezî û dirûşmeyên berxwedanê berz dikin.

