Duşem, 5 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Pêwîstiya gelê Kurd bi avakirina yekrêziya Kurdî heye’
Rojava

‘Pêwîstiya gelê Kurd bi avakirina yekrêziya Kurdî heye’

Kesayetên beşdarî civîna tevgera siyasî ya Kurdî ya li Qamişloyê bûn diyar kirin ku ew ji pêkanîna yekrêziya Kurdî re amade ne û bang li sazî û rêxistinên Kurdî kirin ku hemû alozî û nakokiyan deynin holê û yekrêziya Kurdî ava bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîteya Diyaloga Kurdî ya PYNK’ê bi dirûşma “Ber bi yekkirina yekrêzî û helwesta Kurdî ji bo bicihanîna mafê netewî û demokratîk ê gelê Kurd li Sûriyeyê” li hola parka Azadî ya bajarê Qamişlo li civîneke berfireh li dar xist. Gelek rêxistinên siyasî yên Kurdî, partiyên derveyî PYNKˋê, aktîvîst, rêxistinên jinan, rêxistinên olî, rewşenbîrî, rêxistinên hunerî, nivîskar û kesayetên serbixwe berşdarî civînê bûn.

 

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) Nesredîn Îbrahîm di civînê de axivî û got: “Pêwistî bi yekrêziya tevgera siyasî heye û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî lêvegereke Kurdî were avakirin. Mafên gelê Kurd ê li ser vê xakê dijî di destûra Sûriyeyê pêşerojê de were misogerkirin.”

Îbrahîm diyar kir ku piştî ketina rejîma Baasê li Sûriyeyê, çeteyên “Ceyş El Wetenî” yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê wekî Til Rifet, Şehba, Minbic, bendava Tişrînê, pira Qereqozaq û deverên ku bi fedakariya bi hezaran şehîd hatine rizgarkirin, êrîş pêk anîn û got: “Niha ji bo êrîşî Kobanê bikin di nava amadekariyê de ne.”

DIVÊ HEMÛ NAKOKÎ Û ALOZIYAN DEYNIN ALIYEKÎ

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurdî li Sûriyê Salih Gedo jî diyar kir ku ew ji bo yekrêziya Kurdî amade ne û got: “Ji bo pêkanîna yekrêziyê em ê, şert, bend û nakokiyan deynin aliyekî da ku armanca me ya yekrêziya Kurdî bi ser bikeve.”

Piştre beşdaran nêrînên xwe gotin. Beşdaran bang li ENKS’ê kir ku ji Îtîlafa Sûriyeyê vekişe, ji ber ku ew Îtîlaf nûnertiya çeteyên ku niha êrîşî bendava Tişrînê û Kobanê dikin û çeteyên ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, dike.

Der barê xwesteka ji partiyên siyasî yên ji bo pêkanîna yekîtiyê de beşdarekî, got: “Pêwîst e ji bo misogerkirina mafên Kurdan reşnivîsk were amadekirin û îmzekirin. Ka ENKS’ê çi dixwaze, bila li ser reşnivîsekê binivîse û dema ku gelê Kurd wê qebûl bike em ê li ser îmze bikin û li hev bikin. Çi daxwazên wan hebin bila binivîsin, çi federalî be çi mafên neteweyî yên gelê Kurd be. Mijar hêsan e ne ewqasî zehmet e.”

‘EM NEBIN YEK EM Ê PARIYÊ GURAN’

Beşdaran diyar kir ku yekrêziya Kurdî dê teşeya Sûriyeya pêşerojê diyar bike û got: “Ev dem ne dema ferzkirina şert û mercan e, dem dema yekrêziyê ye, yekrêzî tiştekî sereke ye. Ligel me kaxizên zextê yên bihêz hene; li gel me çavkaniyên mirovî, aborî û leşkerî hene. Ev hemû di dan û standinan de ji me re dibin hêz û palpişt.”

Beşdaran bang kir ku pêwîst e ENKSˋê di nava şandeya Kurdî de hebe û wesîqeyeke siyasî ku hemû alî li hev bikin, were çêkirin.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Suad Mustefa jî got: “Eger em nebin yek, em ê bibin pariyê guran. Em bi yekrêziya Kurdî re ne. Ji 2012’an ve em ji bo azadî û yekrêziya gelê Kurd xwînê dirijînin, eger em nebin yek jî em ê zirarê bigihînin gelê Kurd. Xwîna şehîdan jî ji bo me xeta sor e.”

Suad Mustefa bang li partiyên siyasî kir û got: “Kî yê gunehê wan dayikên ku cegerên xwe ji bo welat dane rake? Ji bo wê, ji we yekrêzî tê xwestin.”

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif destnîşan kir ku ew ji bo diyaloga Kurdî amade ne û ew xwedî rêxistin û destkeftî ne.

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl jî wiha got: “Di sala 2020’an de em ketin şaşiyê. Em ji bo wê şaşiyê li xwe mikur tên. Şaşî ew bû ku me hin partî, rêxistin û kesayetên bibandor li derveyî diyalogê hiştin. Serkeftina diyalogê bi dirûşmeyan nabe. Ev diyalog tenê di çarçoveya PYNKˋê û ENKSˋê de namîne, lê belê divê tevahî partî beşdarî diyalogê bin. Divê ev şaşî, ji bo ku em bigihîjin çareseriyekê, dewam neke.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk şîna ji bo Nazim Daştan asteng kir
Nûçeya Pişt re KCDK-E’yê cejna Êzî pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin

Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê 394 kes binçav kirine.

Ji aliyê Stêrk TV

Hûsiyan êriş birin ser artêşa Yemenê û Siûdî: Herî kêm 58 leşker mirin

Hûsiyên li Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike, êriş birin ser hêzên hikumetê û hedefên…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana civakî ya li Îranê dewam dike: Herî kêm 201 kes hatin qetilkirin

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên li dijî rejîmê dewam dikin. Bi taybetî li warê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Nasnameyên 18 şehîdan hat eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekaran ji bo perwerdeya Kurdî li Dirbêsiyê çalakî lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên Kobanê nerazîbûn nîşanî biryara Wezareta Xwendina Bilind dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Arîn dengê bi hezaran jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?