Şervana YPJ’ê Esmer Kobanê diyar kir uk Kobanê li gel ku bi çûk e, di nava xwe de bi hezaran berxwedêran dihewîne û got: “Em dest ji Kobanê bernadin. Berxwedan jiyan e jiyan jî wê bi têkoşînê dewam bike. Em in xwediyê wê îrade ku em bikaribin li hemberî van çeteyan serî hildin. Em ti carî Kobanê ber nadin. Li gel şerê giran jî israra berxwedanê her diçe gurtir dibe û em ê bi wê yekê re jî bighêjin serketinê.”
Esmer Kobanê anî ziman ku îradeya wan ji pola ye û bi vî rengî dewam kir: “Heta dilopa xwîn di bedena me de heye, em ê li hemberî dagirkeriyê li ser piyan bin. Wan keziyên hevriyên me jê kirin, lê bila zanibin ku keziyê me bi hezaran e, em ê bi wan keziyan xwe wan tune û têk bibin. Em ê wan bifetisînin. Em weke şervan em ê heta dawiyê li Kobanê bin û bi ser bikevin.”
‘BI HEZARAN KEZÎ WÊ RABIN’
Şervan Lîlav Kobanê diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê xwedî li mîrateya Arîn û Zehreyan derbikevin û got: “Em weke YPJ em ê li hemberî van çeteyan rabin û nehêlin ku têkevin axa me. Ne ku keziyên me jê bikin, wê bi hezaran kezî rabin û li hemberî van dagirkeriyê serî hildin. Çawa ku di 2014’an Kobanê şahidiya berxwedaneke dîrokî kir û bi serketinê tacîdar bû. Wê careke din Kobanê ji wan re bibe kul û derd. Em weke YPJ’ê em ê di çeperên herî pêş de de ne. Gelê me jî li pişt me ye û em ê bi wê yekê bi ser bikevin.”
Lîlav Kobanê destnîşan kir ku ew bi gelê xwe bawer in ku wê em ê bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heta dawiyê em ê li vir berxwedanê bikin û em ê li hemberî van çeteyan xwedî helwest bin. Bila dîroka rizgariya Kobanê were bîra wan, em ê bi wê bi ser bikevin.”

