Nexweşiya ku bi kulbûna devê sewalan destpê dike bi taybetî li herêma Serhedê bû sedema mirina gelek heywanan û bandoreke giran li sewalkariya li nava gundan kir. Vegerîner dibêjin, ev nexweşiya ku li Colemêrg û Erdexanê destpê kir û di demeke kurt de li herêmên din belav bû, ji ber nebûna personelên têrker û kêmaniya derziyan, hîn jî nehatiye kontrolkirin. Nexweşî ewqasî zû belav dibe ku dikare di nava 72 saetan de bandorê li temamiya gundekî bike. Mirina heywanan û zêdebûna buhayê êm gundî neçar hiştiye. Her wiha kêmbûna hilberîna şîr û berhemên ji şîr bazar hejandiye; hem gundî hem jî mirovên ku van berheman dikirin mexdûr bûne.
Rexneyên veterîneran radixe pêş çavan ku dewlet li hemberî vê şewbê kêm maye. Veterînerekî li qada şewbê dixebite got, “Li cihekî ku milyonek heywan hene tenê bi 10-15 veterîneran hûn ê karibin çi bikin? Weke ku tu rabe bi dilopekê hewl bide şewatê vemirîne.” Li gorî agahiyên ji veterîneran hate wergirtin, nexweşî ewqasî zû belav dibe ku dikare di nava 72 saetan de bandorê li tevahiya gundekî bike ku ev yek jî nîşan dide ku di destwerdana li rewşê de çiqasî dereng mane.
PIRSGIRÊKA NEBÛNA DERZIYÊ Û NERAZÎBÛNA COTKARAN
Derzî ku di têkoşîna li hemberî şewbê de çeka herî mezin e, ji ber ku bi têrkerî nîne, hingî encamek jî jê nayê wergirtin. Li Tirkiyeyê ji van derziyên bi tîpa SAT1 serotîp ji salên 1960’î û vir ve nîne. Ev rewş hewldanên li hemberî şewbê zehmet dike. Derengmayina teşhîskirin û tedawiya nexweşiyê gundiyan neçar dihêle ku bi tena serê xwe hewl bidin. Rexneya herî mezin ji wan gundiyan tê ku sewalên wan mirin. Dibêjin, dewletê bernameyeke tazmînatê nedaye destpêkirin. Gundî dbiêjin di rewşeke bi vî rengî de ji aliyê aborî ve ew dikarin têk biçin û hebûna sewalkariyê bi rengekî cidî dikare bikeve xeteriyê.
SEKTORA SEWALKARIYÊ LI BER HILWEŞÎNÊ YE
Şewb ku navê ‘nexweşiya şap’ê jî lê tê kirin, ne tenê pirsgirêka tenduristiya sewalan e, di heman demê de bandoreke domîno jî dike ku sektora sewalkariyê ji binî ve bihejîne. Ji ber şewbê sewal ji qesaban re tê şandin û şîr bi carekê kêm dibe. Ev yek buhayê goşt û şîr ku ji xwe zêde ye, hîn zêde dike. Ev hevsengiya têkçûyî ya li bazarê, ji bo malbatên ku hatineya wan kêm e şert û mercan hîn zehmet dike ku nikaribe madeyên esasî yên xwarinê werbigirin.