Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal diyar kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne wekî jêderek rewatiyê, wekî alavek ji bo bazarê li civakê dinêre. Di tevgerîna xwe de siyasetek sabit a hedefgirtina pêkhateyên Sûriyeyê li pey hev dimeşîne.
Xezal da zanîn ku siyaseta herî dawî jî êrişa li dijî Kurdan bû, bi hinceta ewlehî û şerkirina bermahiyên rejîmê êrişa welatiyên Şamê kir, bi dirûşma yekitiya welat û neparçebûnê êrişên xwe didomîne.
Şêx Xezal anî ziman ku desthilata Sûriyeyê bi hincetên “şerê li dijî milîsan, an jî rizgarkirinê ” êrişên xwe pêk tîne, lê encam yek e; binpêkirin û komkujiyên nayên jimartin, ewlehî, qanûn û hîmên hemwelatîbûnê nîn in.
Der barê soz an jî danûstandinan de Şêx Xezal got soz an jî danûstandin li ser bingehên zelal pêk nayên û ne li gorî daxwazên gel in, tu çareseriyên bingehîn ku piranî pêkhateyên Sûriyeyê pêşkêş kirine, pêk naynin. Lê ji bo derengxistina teqandinê ne.
Şêx Xezal destnîşan kir ku Meclisê helwesta xwe bi awayekî zelal û berpirsiyarî nîşan da û got ew ne daxwazên rageşiyê ne û ne jî gefan dixwin, lê di heman demê de ew tu lihevkirinên bêyî çareseriyan û di bin navê reformê û aramiyê de qebûl nakin.
Xezal destnîşan kir ku Meclis nabe sîwan, sotemenî yan jî rehîneya rêxistina ku di avakirina dewletê de têk çûye.
Şêx Xezal da zanîn ku meclis û xelkê taîfeyê xwedî dozeke eşkere ne, doza gelekî ku parçebûn û bazariyê qebûl nake, ye. Hewldanên takakesîkirinê yan jî kêmkirinê, yan girêdana wê bi dewlet û koman ve bi ser nakevin.
Xezal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tiştê ku îro diqewime nikare wekî lihevhatina neteweyî an şirîkatiyek rastîn were binavkirin, lê belê wekî birêvebirina krîza rewatiyê ji hêla desthilata defacto ve ku di avakirina têkiliyek aram de bi tu pêkhateya Sûriyeyê re serneketiye û tevî têkçûna xwe di astên cûda yên navxweyî de, ew hewl dide ku bi her berdêlê xwe li derve îsbat bike.

