Duşem, 7 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya zimanê Kurd bû hedefa êrişa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzîkjen Vedat Yildirim: Eger pêvajo mezin bibe azadî jî wê mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mahfûz Guleryuz: Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe yekser ji civakê re biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    36 ciwanên Kurd ji Lîbyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Seyît Evran û ‘Sira Çiyê’
Kurdistan

Seyît Evran û ‘Sira Çiyê’

Pirtûka Seyît Evran a bi navê "Sira Çiyê" jiyana rojane û ruhê têkoşînê yê gerîlayên Azadiya Kurd bi kurahî digire dest û bi vê yekê re pêşdarkirineke bi bandor a şer û hevgirtinê nîşan dide.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Seyît Evran di sala 2006’an de biryar da ku dest bi rêwîtiya xwe bike, mîna ku agir di dilê wî de pêketibe, berê xwe da rêyên dirêj. Ev agir, hişt ku di hembêza xwezayê de winda bibe û ji dervî jiyana asayî li pey çîrokên nû biçe. Heybeta çiyayan, ji bo dîtina wateya rastî ya jiyanê bûbû gava ewil. Her sibeh bi serpêhatiyeke nû şiyar dibû û bi demê re we bûbû parçeyek ji ax û wan çiyayên bi heybet. Her detayê ku gerîlayên Azadiya Kurdistan û xwezayê pêşkêş dikir, ruhê wî xwedî dikir û teşe dida ramanên wî. Xîreta ku di çavên lêgerînvanên azadiyê de didît, dinivîsî û tovên bîranînan çand.

RÊWÎTIYA SEYÎT EVRAN

Seyît Evran li çiyayên azad salên dirêj derbas kir. Rêwîtiyên zehmet, sohbetên li ber agirên şevê, hêviyên ku dihatin parvekirin, hemû di ramanên wî de teşe girtibû. Pênûsa di destê xwe de mîna çekekî bi kar anî û rastiya şer a dijwar û bîranîna hevgirtinê li ser kaxizên xwe xêz kirin. Di her bîranînek de, tenê serpêhatiya xwe nenivîsand, di heman demê de destanên gerîla, berxwedana gel û hêza xwezayê ji pênûsa wî diherikî. Her kêliya ku dijî bi hewldaneke ku xwe di nava rîtma şer û bêdengiya xwezayê de bibîne nîşan dida. Bîranînên xwe yên gerîla, mîna çîrokbêj û çavdêrek ku her kêliyê wê hîskiriye û jiyaye, nivîsiye. 

Seyît Evran di pirtûka xwe ya bi navê “Sira Çiyê” de dibêje, “Gelek rojnamevan di kûrahiya van çiyayan de, derbas bûn. Ez tenê mîna şopdareke wan im.” Bi vê hest û ramanê, weke nûçegîhanê şer yek bi yek çû serdana nuqteyên gerîla û di sala 2006’an de bîranînên xwe yên gerîla nivîsand.

RÊWÎTIYA BER BI CÎHANA GERÎLA VE

Pirtûka Seyît Evran a bi navê “Sira Çiyê” berhemeke ku jiyana rojane, têkilî, pratîk, hest û hevgirtina gerîla, bi kûrahî vedibêje ye. Di pirtûkê de ziman û şêwaza vegotina wî balê dikêşe. Her çend bi zimanekî sade hatibe nivîsandin jî, ji ber ku wateyeke kûr li rewş û bûyeran bar kiriye, bandorek mezin dike. Ji bo naskirina cîhana gerîla ya hûndirîn deriyek vedike û nîşan dide ku şer ne tenê di aliyê fîzîkî de ye, her wiha aliyên wê yên civakî jî hene.

Seyît Evran di berhema xwe de, behsa bedewiya xwezaya çiyê dike. Di pirtûkê de çiya ne tenê mîna formên erdnîgarî, di heman demê de mîna cihên xewn û têkoşînan hatiye vegotin ku tê de şopên kûr ên siberojê dihewîne. Bala xwîneran tenê nakişîne ser bedewiyên xwezayî, di heman demê de çîrokên berxwedanê yên li pişt van bedewiyan derdixîne holê û wan di nava fikrên kûr de vedihewîne.

Berhema “Sira Çiyê” dihêle ku xwîner bikevin nava lêpirsînên kûr. Sira çiyayan çi ye? Li ber siya şer, xemgînî, êş, berxwedan û têkoşînê, ruhê mirov çawa dikare bihêz bimîne?

Di pirtûka “Sira Çiyê” de bi tevneke kûr û balkêş a wêjeyî ve, têkoşîna azadiya Kurd bi serpêhatiyeke bibandor vedibêje. 

MÎRATEYA SEYÎT EVRAN

Seyît Evran tevî ku saleke xatir ji jiyanê xwestiye jî, biryardarî û xîreta wî di bîra me de ye û dengê wî hêj di guhên me de olan dide. Evran ê ku di 22’ê Îlona 2023’yan de ji ber krîza dil ji nav me koç kir çû, bi berhema xwe ya bi navê “Sira Çiyê” biryardariya xwe ya têkoşînê û bîranînên berhev kiriye, mîrateyeke ji bo me li dû xwe hişt.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Serêkaniyê û Amedê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê -NÛ BÛ
Nûçeya Pişt re Li Nîjerê lehî rabû: Herî kêm 52 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şerê 12 rojan: Trump agirbesteke “bêkêmas” ragihand, ew ê çawa pêk bê

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump, agirbestek di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên YPG/YPJ’ê: Sedsala 21’emîn ew ê bibe ‘Sedsala Jinê’

Şervanên YPG/YPJ’ê û Gaziyên şer bi wesîleyê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê gotin, “Di roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Banga ji bo Festîvala Çandê ya Dersimê li Ewropayê: Em mîna Mûnzûrê biherikin!

Ji bo Festîfala Çandê ya Dersimê li Ewropayê ku îsal cara 15'an tê lidarxistin banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekar 2 roj in ji bo perwerdeya bi Kurdî di çalakiyê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?